3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyardeya diyalektîkî ya guherînê-ll

Di hemû pêkhateyên pêvajoyên çandê de diyalektîka ku bi serweriya xwe derdikeve pêş, hem di warê mekan û hem jî di warê demê de pîvan û hevgirtineke nirxbûyînê dide xuyakirin.

Weke ku tê zanîn têgeha “guhertin” bi taybetî di çaryeka sedsalê de li cîhanê hema bêje bûye ku qet ji ser zimanan nakeve. Hema hema her kes, sazî û derdor li ser pêwîstiya guhertinê di her warî de diaxivin. Lê belê, em di wê baweriyê de ne ku ji ber têgihîştina diyalektîka guherînê kêm tê fêhmkirin an jî têr nayê fêhmkirin, tê dîtin ku axaftinên bi vî rengî dibin sedema xeletiyan, dibe sedema xeteriyên berbelavbûyînê û heta mirov dikare bêje rê li ber xeteriyeke ku tu rêgez û pîvan ji mirovahiyê re nahêle. Bi taybetî ev xeterî ji bo civak û rêxistinên civakî zêdetir derdikeve pêş. Ji bo fêmkirina diyardeya guhertinê, beriya her tiştî divê bê fêhmkirin bê ka çi mayînde ye, çi diguhere û çi nayê guhertin. Carna bêyî ku em hin tiştan fêhm bikin dibêjin her tişt diguhere. Belê rastiyek heye. Lê em vê jî ji bîr nekin hin guherîn jî qedandina hin tişt û rewşan e. Mînak em xwedî hin nirxên mayînde ne heke ev guherîn rê li ber guherîna nirxan ve bike dê rewşa civakê çi be. Ew ê biguher e!  Lê guherîn rê li ber çi veke û çi bi xwe re bibe û dê çi bi xwe re bîn e! Bêguman ev pir girîng e.

Di hemû pêkhateyên pêvajoyên çandê de diyalektîka ku bi serweriya xwe derdikeve pêş, hem di warê mekan û hem jî di warê demê de pîvan û hevgirtineke nirxbûyînê dide xuyakirin. Ji ber vê yekê, ger em guherînê wekî redkirina tevahiya tiştê ku heyî binirxînin, ger çand û nirxên civakê yên ku divê were parastin neyên dîtin û  were paşguhkirin, ev helwest dê civakê bikişîne û rê li ber jihevketineke xeternak vebike. Dema ku di çarçoveyek çandî de were temaşekirin, guhertin di bingeha xwe de hêdî hêdî û pêşkeftinî ye. Mînak, dema ku em behsa guhertineke çandî ya di pêşketina mirovahiyê de dikin, bi taybetî jî ji komkirinê ber bi cotkariyê ve dikin, em behsa pêşveçûneke di demek dirêj a bi hezaran salî dikin.

Di vî warî de civaknas Auguste Comte ku yek ji damezrînerên civaknasiyê tê hesibandin, li ser bingeha nêzîkatiyek bi heman rengî civaknasiyê wekî “statîk” û “dînamîk” dabeş dike. Comte dibêje, ew pêkhateyên di civakê de bi domdarî xwe dide pêş di warê sosyolojiyê de her tiştên statîk bi pergalî û her tiştên dînamîk jî bi demê re yanî bi guherîn û veguherînê re eleqedar e. Her wiha dibêje, “Bi pergelî pêşketin, bi pêşketinê pergal diafirê.”

Kîmyager û fîzîkvan Îlya Prigogine guherînê dişibîne “tîra demê” û pênaseye “Tîrek ku li hewayê diherike di heman demê de hem statîk û hem jî dînamîk e” pêş dixe. Wallerstein jî heman mijarê bi formûlasyoneke balkêş a zimanê siyasî wekî “guhertin bêdawî ye, tiştek naguhere” tîne ziman û diyar dike ku her du pêşniyar jî di çarçoveya pargala dîrokî de ye. Yenî herikîna dem û dîrokê rastiya diyalektîka guherînê bi xwe radixe ber çavan.

Ji van hemûyan tê fêmkirin ku, wekî di hemû warên jiyanê de, di warê çandî de jî guherîn pêş dikeve. Ev tiştekî asayî û xwezayî ye. Wekî ku Herakleîtos gotiye, “mirov nikare du caran di ava çemekî de xwe bişo”.  Lewre av diherike û guhertin berdewam û bêdawî ye. Belê ew guherîn wekî ava çem dê bibe lê heke ji derve mudaxaleyek hebe dê wekî wê ava çem şolîbûnek pêk bê û ji xwezaya xwe dûr bikeve. Çawa ku ava çem şolî be ew av nayê vexwarin di heman demê de çanda ji derveyî civakê mudaxaleyek pêk bê, nevê wê her çiqasî guherîn be jî ew çand nayê jiyîn.

Bêguman dê guherîn hebe û kes li pêşiya guherînê nikare bibe asteng. Lê belê, heke xwesteka guherînê ji aliyê hişmendiyeke serdest û pergalî ya ku xwe li ser civakê dide ferzkirin be divê baldariyeke mezin hebe. Lewre ew daxwaza guherînê ne civakî ji hişmendiyeke serdest tê û ji bo civakê xeternak e. Guherîna ku pêk bê jî dê ne civakî be. Ji ber vê sedemê baş têgihiştin û wetedayîna diyalektîka guherînê gelekî girîng e. Hem ji xeteriya dogmatîzmê û hem jî ji berbelavbûyînê mirov encax dikare bi hişmendiyeke têgihiştî derbikeve. Ji bilî vê, tu guhertinek tesadufî tune; her guhertin bi rêzek, plan û bername, rê û rêbaz li gorî armanceke civakî ya girîngtir diyar dibe. Ji derveyî vê tu guhrînê ku pêş bikeve ji bo civakê tiştekî îfade nake. Lewma jî wekî civak divê guherînên ku pêş dikeve û bi taybetî di warê çandê de mirov baldar be. Her guherîn ne civakî be wê qedandina nirxên çandî yên civakî be.