30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên Girtîgeha Sîncanê: Dem dema xwedîderketinê ye

Girtiyên jin Selver Îspir û Ayşe Topçu ku li Girtîgeha Sîncanê di greva birçîbûnê de nin, diyar kirin ku êdî dema xwedîderketina li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hebûna Gelê Kurd e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, bi koma 2’yemîn re kete roja 12’yan. Selver Îspir û Ayşe Topçu yên di koma duyemîn a greva birçîbûnê de ne û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ne, peyam şandin. Ajansa JINNEWS’ê xwe gîhand malbatên girtiyan û peyamên girtiyan kirin nûçe.

‘Serok, girtî û gerilla li ber xwe didin, êdî dereng e’

Selver Îspîr, di peyama xwe ya ku di JINNES’ê de hat parvekirin wiha got: “Bi salan e em ji serokê xwe, sedema hebûna xwe agahî nagirin. Heger ku hebûna gelekî bi Serokekî re wate dibine, divê xwedîderketin jî ewqas eşkera û ewqas werek û li gorî rûmetdariya Gele Kurd bibe. Serok li ber xwe dide, gerîla li hember hemû qirkirin, tunehesibandin, çekên kîmyewî, êrişên derveyî ehleqî şer li ber xwe dide. Girtî li zindanan de ligel hemû êriş û astengiyan li ber xwe didin. Êdî dem dema sekinandin, bendewariyê nîne. Dem dema ku Gelê Kurd bi hêz û rûmet deriyê xwe li serokê xwe hebûna xwe xwedî derketinê ye. Gavek şûnde rojek şûnde, demek şûnde dereng e. Li hember komploya sedsalê encax berxwedaneke bêemsal encam digire. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li xwe, hebûna xwe, serokê xwe derkevin.”

 ‘Pêwiste her kes rabe ser piyan’

Ayşe Topçû jî wiha nêrînê xwe anî ziman: “Li ser rêberê me tecrîdeke li dijî mirovatiyê tê meşandin. Tecrîd li her deverê welatê me bi îmha, înkar û qirkirinek dijwar pêk tê. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe pêwiste hemû gel rabin ser piyan û bêjîn êdî bes e. Ez jî ji gelê me yê welatparêz mirovên zanist rewşenbîr û hunermendan bangewazî dikim. Werin em dest bidin hev, tecrîda li ser feylozofê serdemê rêberê me bi dawî bikin. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe em ê her di nava çalakiyan de bin. Heya azadiya fîzîkî ya rêberê me pêk neyê rawestin jî ji me re tuneye. Ji bo vê jî bang dikim ku werin em dîlana azadiyê bi hev re bigirin. Aliyê din dixwazin bibîr bînim; ev tecrîda tenê ne pirsgirêka kurd e, tenê li ser wan nayê meşandin. Îro li Tirkiyeyê hela hiqûq, aborî, çapemenî, siyaset, civak û zindanan de bandora tecrîdê heye. Çareseriya vê pirsgirêkê de tenê gerilla şer bike, girtî bikevin greva birçîbûnê nîne. Malbatên bi nirx ranebin ser piyan dê encameke xurt dernekeve. Pêwiste tevahiya gelê me, dostê me rabin ser piyan ku em bi ser kevin.”