19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin pergala mêr-dewlet hildiweşîne

4’emîn Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a li Êlihê li dar dixe di roja 2’yemîn de berdewam dike. Ji çar aliyê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 700 delege tev li konferansa bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” tê lidarxistin bûn. Hevseroka giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û nûnerên gelek saziyên jinan jî tev li konferansê bûn. Li salona ku konferans lê hat lidarxistin, alên TJA’yê û pankartên “Xweparastin ne sûc e, maf e”, “Bijî têkoşîna jinê ya gerdûnî”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Ji serhildanê heta berxwedanê, ji berxwedanê heta azadiyê dem dema azadiya jinê ye” hatin daliqandin.

Jinên ku cilûbergên herêmî yên rengîn li xwe kiribûn, di saetên serê sibê de dest bi dagirtina salonê kirin. Jinên ku demek dirêj govend gerandin, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Di konferansê de jinên ciwan wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz, Pinar Gultekîn, Fîrdevs Babat, Gulîstan Dokû, Garîbe Gezer û Jîna Mahsa Amînî ku di dîrokên cuda de hatin qetilkirin hilgirtin. Di konferansê de sînevziyona li ser têkoşîna jinê jî hate nîşandan.

Konferansa berxwedanê

Endama TJA’yê Zeynep Boga ku piştî hilbijartina dîwanê axaftina vekirinê kir, destnîşan kir ku jin pêşengtiyê ji berxwedanan re dikin û Rojhilata Navîn yek ji van qadên berxwedanê ye û got: “Berxwedana ku piştî kuştina Amînî dest pê kir, berxwedaneke li dijî feraseta ku jinê weke kole dibîne ye. Ev berxwedana bi salan e. Jin li her derê li ber xwe didin. Li zindanan, li kolanan, li hemû qadên jiyanê li ber xwe dide. Ev konferans yek ji qadên me yên berxwedanê ye. Jinên ku tên vir pêşengên azadiyê yên berxwedanê ne. Bi vê hişmendiyê em konferansê li dar dixin. Silav li jinên ku li vir ji 4 parçeyên Kurdistanê û gelek bajaran tevlîbûneke xurt kirin.”

Jin pergalê serûbin dikin

Endama TJA’yê Bêrîvan Ertel jî Jîna Amînî bi bîr xist û wiha got: “Yên Jîna qetil kirin bila bizanibin ku jin desthilat û rejîma we têk dibin. Her roj tecawîzê zarokên biçûk dikin, jinan qetil dikin. Jin wê vê pergala we serûbin bikin. Em ê li dijî çanda we ya destavêtinê li ber xwe bidin û em ê tu carî serê xwe netewînin. Em dizanin ku em jin, ên ku civakê li dijî nîjadperestiyê û her cure polîtîkayê diparêzin, ji bo ku desthilatdariya zilam-serwer a pênc hezar salan ji dest bidin di nav lezekê de ne. Sîstema bi serdestiya mêr dizane ku wê dawiya wê were, lewma yekser li dijî têkoşîna azadiya jinê şer îlan kiriye.”

Dilê wan li Îranê ye

Hevseroka giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan jî di konferansê de axivî. Bûldan di destpêkê de bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Em îro li vir konferanseke girîng li dar dixin. Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên me yên keda wan di vê konferansê de derbas bûne, hêza rêxistinî ya jinê derxistine holê û hawireke evqas xweşik pêk anîne dikim.Di vê konferansê de beşek ji dilê me li vir e, lê belê beşa din a dilê me bi jinên Îranî yên li Îranê re ye ku ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin û li dijî kuştina wê derdikevin. Beşeke dilê me li vir e, beşek bi Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Aysel Tûglûk, Gulser Yildirim û bi dehan hevalên me yên jin ên navê wan nayê jimartin re ye. Em dizanin ku em li ku derê bin em tên qetilkirin, tacîz û destdirêjî li me tê kirin. Em ji nedîtî ve tên, em tên înkarkirin. Di ser de jî mêr li ser me siyasetê dikin.”

Jin wê li her derê li berxwe bidin

Bûldan, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li hemû cîhanê jin rastî tundiyê tên. Li her derê tên qetilkirin. Lê ez dixwazim bêjim ku her komkujî, her tundî siyasî û polîtîk e. Li gorî ferman û polîtîkayên dewlet, hikûmet û serdestan em tên qetilkirin û li gorî perspektîfên wan ên li ser jinê em rastî tundiyê tên. Lê bila baş bê zanîn ku em li ku dera cîhanê bin bila bibin, jin wê li dijî her cureyê tundiyê, li dijî her cureyê komkujiyan, li dijî her cureyê înkar û tunekirinê, ji niha û pê ve û li her deverê li ber xwe bidin. Wê li dijî her cureyê komkujiyan raweste. Jin ji bo ku porê jinekê bi tenê jî xera nebe, neynûka jinekê bi tenê jî li kevir nekeve wê bi hev re tevbigerin, jin wê bibin yek beden, jin wê li ber xwe bidin, jin wê têbikoşin. Ez dixwazim vê sozê careke din ji vê derê bidim. Bila mêr bizanibin ku ya li Jîna Amîna hat kirin, ya ku li her yekê me hati kirine. Yên ku qetil dikin divê bizanibin ku li pêşberî we sekneke jinê ya rêxistinbûyî heye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê