28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyonên leşkerî li Mêrdîn û Liceyê didomin

Operasyonên leşkerî yên li Çiyayê Bagokê û li navçeya Liceyê didomin

Leşkerên ku li  Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê û navçeya Liceyê ya Amedê dest bi operasyonan kiribûn, operasyonên xwe yên li herêmê didomînin.

Walîtiya Mêrdînê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku çoltarên 9 gundên li dora Çiyayê Bagokê ya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin. Walîtiyê di daxuyaniyê de got ku ji 4’ê tebaxê heta 18’ê tebaxê ketina gundên Xarabalî, Hibab, Badibbe, Ewşî, Elin, Arboi, Yol, Şekrin û taxên li çoltarê Dêrikê hatine qedexekirin. Piştre jî li herêma Çiyayê Bagokê bi piştgiriya helîkopteran operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Walîtiyê bi daxuyaniyekê nû ragihand ku biryara “herêma ewlehiya taybet” hatiye rakirin. Walîtiyê destnîşan kir ku biryar îro ji saet 11.40’ê ve hatiye rakirin. Lê çavkaniyên herêmê diyar kirin ku operasyon û lêgerîna leşkerî ya li herêmê didome.

Leşkeran li Liceyê dest bi operasyonê kirin

Li gundê Dêrqam a navçeya Licê û gundê Hure û mezraya wê Beteytê ya navçeya Hênê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, bi destpêkirina operasyona leşkerî re li ser rêyên gund û mezrayê wesayîtên bizirx û yên sivîl hatine bicihkirin. Çavkaniyan da zanîn ku liv û tevgera wesayîtên leşkerî ya li ser Rêya Amed û Çewligê zêde bûye.