21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DTO’yê piştgirî da xebatkarên tendirustiyê

Odeya Tabîban a Amedê bi boneya piştgiriyê bide Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê li avahiya xwe çalakiya rûniştinê pêk anî.  

Platforma Ked û Demokrasiyê û Platforma Tenduristiyê yên Amedê, bi boneya piştgiriyê bidin endamên Konseya Navendî ya TTB’ê ku dadgehê ew ji peyvirê dûr xistin, li Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) çalakiya nobeta piştgiriyê li dar xistin. Nûnerên EMS, Egîtîm Sen, Odeya Malî û Muşaviran û gelek nûnerên din beşdarî nobedê bûn. Çalakgeran li salona çalakiyê pankartên “Hekîmtî nayê darizandin” û “TTB nayê bêdengkirin” daliqandin. Seroka DTO’yê Elîf Tûran, diyar kir ku heta hevalên wan mefê xwe bi dest bixin, dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Em bi armanca piştgiriyê bidin hevalên xwe yên Konseya Navendî ku ji erka xwe hatine dûrxistin li vir in. Heta ku hevalên me dîsa li peyvira xwe vegerin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ê her tim û li her qadên jiyanê piştgiriya xwe bidomînin. Têkoşîna me her tim desthilatê aciz dike. Em ê dev ji rêya rast û heqîqetê bernedin. Heta niha TTB bêdeng nema. Dê ji niha û şûnde jî bêdeng nemîne.”

Çalakiya Nobeta piştgiriya endamên Konseya Navendî ya TTB’ê dê her hefte roja înê di saetên êvarê de bidome.