6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokên DBP’ê çûn serdana rojnamegerên hatine tehliyekirin

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir bi minasebeta Roja Tekoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê çûn serdana rojnamegerên hatibûn tehliyekirin.

Tirkiye di daneyên saziyên navneteweyî yên çapemeniyê de dewleta ku herî zêde zext û zordariyê li ser çapemeniyê dimeşîne de ye. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz (Parlamentera Mêrdînê) û Keskîn Bayindir (Parlamenterê Êlihê) û şandeya li gel wan, bi minasebeta 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê, serdana rojnamegerên kurd ên di 12’ê tîrmehê de hatin berdan kirin. Serdan li Komeleya Rojnamegeran a Komeleya Dîcle Firatê (DFG) pêk hat. Di serdanê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û endamên komeleyê pêşwazî li şandeya DBP’ê kirin.

Aydenîz, di serdanê de êrîşên li dijî çapemeniya azad şermezar kir û diyar kir ku ew ji ber berdana rojnamegeran kêfxweş in û  wiha got: “Tevî ewqas êrîş û zextan li ser çapemeniyê, peywira xwe ya ji bo ragihandina heqîqetê, rastiyê ji gel û civakê re bi cih tînin. Sedema binçavkirin û girtinên salên dawî ew e ku kes rastiyê hîn nebe. Lewma ev helwesta çapemeniya kurd girîng e.”

Hevserokê DFG’ê Altan jî bi bîr xist ku îro salvegera Peymana Lozanê ye û Qanûna Sansurê ye. Altan anî ziman ku berdana wan moral û motîvasyon da civakê û wiha axivî: “Di dema girtina 13 mehan de xwedî derketina me rojnamegeran baş bû. Em bi vê xwedîderketinê serbilind in û hêz da me. Tevî ku xwestin me bêdeng bikin jî, dîtin ku kevneşopiya berxwedanê ya çapemeniya azad û rojnamegerên kurd berdewam dike. Em ne sûcdar lê dozdar in. Yekî ku hesab bixwaze hebe jî ew jî em in. Ev helwest girîng bû. Em ê ji cihê mayî xebata xwe berdewam bikin. Ji bo serdana we spas.”