9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn

Malbatên Windakiriyan faîlên Mehmet Ozdemîr ê li Amedê hatiye windakirin, Necmî Çaçan ê li Tetwanê hate qetilkirin û 34 kesên di 28’ê kanûna 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer de hatin qetilkirin pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan çalakiya xwe ya 777’emîn a her hefte bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê domandin. Malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan di daxuyaniyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qurbaniyên kiryarên nediyar hilgirtin. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26’ê kanûna 1997’an de piştî li Amedê hate binçavkirin agahî jê nehate girtin hate pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di daxuyaniyê de axivî qala binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de qewimîn kirin. Yilmaz, diyar kir ku sala 2023’yan bi pêkanînên antî-demokratîk derbas bûn û bal kişand ku binpêkirinên mafên mirovan ên giran çêbûn. Yilmaz, xwest ku sala 2024’an bibe saleke ku şer û pevçûn bi dawî bibin, aştî pêk were û binpêkirinên mafên mirovan ji holê hatine rakirin.

Piştî Yilmaz, endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê çîroka Ozdemîr xwend. Pişt re daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Malbatên windakiriyan û ÎHD jî di hefteya 613’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER, Baroya Êlihê, DEM Partî û DBP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî yê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku heta aqûbeta windakiriyan were zanîn dê li qadan bin.

Komkujiya Roboskê

Elçî, di çalakiya vê hefteyê de bûyera ku 19 jê zarok 34 kesên li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê di bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de hatin qetilkirin vegot.

Di daxuyaniya ku hate xwestin ku faîl werin cezakirin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî li Kolana Hunerê ya navenda navçeya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên TJA, OHD û DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û bi awayekî kiryarên nediyar hatin qetilkirin û nivîsa “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin.

‘Sed sal jî derbas bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’ 

Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz di hefteya 103’yemîn a çalakiya wan de çîroka Necmî Çaçan ê di 29’ê kanûna 1993’yan de li navçeya Tetwan a Bedlisê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û bi îşkenceyeke giran hate qetilkirin parve kir û pirsa aqûbeta wî kir.

Keça Çaçan, Pinar Yilmaz a tev li daxuyaniyê bû bal kişand ku tevî faîl li holê ne jî nayên darizandin û wiha got: “Ne 30 sal 100 sal jî derbas bibin em ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqê bernedin. Heta ku faîl bên dîtin û li pêş darazê hesab were dayîn ez ê weke keça wî têkoşîna xwe bidomînim. Ez bavê xwe û hemû nirxên di bin çavan de hatine windakirin bi rêzdarî bi bîr tînim.”Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin.