28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanan li dijî şer dest bi têkoşînê kirin

Meclisa ciwanên Partiya Çepên Kesk, li dijî şer dest bi kampanyayê kirin

Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Senem Erîş destnîşan kir ku wan dest bi kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” kirine û dê bi têkoşîneke mezin tecrîdê bişkînin

Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, ji bo xebatên serdema nû, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiyan. Ciwanan beriya civînê daxuyanî dan. Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Senem Erîş daxuyanî xwend. Erîş, diyar kir ku di encama polîtîkayên îktîdarê de xweza tê talankirin, îradeya gel bi rêya qeyûman tê xespkirin û wiha got: “Her roj li dijî jinan û destkeftiyên jinan êriş tên kirin. Keda kedkaran tê xwarin. Roj bi roj şer girantir dibe.”

 ‘AKP’ê li dijî kurdan şerekî tund dimeşîne’

Erîş anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê li hundir û li derve li dijî kurdan şerekî bênavber daye destpêkirin û wiha axivî: “Sedema krîzan piralî yên Tirkiyeyê jî şerê li dijî kurdan e. Di bingeha polîtîkayên şer de jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê heye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bi xwe re şer tîne û şer jî xizanî û hejariyê tîne. Ji ber vê yekê yê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin ne birêz Abdullah Ocalan lê gelên Tirkiyeyê ne. Hewl didin tevahiya civakên Tirkiyeyê li Îmraliyê bênefes bihêlin. Em dîsa dibêjin ku em ê tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin qebûl nakin û ji bo azadiya gelan em ê rêxistiniya xwe mezintir bikin û tecrîdê ji holê rakin.”

‘Tacîz û tecawiz bi destê dewletê tê kirin’

Erîş di  berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê û wiha dirêj kir: “Desthilad hewl dide civakê bi zextan pûç bike. Hewl dide ciwanan bi rêya polîtîkayên şerê taybet ji rol û rista wan a dîrokî dûr bixe. Di serî de ciwanên kurd, bi rêya spor, huner, rêzefîlmên TV’an, nûçe û hwd. bîrdoziya xwe di nava ciwanên Tirkiyeyê de belav dike. Di nava 10-15’ên dawî de gelemperî li ser rêzefîlmên ku polîs, leşker, mafya û malbatên netewe-dewletê pîroz nîşan didin diweşîne. Hewl didin qehremantiyên sexte, dagirkerî, talankerî û hwd. li ber ciwanan şirîn bikin. Bi van rêbazan dixwazin ciwanan bikin xulamên vê pergalê. Aliyê herî xetere yê şerê taybet jî belavkirina tiryak û fihûşê ye. Ji bo ku mejiyê ciwanan tevlihev bikin û ji polîtîkayê dûr bixin, bi zanebûn belav dikin. Tacîz û tecawizên li dijî jinên ciwan jî bi destê leşker û polîsan tên kirin. Bûyerên Gulistan Doku û Îpek Er, delîla herî şênber a polîtîkaya dewletê ya li Kurdistanê ye. Weke ciwanan em ê li dijî vê bêdeng nemînin. Em ê li dijî kesên di nava gelê me de tiryak û fihûşê belav dikin bisekinin.”

‘Em ê şopdarên Kemal û Mazluman bin’

Erîş, herî dawî bal kişand ser pêşengên tevgera azadiyê û wiha bi dawî kir: “Em ê mîrasa têkoşîna azadiyê ya ku me ji rêhevalên xwe Hakî, Kemal, Mazlum û Îbrahîman dewr girtî hêj mezintir bikin û vê pergala reştarî ji holê rakin. Em ê vê pergalê biguherînin. Li vir radigihînin ku li dijî her cureyên şerê taybet em kampanyaya ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’ didin destpêkirin. Dê meclisa me xebatên xwe yên serdema nû di çarçoveya vê kampanyayê de bimeşîne. Em ê têkoşîna xwe di vê serdemê de hêj mezintir bikin. Weke meclisa ciwanan em ê li gel rêhevalên xwe yên çep, sosyalîst û şoreşger têkoşîna xwe mezintir bikin. Heta ku em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ji holê radikin jî dê berxwedana xwe bidomînin. Em ê li dijî tiryak, zîhniyeta nêrza, talankirina ekolojiyê, pişaftina çandî û her cureyên bîrdoziya ciwanan ji eslê xwe dûr dixînin bisekinin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku di çarçoveya kampanyaya me de li dijî şerê taybet,  berxwedanê mezintir bikin, xwe bêhtir birêxistin bikin û tev li têkoşînê bibin.”