3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyarî ji bo roja dayikan

Roja dayikan a ku îro ji sedan zêdetir li welatan di hefteya duyemîn a gulanê de tê pîrozkirin, ne xwedî dîrokeke kevn e. Li DYA’yê jineke aştîparêz û xristiyaneke oldar a bi navê Anne Marie Jarvis ji bo bîranîna dayika xwe du roj piştî mirina diya xwe di roja 12’ê gulana 1907’an de bîranînekê li dar dixe. Ev bîranîn di salên dû re jî –ji bo dayikên din jî- tê lidarxistin. Anne Marie dûre ji bo hefteya duyemîn a gulanê bibe roja dayikan xebatên lobiyê dimeşîne.

Di 8’ê Gulan 1914’an de Kongreya DYE’yê vê rojê wek nîşaneya rûmetkirina dayikan wekî roja dayikan dipejirîne û ji wê rojê şûndetir bi awayekî fermî roja dayikan her sal di hefteya duyemîn a gulanê de tê pîrozkirin. Dûre belavbûna wê ya bi lez û girêdayî vê wek amûrê kapîtalîzmê bikaranîna wê, avakera vê rojê Anne Marie Jarvis jî bi tundî rexne dike û diyar dike ku ew ji bo avakirina vê rojê poşman bûye. Lê wekî hemû rojên di dîrokê de cihê xwe girtine, ev roj jî xwedî dîrokeke kevntir e. Di nav rûpelên dîrokê de dayiktî, rûmeta dayikan, rol û peywîrên wan naveroka xwe hertim guherandiye. Ji olan bigirin, heta netewperestan, ji faşîstan bigirin heta kapîtalîstan, hertim hewl dane, dayiktiyê li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin, bi teşe û sazî bikin. Lê ez ê di vê nivîsê de ne li ser der-pênasekirin, li ser xwepênasekirina dayiktiyê û roja dayikan bisekinim.
Bêyî ku em biçin destpêka dîroka xwedawendan û rûmetkirina wan a wek dayikê em ê li derdora sedsalên 19’emîn û 20’emîn de bimînin û binêrin ka dayiktî çawa hertim girêdayî bûyerên dîrokî pozîsyona xwe diyar kiriye, ka çawa bûye kategoriyeke civakî, polîtîk û li seranserê cîhanê bûye îlhama tevgerên jin û femînistan. Her wiha pêşengtiya tevgerên civakî kiriye.

Di sedsala 19’emîn de girêdayî pêşketina tevgera jinan li Amerîka û Ewropayê jinên ji tevgera dayikan di sala 1870’yan de înisiyatîfa “roja aştî û dayikan” ava kirin. Aştî û dayiktiyê bi hev re girê dan û ev dikirin navenda xebatên xwe. Armanca înisîyatîfê rawestandina şerû dijderketina şandina zarokên xwe ya eniya şer bû. Ji bo aştiyê xwe bi rêxistin dikirin. Hem ji bo zarokên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane û hem jî ji bo dayikên wan bîranînan li dar dixistin.

Xuya ye ku dayikan bi vî awayî dixwestin helwesta xwe ya li dijî şer bidin diyarkirin; êş û keserên ji ber sedemên şer tên jiyîn bi awayekî kolektîf kêm bikin û her wiha wendahiyên xwe bi bîr bînin. Ev awayê xwebirêxistinkirina dayikan dû redi hemû şerên serdestan û tekoşîna bindestan de hat dîtin, hin dayikan pêşengtiya vê yekê kirin û ligel hemû zehmetiyan bûn sembola aştî û serxwebûnê.

Lê dayik hertim ne tenê li benda zarokên xwe û wendahiyên xwe ne. Ew di heman demê de şervanên baweriya xwe, dîlên mêtingeran û her wiha wek zarokên xwe wendahiyên welatê xwe ne jî. Taybetî jî ger em çavên xwe bizivirînin başûrê cîhanê em dibînin ku şer, dagirkerî, kuştin û wendakirin ne tenê para zarokên kur û eniyên şer e; seranserê welatên xwecihiyan qada şer e; bêyî cudahiya jin, kal, pîr, mêr, ciwan û zarokan her kesek hedefa dagirkeran e. Ev rastî têkiliya navbera dayiktî û aştiyê jî ji binî ve diguherîne.
Ji bo bîranîna dayikên kirdeyên têkoşînê li Bolîvyayê roja dayikan her sal di 27’ê gulanê de tê pîrozkirin. Di 27’ê gulan 1812’an de leşkerên Generalê Spanyaya dagirker Goyeneche êrîşî bajaroka biçûk Cochabambayê dikin. Ji ber ku mêrên li bajêr bi giranî di nav şer de bûn, jinên Cochabambayê biryara parastina zarokên xwe, axa xwe û malên xwe didin û radikin çekan, derdikevin serê çiyayê Coronillayê û bi dirûşmeya “welatê me pîroz e” xwe li dijî êrîşên dagirkeran diparêzin. Dawiyê de hemû jinên li serê çiyayê Coronillayê ji hêla dagirkerên spanyolî ve tên qirkirin û bajar tê dagirkirin. Di heman salê de ji bo bîranîna şerê jinên Coronîllayê 27’ê gulanê li Bolivyayê bi awayekî fermî wekî roja dayikan tê pejirandin. Di rastiyê de dayikên Arjantînê yên Plaza de Mayoyê û dayikên şemiyê yên Kurdistanê yek ji şopînerên vê kevneşopiyê ne.

Her çiqas ev bûyer hîn beriya dîroka roja dayikan ku ji hêla Anne Marie Jarvis ve hat pêşxistin, qewimî bû jî, bandora wê wekî ya duyemîn nebû. Di vir de hem cihê qewimandina bûyerê, hem naveroka wê û hem jî bikaranîna wê roleke girîng dilîze. Lewre roja dayikan a hefteya duyemîn a gulanê bi alîkariya dêrê xwe gihand welatên din ên ewropî û dûre li cîhanê belav bû. Ser de netewperestî û kapîtalîzm vê alê ji dêrê girtin û vê rojê û hestên girêdayî vê rojê li gorî berjewendiyên xwe bikaranîn û îstîsmar kirin. Pîroziyeke derewîn û materyal li dayiktiyê û li vê rojê birîn ku mînak di roja dayikan de li gorî îstatîstîkan li Almanyayê derdora 850 milyon euro ji bo vê rojê tê xerckirin.

Lê tekoşîna dayikan a ji bo welatên xwe, li dijî dagirkeriyê, rûmetkirina wan a bi roja dayiktiyê û tekoşîna dayikên li ser vê şopê dimeşin, ji wateya duyemîn hefteya gulanê pir wêdetir e. Êdî dayik wekî di helbestê de dibêje ne tenê li benda zarokên xwe ne ku ew ê rojekê li derî bixin û welateke azad diyariya wan bikin; ev dayik welatê azad bi destê xwe û keda xwe dihûnin; ha we dît ku derî lê ket, dayika we di dest de welateke azad ket hundir, roja xwe li xwe û li we pîroz kir.