12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di kongreya partiya xwe de diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin û em dewletê vedixwînin diyalogê.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya li Bedlisê li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên sazî û komeleyan û gelek welatî tevli kongreyê bûn.

Di destpêkê de parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan axivî û anî ziman ku Bedlîs xwedî li cihek girîng e, Botan û Serhedê bi hevdû re girê dide. Huseyîn, bal kişand ser hilbijartinên herêmî û got tişta ku bikeve li ser milên wan ew ê bi cih bînin û wiha got: “Berpirsyariya me ya dîrokô ew e ku qeyûmên ku tayînê şaredariyên me hatine kirin paşve bigirin. Ji ber vê yekê jî divê em mal bi mal û bajar bi bajar bigerin û pirsgirêkên gel guhdar bikin. Em ê hem polîtîkayên AKP’ê û hem jî pêkanînên qeyûmê ji gel re bêjin. Em ê bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin.”

‘Bibin dengê têkoşînê’

Piştre parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku rewşa Tirkiye di nav de ye ew dibînin û wiha axivî: “Îro aloziya qeyrana siyasî û civakî heye û sedema vê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji ber vê yekê jî divê em hemû xebatên xwe li ser pirsgirêka kurd pêk bînin. Ger ku îro ev qas pirsgirêk hene bingeha xwe ji tecrîda li ser Birêz Ocalan digirin. Ji ber vê yekê ev tecrît li her derê belav bûye. Ji ber vê jî heta Bedlîs azad nebe tu tişt çareser nabe. Lewma tişta ku bê kirin divê demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Em her derê bikin qada berxwedanê. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Her wiha hûn jî dizanin li girtîgehan niha grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ev peywir ne ya wan tenê ye. Her wiha peywira hemû kesên ku demokrasiyê dixwazin e. Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê ne tenê bibin dengê girtiyan bibin dengê vê têkoşînê.”

‘Gel dê xwedî li dengên xwe derkeve’

Salîha, bal kişand li ser hilbijartinên herêmî û wiha bi lêv kir: “Li pêşiya me hilbijartin heye. Ew ên ku dibêjin em ê vîna gel bin pê bikin, bila bizanibin ku gel dê xwedî li dengên xwe derkeve. Ji bo hilbijartinê jî pêwîste demokrasî pêş bikeve. Ji bo vê jî ji heft salî heta heftê salî divê herkes ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê xebatan bimeşîne. Li dijî kesên ku dibêjin em ê vîna wan bin pê bikin, em ê di hilbijartinê de bersiva wan bidin. Gelê kurd li dijî tu hêz û zextan  paşve gav naavêje.”

Herî dawiyê jî Tulay Hatîmogullarî axivî û anî ziman ku Bedlîs tevî hemû bedelên xwe paşve gav neavêt. Tulay, diyar kir ku gel di kongreyê de careke din vîna xwe nîşan daye û wiha domand: “Em 2 roj beriya niha li Roboskê bûn, me silavên wan ji we re anî. Di encama bombeyên balafirên artêşa tirk de li wir 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku 12 sal derbas bûye jî êş hîn nû ye. Akademîsyenekê di bin wêneyê wan de nivîsa ‘Dîmen pir xweş e, bila domdar be’ nivîsandibû. Wijdan û edaleta wan ewqas ziwa bûye. Weke partî me li dijî vê kesê hewldanên pêwîst kirin.”

Tulay, da zanîn ku partiya xwe ava kirin lê tehamulî navê HEDEP’ê nekirin û wiha bi lêv kir: “Niha em bûn DEM Partî û baş e ku em bûne DEM Partî. Em ê DEM bi DEM dawî li wan bînin. Dîsa çend roj berê torbeyekî zer avêtin ber navenda me. Em dizanin ku torbeyê zer tê çi wateyê. Me di vê mijarê de vîna xwe nîşan da. Em bang li rayedaran dikin ku demildest li dijî wan tevbigerin.”

‘Em dewletê vedixwînin diyalogê’

Tulay, destnîşan kir ku AKP tehemûla siyaseta demokratîk nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nikarin me têk bibin û nikarin gel bi zihniyeta xwe ya faşîst, otorîter û nîjadperest birêvebibin. Hewl didin xebatên ku em li ser bingeha demokratîk dimeşînin veşêrin û li ber çavê raya giştî bêbandor bikin. Kîjan partiyên me girtin, partiya ku li şûna wê hat vekirin, bi awayekî xurttir rêya xwe domand. Yanî dizanin ku bi van rê û rêbazan nikarin me têk bibin. Jixwe dîroka me vê yekê gelek caran nîşan daye. Divê pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê tecrîda ku zêdeyî 3 sal in li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, demildest bê rakirin. Ji ber vê yekê em dewletê bilez vedixwînin diyalogê. Ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk, li 106 girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kir. Em girtiyên di greva birçîbûnê de ne, silav dikin.”

Piştî axaftinan rapora xebatan hat xwendin û rêveberiya nû hate hilbijartin. Sakîne Olan û Fîkret Bîrlîk jî weke hevserokên nû yên DEM Partiyê hatin hilbijartin.