5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser li 150 navendan Tirkiye gilî kir

Rêveberiya Xweseriya a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dosyaya ku têkildarî êrîşên dewleta tirk amade kiribû pêşkêşî zêdetirî 150 sazî, rêxistin, partî û kesayetên navneteweyî kir.

Ji 23’ê kanûna 2023’an heta niha artêşa tirk sînoran îhlal dike û êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Artêşa dewleta tirk ku qanûnên şer îhlal kir û derbasî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, piştî 23’ê kanûna 2023’an gelek navendên xizmetguzarî, perwerde, tenduristî û aborî bombebaran kirin. Di encamê de 10 welatî hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

4 nûnertiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî êrişan dosyayek ji rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, mirovî, wezaretên karên derve yên Ewropayê, nûnertiyên welatên Ereb û yên Ewropayê, her wiha Parlamentoya Ewropayê, partiyên siyasî û kesayetên siyasî re şand. Nivîsgeha serokatiyê, serokê parlamento, rêxistinên navneteweyî yên li Awisturyayê û nivîsgehên wê, rêxistinên mirovî û alîkariyê jî di nav de, Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Awisturayayê dosya ji 116 aliyan re şand.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropayê jî dosya ji nivîsgeha sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guteress, cîgirê sekreterê giştî yê NY’yê Martin Griffiths, nivîsgeha nûnerê NY’yê yê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pederson, 9 nûnerên rojava û Ewropa, Meclisa Mafên Mirovan a NY’yê, Komîteya Lêkolînan a NY’yê, Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Human Rights Watch re şand.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a welatên Yekitiya Benelûksê (Belçîka, Holanda û Luksemburg) dosya ji nûnertiyên Yekitiya Ewropayê, nûnerên Parlamentoya Ewropayê yên Belçîka û Holanda, Nivîsgehên Neteweyên Yekbûyî, nivîsgehên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Human Regths Watch, hejmarek rêxistinên navneteweyî yên li Brukselê, balyozxane û nûnertiyên welatên Ereban ên li Belçîkayê re şand.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Skandînavyayê dosya ji partiyên siyasî yên Swêdê, komîteyên wezaretên karên derve û parastinê yên Swêdê, Navenda Palme ya Navneteweyî, Navenda Swêdê ya Lêkolînên Derve û Parastina Stratejîk û Wezareta Karên Derve ya Norwêcê û Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê re şand.