3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyanetê jî cih neda zimanê kurdî

Serokatiya Karên Diyanetê di nava 8 vebijêrkên ziman de cih neda zimanê kurdî. Beriya niha Wezareta Tenduristiyê jî cih dabû gelek zimanan lê kurdî di nava vebijêrkên zimanan de cif negirtibû

Piştî Wezareta Tenduristiyê, Serokatiya Karên Diyanetê jî di vebijêrkên ziman de cih neda kurdî. Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de daxuyaniyek parve kir ku di çarçoveya xebatên hevkar ên bi Ofîsa Veguherîna Dîjîtal a Serokkomariyê tên kirin de xutbeyên serokatiyê yên rojên înê û cejnan dê bi 8 vebijêrkên zimanan li ser Deriyê e-Dewletê cih bigire.

Di nav vêbijêrkên zimanan de tirkî, erebî, almanî, fransizî, ingilîzî, îspanyolî, îtalyanî û rûsî cih digirin. Lê kurdî di nava vebijêrkên zimanan de cih negirt.

Hêjayî gotinê ye ku di Qurana pîroz de di ayetên ku gotinên Xweda ne de dibêje: ‘Me hûn qewmên cuda dane vê dinyayê û me zimanê we jî ji hev cuda kiriye’. lê li vî welatî berevajî gotinên Xweda her dibêjin yek ziman û yek milet.