21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê PKK ji lîsteya terorê derxin

Komîsyona Hemwelatî ya Tirkiye Ewropa (EUTCC) li Parlamentoya Ewropayê 18’emîn Konferansa Kurd pêk anî. Konferansê di roja duyemîn de dewam kir.

EUTCC’ê bi sernavê “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” konferans pêk anî. Konferansê di roja duyemîn de berdewam kir. Di roja ewil de beşdarên kurd bi taybetî diyar kirin ku pêwiste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û PKK ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin.

Ji zanîngeha Bielefeldê Jan Yasin Sunca, anî ziman ku pirsgirêka kurd di heman demê de pirsgirêka ne aşbbûnê ye û wiha got: “Bingeha pirsgirêkan jî mijara mêtîngeriyê ye. Pirsgirêka gelê kurd di heman demê de pirsgirekek neteweyî ye. Her destkeftiyek gelê kurd ji bo dewletên din wekî gef tê dîtin. Dewlet vê tirsa xwe ji bo xwe mafdar derxe rewa dike. Di sala 2013’an de li Parisê 3 jinên kurd qetil kirin. Dixwazin meseleya kurd tenê wekî pirsgirêka ewlehiyê bigirin dest.”

Rojnamevan Amed Dicle jî di mijara sernavê  “Ewropa û Kêşeya Kurd: Berpirsiyariya dîrokî û bendewarî” de bal kişand ser lêgerîna kurdan a çareseriyê û wiha got: “Sed sal bi polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî kurdan derbas bû. Îro kurd zêdeyî 40 milyon mirov in. Gelê herî mezin ê bê dewlet in. Ji bo bibe aktorekî polîtîk bi salan têdikoşin. Di sala 1984’an de dest bi şerê çekdarî kir. Di ser destpêka şer re 40 sal derbas bûn. Rastiya şer ne ji aliyê dewletê ve û ne jî aliyê hikûmetê ve hat qebûlkirin. Lê hemû sazî û dezgehên dewletê li gorî rastiya şer xwe amade kir. Ji ber ku di kodên dewletê de li şûna çareseriyê, kaos û şer heye.”

Dicle, “herî dawî da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd tenê ne aborî û civakî ne û wiha got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêk ne tenê aborî ne. Ji bo Tirkiye têkeve ewropa û gavên demokratîk bên avêtin, teqez divê  pirsgirêkên kurdan ên siyasî /polîtîk bên çareserkirin.