17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MXDŞ: PDK dixwaze Şengalê vala bike

Piştî şerê giran a 2’yê gulanê ya li Şengalê ku hêzên artêşa Kazimî êrişî hêzên parastina civaka Êzidî kir, di navbera Rêveberiya xweser a Şengalê û aliyên siyasî yên Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan careke din hevdîtinan dest pê kir û li ser vê yekê 2 roj in şer sekinî ye. PDK’ê niha dest bi polîtîkayên şerê taybet û propagandaya reş kiriye. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî der barê vê rewşê de daxuyaniyeke lezgîn belav kir û gel hişyar kir. MXDŞ’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku PDK ji bo artêşa Iraqê êrişî Şengalê bike çi ji dest hatiye kiriye lê ji ber ku di van polîtîkayan de biserneketiye niha jî dest bi şerê taybet û propagandaya reş kiriye. MXDŞ’ê hişyar kir ku PDK dixwaze çavê gel bitirsîne û civaka êzidî ji Şengalê derxe.

MXDŞ’ê anî ziman ku PDK’ê di fermana 2014’an de îxaneta herî mezin li civaka êzidî û Şengalê kir û wiha got: “Li şuna ku ji civaka êzidî efûya xwe bixwaze û di nav şermê de bimîne, ev 8 sal in dijminahiyeke mezin li hemberî civaka êzidî û Şengalê nîşan dide. PDK’ê tu carî nexwestiye ku civaka êzidî bibe xwedî îrade û bibe civakeke azad. Hêrsa herî mezin a PDK’ê ya li hemberî civaka êzidî ew e ku çima êzidî nabin xulam û koleyê wan. Ji ber ku PDK herî zêde dijminê azadiyê ye. PDK’ê dixwest bi Peymana 9’ê Cotmehê car din vegere Şengalê lê civaka me li hemberî vê planê li ber xwe da. Civaka êzidî bi dehan caran îlan kir ku ew car din nahêlin PDK vegere Şengalê.”

MXDŞ’ê gel şiyar kir

MXDŞ’ê gel hişyar kir û wiha bi dawî kir: “Em ji vê derê hemû raya giştî û civaka xwe agahdar û şiyar dikin. Ev gotegotên ku têne belavkirin nerast in, derew in. PDK di nav gel de propagandaya tirsê dimeşîne. Lazim e hemû gelê me, oldar û eşayîrî, kesayetên naskirî li hemberî vê polîtîkayê şiyar bin. PDK dixwaze çavê gelê me bitirsîne û Şengalê vala bike. Me Şengalê bi xwîna sedan şehîdan rizgar kiriye û emê tu carî dest ji Şengalê bernedin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê