7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dizî

Rizayê Hezroyî

Li welatê me karê herî hêsan û paqij dizî ye! Ji ber ku hem mirov di demeke kin de dewlemend dibe û hem jî cezayê diziyê hindik e. Dizî jî ducure ne, diziya bi şevê, yanî diziya bi dizî û diziya rojê, yanî diziya alenî. Diziya li pêş çavên civakê jî bê şirîk nabe. Ji bo vê diziyê jî divê şirîkek te yê bi hêz hebe, wekî midûr, walî yan jî Baqan.

Li Tirkiyeyê cezayê van dizan nîne.  Lê li aliyê din (dinyaya din) çi dibe ew jî ne diyar e. Li gora ola îslamê divê hemû diz biçin dojehê, lê ji van dizan yek çûbû Buhûştê û bibû mijara lêpirsînê. Yek ji kesên li buhûştê dipirse: Gelo çima ev diz hatiye buhûştê?

Jê re dibêjin wî şirîkê xwe yê diz kuştiye loma. Dizekî ku hevalê xwe yê diz bikuje xwedê wî efû dike, loma ev diz hatiye buhûştê.

Di dema serhildana şêx Seîd de jî kesên ku şirîkê xwe yê têkoşînê dikuştin dewletê wan efû dikir.

Tu, tu bî, ne diziya dewletê û ne jî diziya xwedê bike, lewre herdû jî murovan efû nakin, lê ku tu diziya kurdan bikî yan jî kurdekî bikujî, herdû jî dibêjin ji min re çi!