30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fikrên Abdullah Ocalan bi çalakiya  ‘Roja xwendinê’ dest pê kir

Roja xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan bi felsefeya “Fikr û ramanên ku dîwarên zindanan hildiweşînin, nayên hepiskirin.” Li Cenevre ya Swêdê test pê kir.

Di 10’ê cotmehê de li tevahiya Cîhanê pêngava bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li 74 navendan dest pê kir. Ev hamle îro bi çalakî û şahiyên cuda berdewam dike. Di vê çarçoveya pêngavê de Roja Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan dest pê kir. Di çarçoveya “Roja Pirtûkên Ocalan ên Kurevî-Global Öcalan Books Day” de, şahiya li Cenevreyê, ji aliyê  tora Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Tora Serhildanê ve pêk hat. Pirtûkên ku ji bo felsefeya Modernîteya Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê avakirin, bigêje xwînerên xwe, gotubêjek hat lidarxistin. Aktîvîstê Tora Serhildanê Daniel Traub têkildarî şahiyê ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Şahiya Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan di çarçoveya hamleyê de rê bi çalakiyên rengîn bidome. Em bi vê çalakiyê dixwazin fikr û felsefeya Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bikin.”

Traub  herî dawî anî ziman ku ew dixwazin Ocalan di aliyê fizîkî de jî azad bibe.

Roja Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan dê li bajarên Zurih, Bern û Bellinzona jî berdewam bike.