3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger 15 sal ceza ji Halîsa Aksoy xwest

Dozgerê komarê yê Amedê angaştnameya der barê Halîse Aksoy a girtî tê darizandin de amade kir. 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê angaştname qebûl kir. Dozger hevdîtina Aksoy a bi parêzer û keça xwe re wekî sûc dît. Dozger heta 15 salan cezayê girtîgehê ji bo Aksoy xwest

Dozger angaştnameya Halîse Aksoy a ku girtî  tê darizandin amade kir. Dozger di angaştnameya Halîse Aksoy a hestiyên kurê wê di qutiya kargoyê de hatin teslîmkirin de heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Dozger têkiliya Halîse Aksoy a bi keç û parêzerên wê re wekî sûc qebûl kir.

Raya giştî Halîse Aksoy, bi cenazeyê kurê wê Agît Îpek ê li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî bi kargoyê jê re hatibû şandin nas dike. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin û di 28’ê Nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Der barê Halîse de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê dixwaze. 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê aganştnameya der barê Halîseyê de qebûl kir.

Polîs sê sal in malê dişopînin

Di angaştnameyê de derket holê ku piştî 2 mehan wergirtina hestiyên kurê wê ya di 2’yê adara 2020’î de tîmên Miduriyeta Polîsan a Amedê mala wê ya nû hatiye şopandin û bi îxbarekê bi ser malê de girtine. Dozger di angaştnameyê de diyar kir ku endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî  yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rojekê piştî îxbara di 23’yê kanûna 2020’î de hate kirin li mala Halîseyê hatin binçavkirin weke “endamên rêxistinê” hatin pênasekirin. Lê qala berdana her çar endamên HDP’ê ya di heman rojê de û biryara neşopandinê ya derbarê Halîseyê de nehate kirin.

 Xurekên serdema pandemiyê jî wekî sûc hat dîtin

Di îdianameya ku şahidê vekirî Umît Akbiyik îddia dike ku ew “maleke pêbawer” e û “mala pêbawer a rêxistinê ye” tê îdiakirin ku siyasetmedar jî di nav de bi dehan kes li mala ku tê îddiakirin “veşartî ye û pê bawer e” dimînin. Di îdianameyê de navên kesên ku di îfadeyên Umît de û di lêpirsîna polîsan de li ‘mala pêbawer’ a Halîseyê mane jî hene. Hat diyarkirin ku E.K., H.B.K., H.D, C.Y., N.O., S.A., A.P., B.Y., B.U., S.A., M.S.A., Z.K., V.B., H.G., S.A., A.C., D.K. li mala Halîseyê mane. Di îddianameya ku gelek ji wan hêj jî bi awayekî çalak siyasetê dimeşînin weke “endamê rêxistinê” cih digirin de hate îddiakirin ku Halîseyê bi wergirtina van kesan a malê “ji bo endamên rêxistinê cihêkî pêbawer peyda kiriye”. Her wiha alîkariya xurekê ku Halîseyê di pêvajoya pandemiyê de ji bo hewcedar bû wergirtiye jî di nava sûcdariyan de cih girt.

 Bi têkiliya rojnamevanên ku pê re hevpeyvîn kirin hate sûcdarkirin

Di îdianameyê de cih dan van gotinên şahidê vekirî yên derbarê Halîseyê de “Kesa bi navê Halîse di hin deman de hevpeyvîn dikirin û bi rojnamevanan re hevdîtin dikir. Di van hevdîtinan de zêdetir ji ber lawê wê li çiya jiyana xwe ji dest da bi armanca propagandayê hevpeyvîn dikirin.” Halîseyê dîsa bi têkiliya rojnamevanên ku pê re hevpeyvîn kirin hate sûcdarkirin. Di îdianameyê de bi têkiliya rojnamevan Bêrîtan Canozer û Derya Ren ên piştî cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hate şandin pê re axivîn jî hate sûcdarkirin. Halîseyê her wiha bi hincetên sînyalên telefonan û qeydên HTS’ê têkiliya bi keça xwe Mizgîn Karataş û parêzerê wê Mehmet Oner re jî hate sûcdarkirin.

Îddiayên binakok ên şahidê vekirî

Di îdianameyê de îfadeyeke din a binakok bû ya kesê bi navê Serhat Karataş e. Di îdianameya ku dîroka îfadedayîna Serhat cih nagire de tê gotin ku Halîseyê di 10’ê adara 2019’an de çûye mala ku lê dimîne, lê Serhat îdia kiriye ku Halîseyê ji mala xwe ji bo xwepêşandêrên ku di salên 2015-2016’an de di dema qedexeya derketina derve de li kolana Sentoyê beşdarî pevçûnê bûne xwarin û vexwarin aniye. Di îdianameya ku gotinên Serhat ên “Dema me çalakî dikirin vê jinê ji me re nan, meqerne û şorbe dianî” tê de cih girt de hate îdiakirin ku Halîseyê “malbata nirxan e” û girteka vê jî di 20’ê adara 2023’yan li dosyayê hatiye zêdekirin.

 Sûcê ‘endamtiya rêxistinê’

Di îdianameyê de hate diyarkirin ku Halîseyê ji ber kurê xwe Agît Îpek ê hate qetilkirin û keça wê Ş.Î. ku hate diyarkirin tevli rêxistinê bûye, têkiliya wê bi rêxistinê re heye û di nava rêxistinê de weke “malbata nirxan” tê penasekirin. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku ji ber sûcên Halîseyê jê tê sûcdarkirin sûcê “endamtiya rêxistinê” kiriye.

 Heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin

Bi qebûlkirina îdianameya ku ji Halîseyê re ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin re danişîna dozê ya ewil dê di 6’ê cotmehê de bê lidarxistin.