22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê: Guncav bê dîtin Îmralî dikare bê zîyaretkirin

Parlamenterên HEDEP’ê der barê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê dabû. Komîsyonê têkildarî serlêdana parlamenteran got: “Eger guncav were dîtin,  Îmralî dikare bê ziyaretkirin.”  

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) di 16’ê mijdarê de têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê dabû.

Di serlêdanê de hatibû diyarkirin ku li Îmraliyê tecrîda mutleq berdewam dike, girtîgeh ji komîsyonê re jî girtî ye û divê demildest were ziyaretkirin, divê ji aliyê malbat, parêzer û şandeyeke siyasî ve bê ziyaretkirin.

Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê îro bersiv da û diyar kir ku serlêdan li ber çavan hatiye girtin û ji ber rewşa heyî ji Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan agahî hatiye xwestin. Komîsyonê ji bo daxwaza lêkolîna Îmraliyê ya di cih de jî bersiv da. Komîsyonê di bersîvê de wiha got: “Derbarê giliyên we de, lêkolînkirina di cih de ya ji aliyê ‘Komîsyona Jêr a Lêkolînê ya Mafên Girtî û Hikumxwaran’ ve were kirin, heke ji aliyê Komîsyona Jêr ya weke şande peywîra xwe dike ve guncav were dîtin pêkan e. Ji ber vê yekê serlêdana we ji bo pêwîstiya wê were bicihanîn ji aliyê komîsyonê ve hate qeydkirin.”