4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêxbizinî: Zarok li bakur bi tirkî mezin dibin

Mizgîn Sonuk - Abdullah Esen

Nivîskar Qendîl Şêxbizinî ku beşdarî Fuara Pirtûkan a Amedê bû, diyar kir ku li bakurê Kurdistanê yên bi zimanê kurdî re eleqe dibin kêm in û got: “Li bakur tirkî ketiye gundan, zarok bi zimanê tirkî mezin dibin.”

Fûara Pirtîkan a Amedê bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) li eywana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya Amedê di navbera 16 24’ê kanûnê de pêk hat. Nêzî 500 hezar kesan serdana fûarê kirin. Li qada fûarê gelek seminer û panel hatin lidarxistin. Nivîskar Qendîl Şêxbizinî ku ji başûrê Kurdistanê beşdarî fûarê bû, çavdêriyên xwe yên fûarê bi rojnameya me re parve kir.

Kurdî winda dibe

Nivîsakar Qendîl Şêxbizinî diyar kir ku herî dawî di 2018’an de li Amedê beşdarî pêşengeha fuara pirtûkan  bû û wiha got: “Ji ber nexweşiya (Covîd-19) koronayê derket, 4 salan tiştek bi vî rengî nedihat lidarxistin. Min div ê navberê de ferhenga bi navê hezar û yek çap kir. Îsal jî ferhengek dinê heye. Ew jî bi navê têhegên bedenê ye. Bi giştî jî fûar gelek baş bû. Piştî çar salan tevlêbûn gelek e. Beşdarbûna fûarê hem ji bo nivîskaran û hem jî ji bo weşanxaneyan gelek baş bû. Ji bo weşanxaneyên kurdî jî em dikarin bibêjin pirtûkên gelek baş tên çapkirin. Di warê wêje, dîrok, felsefe, lêkolîn, çand, çîrok û bi gelek cureyên din berhemên gelek baş hatine amadekirin. Li gor ku ew qas berhemên kurdî li bakurê Kurdistanê têne çapkirin dîsa jî zimanê kurdî tê windakirin. Bi taybetî jî nifşên nû dibin bişaftinêre  derbas dibin. Berê dayîk û bavên me bi tirkî nedizanîbûn lê mixabin ew jî îro di malên xwe de bi bi tirkî diaxivin. Lê niha ew rewş hatiye guhertin û axaftinên tirkî ketiya gundan jî.”

‘Zimanê civakê kurdî ye’

Şêxbizinî, diyar kir ku li bakurê Kurdistanê yên ku bi zimanê kurdî re eleqe dibin hejmara wan kêm e û ev tişt got: “Başûrê Kurdistanê herêmeke federaliye. Li wir zimanê civakê bi kurdî ye. Ji ber vê yekê bi piranî berhemên xwendinê jî bi kurdî ne. Dema ku li wir fûar tên lidarxistin jî yên bi zimanê biyanî weke mêvan tên beşdar dibin. Li başûr di fûaran de bi piranî pirtûk bi kurdî ne. Eleqeyek baş jî tê nîşandan. Lê li bakûrê Kurdistanê rewş hinek cuda ye. Li vir bi piranî li gorî zimanê tirkî pirtûk tên firotan. Lê dîsa pirtûkên kurdî jî baş in û gelek tên firotan. Yên ku pirtûkên kurdî dikirin du beş in. Beşek dixwînin. Beş a din jî distînin û zêde eleqeyê bi kurdî nake.”

Zarok bi tirkî mezin dibin

Şêxbizinî, da zanîn ku sedema axaftina bi zimanê tirkî sedema bindestiyê ye û wiha lê zêde kir: “Miletê ku serdest be zimanê wan jî serdest e. Sedema neaxaftina kurdî, sedema bêperwerdehiyê ye. Zarok bi çi awayî qalib digirin xwe li gorî wî qalibî perwerde dikin. Zarokên me bi tirkî mezin dibin û bi tirkî teşe digirin. Mixabin ji ber vê yekê zimanê tirkî ji wan re hêsantir tê. Sedemeke din jî derûniya bindestiyê ye. Di warê derûnnasiyê de her tim mirovên bindest aşiqê serdestê xwe dibe. Ew her tim serdestê xwe ji xwe re mezin dibînin. Ev herdû sedem kurdan mecbûrî xwe dikin. Lê em dikarin bibêjin beşeke mecbûrî jî heye. Sazî û dezgehên li vir hemû bi tirkî ne ew jî mijareke cuda ye.”

Armanca me ewe kurdan bi hev bidin naskirin

Şêxbizinî bal kişand ser sarbûna ku di navbera bakûr û başûrê Kurdistanê heye û wiha dawî li awaftina xwe anî: “Em hêvî dikin ku derfet hebin her sal fûarên bi vî rengî li Kurdistanê bêne lidarxistin. Ev tişt ji bo weşanxaneyan, nivîskar û xwîner dibe derfetek nasînê û nivîskarên me jî berhemên xwe yên hêja destnîşan bikin. Di navbera bakûr û başûr de, di warê siyasî, edebî û civakî de biyaniyeke zêde heye. Pirtûk û nivîs dikare ew biyanî û sarbûnê bide kêmkirin. Tişta ku ji destê me bê em ê di warê etîmolojiya ziman de bi nivîsin. Di vê navberê de min di warê edebî de 5-6 heb berhemên kurmancî wergerandiye zaravayê soranî. Her wiha ez yên soranî jî dikim kurmancî. Armanca me ew e ku em kurdan bi hev bidin naskirin.”