18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dixwaze Efrînê jî wekî Îskenderûnê bike ya xwe’

Hevseroka Mektepa Dîplomasiyê ya PYD’ê Rohat Mele Xelîl der barê polîtîka û planên dewleta tirk û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan de nirxandin kir.

Rohat Mele Xelîl ewil bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Sûriyeyê û wiha got: “Ev gefên li dijî Rojava ne tenê yên Tirkiyeyê ne. Li pişt Tirkiyeyê hêzên din hene. Destê dewleta tirk di derketina qeyrana Sûriyeyê de hebû. Tirkiye di vê qeyranê de bû lîstokvanekî sereke. Tirkiye ne ji bo avakirina Sûriyeyê, dijberî vê yekê ji bo xerakirina Sûriye di lîstikê de rol lîst. Axa Sûriyeyê bi destê dewleta tirk hat dagirkirin. Îro Idlib, Ezaz, Bab û Efrîn hatiye dagirkirin. Li van herêman DAIŞ û OSO bi cih kirine. Di qeyrana Sûriyeyê de hemû hêzên mudaxaleyî Sûriyeyê kirin tevan ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî kirin. Herî zêde Tirkiye xwest parçeyekî qut bike. Em dibînin ku di sala 2018’an de Efrîn, di sala 2019’an de Serekaniyê dagir kir. Ev dagirkirin bi îtîfaqa Tirkiye Amarîka pêk hat. Em dibînin li vir her kes xizmeta berjewendiyên xwe yên siyasi dike.”

‘Hêzên navdewletî destûr dane Tirkiyeyê ku Efrînê dagir bike’

Rohat Mele Xelîl, anî ziman ku Tirkiye ji bo gelê Rojava talûke ye û wiha got: “Tirkiye Ji bo derbasî axa Sûriye bibe ji bo xwe li sedemekê digere. Îro tu qanûnên navdewletî û cîhanê qebûl nake ku dewletek cîran rabe dewleta din a cîranê xwe dagir bike. Îro hemû dewletên hemegon tev li berjewendiyên xwe dinerin û dixwazin Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe bikar bikin. Dewletên hegomon ku nikarin bi xwe bikin, dixwazin bi destê dewleta tirk daxwazên xwe pêk bînin.  Hêzên navdewletî îro destûr daye ku Tirkiye rabe Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir bike.”

Rûsya û Tirkiyeyê li ser Efrînê tifaq ava kirin

Rohat Mele Xelîl, diyar kir ku Idlib bi destê Rûsya hat dagirkirin û wiha berdewam kir: “Dema Rûsya ket Idlibê li ser Efrîn û Xuta/Hemayê bazar kirin. Di dagirkirina bajarê Idlib, Efrînê de Tirkiye û Rûsyayê di nava xwe de tifaq ava kirin.”

‘Tirkiye di şerê Zap û Garê de têk çûye’

Rohat destnîşan kir ku Tirkiye di şerê Heftenîn, Zap û Garê de binkeftinek mezin dijî û wiha lê zêde kir: “Di şerê herî dawî de dixwaze windahiyên xwe paşve bigire. Di mile siyasî û civakî de xerabûnek pêş ket. Her kes dizane ku dema di şer de şikandinek pêş ket, êdî baweriya gel ji wê hikûmetê kêm dibe. Li aliyê din Tirkiye di aliyê aborî de qeyrana herî kûr dijî. Îro destê hemû hêzên navdewletî di vê lîstikê de heye. Tenê destê dewleta tirk di vê lîstikê de tune ye. Destê dewletên Qatar û wekî wê jî di nava vê lîstikê de ye. Em dibînin geşedanên li Şengal û Başûr di nava Tirkiye û Iraqê de li hevkirinek heye.”

Ji xeynî xwediyê vê axê kes nikare parastina vê axê bike’

Rohat Mele Xalid li ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser penaberan jî rawestiya û wiha got: “Em dixwazin her kes vegere ser axa xwe. Deriyê me ji penaberan re vekiriye. Em dixwazin her kes were ser axa xwe û li axa xwe xwedî derkevin. Îro kes ji xeynî xwediyê vê axê nikare parastina vê axê bike. Em ne li dijî vegera penaberan in. Penaberên îro li Tirkiye ji ber şer ji axa xwe derketin. Îro di aliyê leşkerî de aramî heye. Lê di aliyê aborî de rewş nebaş e.”

Tirkiye li ser penaberan siyasetê dike

Rohat Mele Xelîl bal kişand ser polîtîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî penaberan jî û wiha pêde çû: “Dewleta tirk dema ew qas mirov hembêz kir ne ji ber însanetiya xwe hembêz kir. Dijberî vê yekê îro li ser van koçberan siyasete dike. Îro li kampên hatine avakirin penaberan li gorî hişmendiya xwe perwerde dikin. Li dijî welatên wan radikin. Piştî li gorî hişmendiya xwe perwerde kirin, wan dişîne axa Sûriyeyê. Bi şandina van penaberan dixwaze şereki navxweşî di nava gelê Sûriyeyê rde pêş bixe. Dema ji Afganistan, Bulgarîstan û cihên din bên em ê bêjin ev ji derve hatiye. Lê vê carê dixwaze cewherên wan biguherîne û nakokiya din ava gelê Sûriyeyê de zêde bike. Dixwaze gelên Sûriye hev qebûl neke û wan li ber çavên hev reş bikin.”

‘Dixwaze Efrînê jî wekî Îskenderûnê bi xwe ve gire bide

Rohat bal kişand ser rewşa Efrînê û wiha berdewam kir: “îro li Efrînê 3ê mêtingeh çêkirine. Dewleta tirk dema gavan davêje ji bo demdirêj davêje. Îro çawa ku Îskenderûn ji sala 1923’an ve bi xwe ve gire da û Sûriye nikare wê vegerîne, heman siyasetê li ser Efrînê jî dimeşîne. Dixwaze Efrînê jî bi axa xwe ve gire bide.

Dixwaze Rojava û Bakur ji hev qut bike

Niha li du aliyê sinor kurd dijîn. Lê dixwaze di nava wan de çemberekê çêke. Dixwaze ji Idlibê heta Botanê xetekê ava bike. Dixwaze bi cihkirina penaberan gelê Bakur û Rojava ji hev qut bike.”

Rohat bal kişand ser guhertina demokrafiya herêmê jî û wiha got: “Li wir bi tevahî alên xwe bi cih kirine. Hêj li wir gel tê parçekirin. Talankirin û wêrankirin didome. Tenê dewleta tirk li wir tune. Çeteyên bi navê cuda cuda li wir bi cih bûne. Li gorî zagonên cîhanê li ser axekê du hêzên leşkerî nikarin li hev bikin. Li wir gel zahmetiyên pir mezin dijîn. Gel nikare ji malên xwe derkevin. Nikarin çandinî û çotkariyên xwe bikin. Di aliyê borî de zor û zahmetiyên pir mezin dijî. Piştî dewleta tirk ket axa Sûriyeyê çapemenî nikare xwe bigîne wê herêmê. Li wir çi dibe û çi nabe nayê dîtin. Kes nizane rewşa wir çiye.”

Rohat herî dawî bal kişand ser xebatên Rêveberiya Xweser jî û wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser li ser dirûşmeya em li axa xwe vegerin û axa xwe rizgar bikin xebate dikin. Îro Girê Spi û Serêkaniyê gelê me ye. Gelê Serêkaniyê û Girê Sipî gelê me ye. Niha armanca me ya yekem ew axa hatiye dagirkirin em çawa dikarin paşve vegerinin e. Disa çareseriya pirsgirêka penaberên di kampande dijîn e.”