4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyan ji Nobeta Edaletê re peyam şand: Yan azadî yan azadî

Çalakiyên Nobeta Edaletê li gelek bajaran berdewam dike. Di peyama girtiyan de hate destnîşankirin ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were dê çalakî bidomin.

Bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin didome.

Amed

Nobeta li Amedê bi dirûşmeya “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî ji zindanan re bibin deng” li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rezanê hatiye destpêkirin di roja 5’an de didome. Di çalakiya nobetê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” û “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin. Rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HEDEP’ê serdana nobetê kirin.

Dayikên ji çalakgeran pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin, ji bo diyariya serê salê ya ji Abdullah Ocalan re dest bi çêkirina êlek û qazaxan kirin. Dayikên ku xwestin êlek û qazaxên çêkirine bigihin Abdullah Ocalan, xwestin ku zilma li ser kurdan bi dawî bibe.

Mêrsîn

Parlamenterê HEDEP’ê Alî Bozan û gelek endamên partiyê tev li nobeta li Mêrsînê bûn. Hevserokê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş ê di nobetê de axivî, wiha got: “Nobetên me li Edene, Mêrsîn, Wan û Amedê berdewam dikin. Lê divê ev bên zêdekirin.”

Altûntaş, peyama ji girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê di çalakiya greva birçîbûnê de ne hatiye xwend. Di peyamê de hate destnîşan kirin ku çalakî heta encam bigire wê berdewam bike. Di peyamê de wiha hate gotin: “Yan azadî yan azadî. Bijî berxwedana zindanan.”

Çalakiya nobetê bi gotina stranan a dayikan û kesên tevlibûyî berdewam kir.

Edene

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP’ê, HEDEP’ê û HDP’ê û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê ya li avahiya TUAY-DER’a Akdenîz Edeneyê berdewam dike bûn. Di çalakiyê de azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hate destnîşankirin. Çalakiya nobetê ya li vir bi stranan berdewam kir.

Wan

Li Wanê jî çalakiya di avahiya rêxistina DBP’a Bajêr de tê meşandin di roja 4’emîn de ye. Serdanên ji bo çalakiyê bi awayekî zêde berdewam dikin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên navçeya HEDEP’a Elbakê, endamên Navenda Çandê ya Aryenê, şêniyên taxên Beyuzumu û Seyrantepeyê û gelek kesan piştgirî dan nobetê.

Di çalakiya nobetê ya her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin de rêveberê HEDEP’a Elbakê Ertûgrûl Korkmaz axivî. Korkmaz, wiha got: “Di kesayeta malbatên girtiyan de dixwazin ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin.”