3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeha Karabukê kirine navenda şerê taybet

Malpera Welat ku li ser înternetê rojane weşanê dike, der barê Girtîgeha Tîpa T a Karabukê nûçeyek parve kir. Li gorî nûçeya Welat rêveberên girtîgehê xwe wekî dewlet pênase dikin û girtiyên ku 30 sal cezayê wan qediya ne jî bi awayekî keyfî berdana wan taloq dike.

Li gorî nûçeya malpera welat zext û tundiya li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê zêde buye. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên malbatan, dane Malpera Welat, bi hatina midurê yekemîn Mustafa Ozturk û dozger Muhsîn Uysal bûye navenda endamên şerê taybet. Endamên şerê taybet zêdirî salekê ye înfazên girtiyên 30 salên xwe tije kirine bi awayekî kêfî taloq dikin û ji girtiyan re dibêjin; “Em dadgehê û hikûmetê nas nakin. Li vir dewlet em in. Li vir biyarên me derbas dibin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê tecrîda mutleq a ku li dinyayê mînaka wê tuneye li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dimeşîne û zêdetirî 33 meh in jî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Ev tecrîda ku li Îmraliyê dan destpêkirin li hemû girtîgehan û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê belav kirine. Ji van girtîgehên ku kirine navenda şerê taybet yek jê Girtîgeha Tîpa T a Karabukê ye. Bi taybetî jî bi hatina midurê yekemîn Mustafa Ozturk û dozger Muhsîn Uysal li gorî kêfa xwe biyaran digirin û girtîgeh veguherandine êşkencexaneyê.

Midur û dozger li pey provokasyonê ne

Girtiyan bi rêya malbatên xwe derbarê zext û zordariya li ser tê meşandin de agahî dan. Malbatan diyar kirin ku midur û dozger li pey derxistina provokasyonê ne û ev tişt anîn ziman: “Midurê yekemîn Mustafa Ozturk û dozger Muhsîn Uysal li girtîgehê bi hişmendiya Esat Oktay Yildiran tevdigerin. Girtiyên me dibêjin ev herdu kes ji wan re gotine ku ew bi peywira taybet hatine vir. Ev jî nîşan dide ku herdu kes ji hêla şerê taybet ve hatine peywirdarkirin. Di van demên dawî de ji girtiyan re ev tişt gotine; ‘Hûn serî li ku didin bidin ne xem e. Dadgeh an jî hikûmet çi biyarê digirin jî ne di xema me de ye. Em biryarên wan nas nakin. Li vir tenê biryarên me derbasdar e. Em çi bibêjin hûn ê bi ya me bikin. Li vir dager jî hikûmet jî dewlet jî em in. Jiyana we di destên me de ye.’ Bi vî awayî hewl didin provokasyonan derxin. Ji ber hewldanên van herdu kesan em bi fikar in. Heke tiştek bi serê girtiyên me de bên ev herdu kes berpirsyar in.”

31 sal in nayên tehliyekirin

Endamên şerê taybet ne tenê gefê li girtiyan dixwin, her wiha girtiyên 30 salên xwe tije kirine ev zêdetirî salekê ye bi awayekî kêfî bernadin. Herdu endamên şerê taybet her carê salek an jî 6 mehan cezayê girtiyan taloq dikin. Hin girtiyên li girtîgeha Karabukê zêdetirî 31 salên xwe tije kirine û hê jî ne diyar e ku wê kengî serbest bên berdan. Girtiyên ku înfaza wan bi awayekî kêfî tên şewitandin ev in: “Ejder Dogan, Mustafa Karakay, Aydin Kûdat, Abdurrahman Guner, Mehmet Sarialtûn salek înfaza wan tên taloqkirin. Abdullah Ok 6 meh in înfaza wî tê taloqkirin. Halîl Temel, Adem Oktay, Mehmet Şîrîn Taşdemîr, Hakki Aygun û Kadrî Alkoς jî her carê 3 mehan taloq dikin.”