7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dixwaze gel koç bike’

Xalid Gulo

Serokê Ofîsa Kar û Barên Penaber û Koçberan Şêxmûs Ehmed têkildarî êrîşên li ser Rojava got: “Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan aşkera gotin ku dê êrîşî navendên xizmetguzariyê bikin û dê êrîşî çavkaniyên jiyanê bikin. Armanc valakirina herêmê û dagirkirina Kurdistanê ye.”

Dewleta tirk 23’yê kanûna 2023’yan êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 4 rojan de 40 êrîş pêk hatin û 7 ji wan bi balafirên şer û 33 jî bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî pêk hatin. Cihên hatine hedefgirtin piranî navendên xizmetguzarî, enerjî, nexweşxane û cihên sivîlan e. Di êrîşan de 8 sivîl hatin kuştin û  18 sivîl jî birîndar bûn. Zirarek mezin pêk hat û gel ji mafê enerjiyê, ceyran, av û dermankirinê bêpar mane. Serokê Ofîsa Kar û Barên Penaber û Koçberan Şêxmûs Ehmed têkildarî êrîşên li ser Rojava nirxandinên girîng kir.

Şêxmûs Ehmed armanc û encama êrîşan nirxand û wiha got: Ev êrîş ne ya destpêkê û ne jî ya dawî ye. Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha gelek kesan dest avêtin şoreşê û xwestin şoreşê li gorî xwe bi teşe bikin. Herêma me bû qada êrîşan. Bi taybetî dewleta tirk xwest êrîşan zêde bike. Her tim siyaseta me xwest bi dostanî nêzîk bibe û di navbera sînorê me û Tirkiyeyê de têkiliyek li ser dostanî, civakî û aramî pêş bikeve. Lê dewleta tirk ewil bi rêbazên cuda wekî bîrdozî û ragihandinê şer pêş xist. Piştî 2015’an û şûnde Tirkiye derbasî axa Sûriyeyê bû. Dewleta tirk ket Minbicê. Piştre Cereblûsê derbas kir. Di serdema Osmaniyan sala 1516’an de bi Şerê Mercîdabikê Osmanî sinor derbas kir. Niha jî bi ketina Minbicê dîsa xwest sînor derbas bike û Sultaniya xwe ava bike.”

Bi rêya DAIŞ’ê dikevin herêmê

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku Tirkiye li herêmê raste rast derbasî Rojava nebû û wiha axivî: “Bi rêya çeteyên girêdayî xwe yên wekî Cebetul Nusra, DAIŞ û gelek çeteyên din xwest hêza xwe li ser axa Rojava mayînde bike. Di 2014’an de DAIŞ’ê li dijî Kobanê şerekî pir hovane meşand. Lê gelê rojavayê Kurdistanê bi taybetî xwe bi rêxistin kir û li dijî van êrîşan rawestiya. Di çileyê 2018’an de artêşa tirk derbasî axa Efrînê bû. Di 18’ê adara 2018’an bi temamî ketin Efrînê. Di 2019’an de Girê  Spî û Serêkaniyê dagir kir. Êrîşên wan ên li dijî Rojava didomin. Dema ji qada bejayî êrîş nakin, vê carê bi taybetî di qada hewayî û bi taybet bi balafirên bêmirov êrîş dikin. Li herêmên ku dagir kirine, wekî Serêkaniyê, Girê Spî, Şehba Efrîn rojane bi tang û topan êrîşî herêmên xweser dikin.”

‘Dixwazin gel koçber bikin’

Ehmed, bilêv kir ku dewleta tirk armanc dikin ku destkeftiyên gelê herêmê tune bikin û wiha berdewam kir: “Bi taybetî yekitiya gelên kurd, ereb, turkmen, suryan û ermenan ji hev qut bikin. Dixwazin gelan bînin beramberî hev û koçber bikin. Çend roj berê peymana civakî li vir hat îmzekirin. Her ku li herêma me gavên çareseriyê û demokratîk û xweser tên avêtin, dewleta tirk jî êrîşî herêmê dike.”

‘Armanc dagirkirina Kurdistanê ye’

Ehmed, bilêv kir ku dewleta tirk, Îran û Rûsya di civînên Soçî, Astana û yên li bajarên din pêk dianîn, bi taybetî li dijî çareseriya Rojava bûn û wiha lê zêde kir: “Armanca van civînan dagirkirina hemû axa Kurdistanê ye. Çar alî bûbûn yek ku destkeftiyên rojavayê Kurdistanê tune bikin û binpê bikin. Li ser navê dewletên din dewleta tirk erka tunekirina destkefiyên gelên Rojava da ser milê xwe. Lê dewleta tirk nekaribû destkeftiyên Rêveberiya Xweser tune bikin. Dijberî vê yekê gel bêtir xwe bi rêxistin kir û li destkeftiyên xwe xwedî derketin.”

Gotin ‘Em ê êrîşî xizmetê bikin’

Şêxmûs Ehmed, destnîşan kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan aşkera gotin ku dê êrîşî navendên xizmetguzariyê bikin û dê êrîşî çavkaniyên jiyanê bikin û ev agahî dan: “Me dît ku balafirên şer êrîşî navendên xizmetê kirin. Armanca hemû rengê êrîşan vala kirina herêmê bû. Xwest ciwanan koç bike. Ji ber ku ciwan agirê şoreşê ne. Ew ciwanên kurd, ereb, karin hêzek hevpar di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ava bikin. Dikarin DAIŞ’ê têk bibin. Ji ber vê yekê bi rêbazên cuda yên wekî tiryak, hişbir, vekirina deriyên sînoran ku ciwan koçî welatên derve bikin, pêş xistin. Şer pêş xistin. Dewleta tirk bi ser neket, vê carê gotin ‘Em ê êrîşî çavkaniyên jiyana wan bikin.’ Ev çavkanî îstasyonên petrol, av, ceyran, nexweşxane û depoyên zexîreyan in. Bi salan e çemê Firatê ji ser Rojava qut kirine. Ava Elok qut kirin. Bi qutkirina ava Elok 1 milyon û 200, 1 milyon û 500 hezar mirov ji ava paqij bêpar hiştin. Vê yekê jî têra wan nekir, vê carê bi balafirên şer ên bêmirov li çavkaniyên jiyanê xistin. Balafirên şer li îstasyonên av, ceyran, petrol û gazê xistin. Li nexweşxaneyan xistin. Li dibistanan xistin. Xwestin jiyanê bitevizînin. Di destpêkê de jî û niha jî li depoyên genim xistin. Ji bo jiyanê bitevizînin serî li hemû cûreyên êrîşan dan. Dema bixwazin miletekî bikujin, beriya her tiştî çavkaniyên wan tune dikin.”

Milyon û nîvek mirov bêceyran man

Şêxmûs, bal kişand ser zerar û ziyana li herêmê û wiha ev zanîn parve kir: “Zirara madî pir zêde bû. Di van êrîşan de alav û amûr tevan zirar dît. Xera bûn. Alavên ku zerar dibînin û xera dibin careke din nayên çêkirin. Anîna van alav û amûran a herêmê gelek zor û zahmet e. Ji bo her amûrekî tenduristiyê bi sed milyon dolaran pere lazim e. Cihên xizmeta tenduristiyê yên taybet kirin hedef. Yek ji navendên xizmeta tenduristiyê cihê şuştina gurçikan bû. Kal û pîrên ku gurçikên wan qirêj dibin, tên li vir dişon. Desteya tenduristiyê 2 sal berê navendek şuştina gurçikan li Qamişloyê vekir. Lê ev jî kirin hedefa êrîşan. Gelek nexweş hene divê heftê rojekê gurçikên xwe bişon. Ji ber êrîşî nexweşxaneyê kirin, welatiyekî 65 salî yê bi navê  Ehmed Xidir, ji ber nekarîbû dîsa gunçika xwe bişo, jiyana xwe ji dest da. Navenda oksijenê kir hedef. Nexweşxaneyên taybet dike hedef. Dîsa îstasyonên petrolê ceyranê dikin hedef. Pêdiviya gel ji bo sotemeniyê û çandiniyê pêdiviya wan bi petrole hene. Di encamê de derbê bêhesab in. Milyonek û nîv mirov ji ber êrîşan bêceyran man.”

Şam û Enqereyê hevkarên hev in

Şêxmûs Ehmed bi taybetî bal kişand ser armanca êrîşên dawî û wiha pêde çû: “Di serî de armanc dikin ku gelê herêmê koçber bikin. Dixwazin gel û rêveberiya xweser bînin hemberî hev. Rejîma Şamê jî vê yekê dixwaze. Di  navbera Şam û Enqereyê de hevkariyek heya. Bi van êrîşan armanc dikin ku DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin.”

Şêxmûs Ehmed, bal kişand ser bêdengiya dewletên navdewletî de û got: “Tirkiye endamê NATO’yê ye. Dewletek sereke ye. Hevkariya Tirkiye û NATO’yê heye. Koalîsyona Navdewletî û Tirkiye hevkarên hev in. Wezareta Karên Derve ya Amarîka bertekên lawaz nîşan da. Tirkiye di sala 1954’an de peymana Cenevreyê îmze kiriye. Li gorî vê peymanê divê navendên xizmeta civakê zerar nebinin. Wekî îstasyonên av, ceyran, petrol û hwd. divê zirarê nebînin. Bi taybetî divê nexweşxane neyên bombekirin. Tirkiye jî ev yek îmze kiriye. Heta niha Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê li dijî van êrîşan bertekên xwe neanîne ziman. Dewletên din jî li dijî êrîşan helwestek nîşan nedane.

Pêwîstî bi helwestek hevpar heye

Şêxmûs Ehmed, herî dawî bal kişand ser helwesta gelê kurd û partiyên kurdan ên li dijî van êrîşan jî nirxand û wiha bi dawî kir: “Civaka kurd li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan dan. Dîsa li Başûr bertekên xwe anîn ziman. Li Rojava 33 partiyên kurd daxuyaniyek hevpar dan. Divê partî û civaka kurd li dijî van êrîşan xwedî helwestek hevpar û xurt bin. Ev daxuyaniyên li Bakur têr nake. Di sala 2014’an yekitiyê sînor derbas kir. Mijar tevahiya gelê kurd tevahî ye. Divê helwesta me yek be. Divê sazî û gelê me hişyar bin. Rojava bûye qubleya gelê kurd. Bi sedan ciwanên me ji çar parçeyên Kurdistanê hatin li vir şehîd bûn. Divê nirxên kurd bên parastin. Divê gel di bin baneyê KNK’ê de helwesta xwe nîşan bide. Divê desteka gelê Bakur bêtir xurt pêş bikeve. Li Rojava gelê kurd, ereb û suryan bûne yek û ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak. Divê gelê Bakur bêtir li dijî van  êrîşan derkevin.”