11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyanet li aliyê nîjadkûjiyê cih digire

Parlementer Varlî diyar kir ku Diyanet li dijî cînayetên kiryar nediyar ên li vî welatî derneket û wiha got “Diyanet jî wekî desthilatdariya AKP- MHP ku ji pêvajoya polîtîkayên Îskanê ve li cem nîjadkûjiyê cih digre.”

27’emîn danişîna Doza Kobanê di 1’ê tebaxê de dest pê kir. Piştî danişînê dest pê kir, Serokatiya Karên Diyanetê sînorên xwe yên hatine diyarkirin derbas kir û xwest tev li danişîna Doza Kobanê bibe. Diyaneta alîgirên polîtîkayên desthilatê ji dadgehê re nivisek şand. Di nivisê de angaşt ku bi dehan mizgeftên li Mêrdîn, Amed, Colemêrg û Şirnexê ji aliyê endamên rêxistinê ve hatine texrîbkirin.

Tekildarî mijarê parlemetera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulderen Varlî  ji rojnameya me re axivî. Gulderen Varlî diyar kir ku kurd ji bo parastina can, mal, ax, namûs û heta rûmeta hemû cîhanê, li dijî DAIŞ’ê  têkoşiyan û got: “Wê ev têkoşîn bi hezar salan neyê jibîrkirin. Ev wehşeta ku DAIŞ’ê jî kiriye 100 salê din jî nayê jibîrkirin. Diyanetê angaşt ku wan ji aliyê olî ve zerar dîtine û li dijî kurdan, li aliyê zalimkaran cih girtin. Rêxistina terora DAIŞ’ê ku piştgîrî ji dewletê girt, li dijî olê Îslamê heqaret û antîpropaganda ye.”

Diyanet ker, kor û lal e

Varli di axaftina xwe de bi lêv kir ku diyanet li dijî hovîtiya ku li Kurdistanê diqewimîn ker, kor û lal e. Varli da zanîn ku diyanet li cem kiryaran cih digre û  wiha got: “Gelê kurd ji bilî hebûna xwe, bi têkoşînê xwe navê baweriya Îslamê ya bexşîner û çanda aştiyê parastin. Kurdan ev yek nîşanî hemû cîhanê daye. Diyanet jî wekî desthilatdariya AKP- MHP’ê ku ji pêvajoya polîtîkayên Îskanê ve li cem nîjadkûjiyê cih digre. Deshilatdar berxwedana li Kobanê ji nedîtî ve dihatin û digotin ‘Kobanê ket dê bikeve.’ Diyanet ne dîmenên hilweşandinê, ne cenazeyên ku bi postayê dihatin Kurdistanê û ne jî cenazeyên Dayika Taybet ku 7 rojan li kolanê man û kesî nikaribû bi çûya ser dît.”

Bingeha îslamê hejand

Parlementer Varli got ku dema cenazeyên Dayika Taybet 7 roja li kolanê ma diyanetê  tu hest û helwest nîşan neda û wiha pê de çû: “Diyanet ji bo çi dixwaze bibe alîgirê vê dozê? Gelo ji bo her du leşkerên ku ji DAIŞ’ê reviyan û xwe şewitandin? Yan jî ji bo zarok û jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve serê wan hat jêkirin û kuştin? Ji bo kesên nemusilmanin ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li kûçeyan serê wan hat jêkirin dixwaze di dozê de cih bigre. Gelo ji bo jinên ku DAIŞ’iyan tecavûzî wan kirin û ew kirin kole? Diyanet dixwaze  ji bo ji van kîjan qetlîamên ku bingeha Îslama hejand bikeve dozê? ”

Pozîsyona diyanetê

Varlî  diyar kir ku  rêxistineke olî divê tenê ji bo berdana kurdan tev li vê doza plangerî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo  sedan cînayetên kiryar nediyar ên li vî welatî derneketin û gotinek jî negotin. Xûya ye ku diyanetê rastî û dûraqilî tevlihev kiriye û ketiye rêya dûraqiliyê. Divê rêxistineke olî tenê ji bo berdan kurdan tevlî vê doza plangerî bibe. Tenê navekî vê dozê heye. Ev doza kurden ku li dijî DAIŞ’ê bi rûmetî têkoşiyan bi rêbaza DAIŞ’ê tên cezakirine. Wê çaxê agahiya diyanetê jê heye ku di kîjan pozîsyonê de cih digire.”

27’emîn rûniştina doza Kobanê ya ku Hevserokên Giştî yên HDP yên berê Fîgen Yuksekdag û Sellahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 parlementer, rêveber û endamên HDP’ê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di 1’ê mehê de pêk hat.