6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya Konferansa jinan

4’emîn Konferansa Jinan ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar in û di azadiyê de bi israr in” bi tevlêbûna 700 jinan li dar xist û 2 rojan bi niqaşan dewam kir û bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî kir. Encamnameya konferansê bi kurdî û tirkî hat xwendin. A bi Kurdî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Devrîm Demîr û ya bi tirkî jî ji aliyê parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît ve hat xwendin.

Encamnameya 4’emîn Konferansa TJA’yê wiha ye:

“Me wek TJA Konferansa xwe ya asayî ya 4’emîn bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar in û di azadiyê de bi israr in” bi hêza ku em ji piştevaniya jinan digirin, bi tevlêbûneke xurt, bi coşeke mezin û bi biryardariya têkoşînê û hêviyên mezin, di 24-25 ê Îlona 2022’yan de li Êlihê li dar xist. Konferansa me bi şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî ya ku li Îranê hat qetilkirin dest pê kir, berxwedana ku bi pêşengiya tevgera jinên îranî bi pêş ketiye silav kir û diyar kir ku em ê piştevanê wan bin.

Konferansa me, di kesayeta Aysel Dogan a ku yek ji nirxên me yên pêşeng bû, me diyarî hemû jinên ku bi evîna Welêt jiyana xwe ji dest dane kir. Em jinên ku bi hişmendiya heqîqeta hebûnê têkoşîna azadiyê dimeşînin, di demeke ku ji her gavê bêtir pêdivî bi mezinkirina têkoşînê dibînin re derbas dibin.

Têkoşîna jinan ku dîwarên bindestiyê yên ku Cîhanê, li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê û Kurdistanê hatine avakirin ji binî ve hejandiye. Têkoşîna hemû pêkhateyên ku bi înkarkirinê gef li hebûna wan tê xwarin û bi tunebûnê re rû bi rû ne jî di nav xwe de dihewîne.

Têkoşîna jinan bi pêş xistiye dide diyarkirin ku yên di hişmendiya xwe de cih nedin ên nejixwe, wê ji xwe re jî cih nebînin.

Têkoşîna me ya temendirêj, di her kêlî û demê de mezintir û berfirehtir dibe. Rastiya jinên ku bi rojan e li dijî rejîma Îranê li ber xwe didin jî ji vê yekê nequt e. Dîktayên Netewedewlet ên ku lingê modernîteya kapîtalîst in, têkoşîna jinan ya ku li hemû cîhanê mezin dibe ji nîqaşê re vedikin, hesabê dirêjkirina temenê xwe li ser dikin û destkeftinên me dikin hedef. Îro encama herî girîng a ku derketiye holê û ji hêla me jinan ve bi zelalî tê dîtin ew e ku şaristaniyên bidewlet  bêyî xwarina keda jinan nikarin xwe li pêyan bigirin û hebûna xwe dewam bikin.

Pêşenga şoreşger Roza Luksembûrg gotibû ‘Ji bo ku kapîtalzm xwe heyî bike divê keda civakê bixwe û wê bike sermaye‘. Rastiya vê gotinê îro jî berdewam e. Tespîta ku ji bo şert û mercên îro yên ku pergala zilamsalarî jî ji bo  berdewamiya xwe keda jinan dixwe û ev daneyeke giring e.

Ji ber vê yekê ye ku timî di navenda pergala kapîtalîst de jî û di civaka ku bi destê zilam hatiye sêwirandin de jî jin hene. Ji ber vê yekê bi zelalî derketiye holê ku mesafeya di navbera me jinan û azadiyê de ji rastiya feraseta hişmendiya zilam derbas bûye. Bersiva me jinan ya ji vê yekê re wê mezinkirina têkoşîna azadiya jinan û avakirina jiyaneke nû be!

Wek jin, têkoşîna ku em didin hevpar be jî, şert û mercên stratejîk û polîtîk ên erdnîgariya em lê dijîn, şêwaz û cewherê têkoşîna me diyar dike.

Hişmendiya zilam-dewletî ya ku ev pênc hezar sal in bi awayekî sîstematîk xwe birêxistin kiribe jî, ciyawaziya pêkanînên li Kurdistan û Tirkiyeyê derketine holê, têkoşîna me jinên kurd zehmettir dike.

Îro hemû pêkanînên em pê re rûbirû dimînin, dibin sedem ku jiyana jinan ji aliyê derûnî, aborî û civakî ve hîn zehmettir bûye. Hewldana guhertina cudakirina ji hev a jinbûyînê û pêre jî rastiya cudakirina erdnîgariya me, biryardariya me ya têkoşînê kûrtir, xurttir û bicoştir û piralî dike. Têkoşîna me ya ku me wek encama cihêxwaziya zayendî bi pêş xistiye bi xwe re têkoşîna li dijî netewe-dewlet û çînan jî vejand. Di vê çarçoveyê de hemû têkoşînên ku tên dayîn, divê pêşî li ser îdiaya maf û azadiyê bên beramberkirin.

Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, her çiqas ji aliyê destkeftinên jinan ve gelek xetereyan di nava xwe de bihewîne jî di esasê xwe de rastiya ku azadiya jinan wê dawiyê li hemû desthilatdariyan bîne jî datîne holê û ev rastî nedûr e.

Heke îro di vê konferansê de sedema hatina me ya ba hev, şikênandina li ser jinbûyîna me be, armanca me jî birêxistinkirina têkoşîneke hevpar û avakirina rastiya hebûna me û azadiya me ye.

Jiyana me ya ku di nava şer û pevçûnan de derbas dibe dê bi xwe re azadiyê jî biafirîne.”

Wê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji me re armanc be. Niqaşek ji niqaşên bingehîn ên konferansa me, polîtîkayên tecrîdê ne. Rewşa li Tirkiye û Kurdistanê ku em tê de ne, ji polîtîkaya tecrîdê ku tê kûrkirin nequt e. Tecrîd, awayekî îşkenceya sîstematîk e li dijî meyla azadî û têkoşînê. Armanca bi tecrîdê, bi hiştina bi tenê, ferzkirina radestiyê, qutkirina kes ji îdiaya azadiyê ye. Niha pêkhateyên muxalîf tev rû bi rûyê lêpirsîn, destgîrkirin û girtinê ne. Girtîgeh veguherandine ‘kampên berhekirinê yên nûjen.’ Bi sedan girtiyên nexweş berdêlê wêrekiya xwe bi dilîtiyê didin. Di nav civakê de berê polîtîkaya tecrîdê destpêkê tim li jinan e. Tecrîdkirin û dîlgirtina jinan bûye palpiştê wêrekiya mêraniyê jî. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî bîrdozî û paradîgmayê ye ku geşe bi wan daye. Aşkera ye ku bi avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojî û azadîxwaziya jinan wê civak azad bibe. Bi geşepêdana polîtîkaya tecrîdê xerabûna exlaqî her diçe zêde dibe. Sedema ku her roj jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin jî ev e. Konferansa me, di çarçoveya van tespîtan tevan de geşkirina têkoşînê li dijî tecrîdê û rakirina tecrîdê ji ser û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike armanc.“

Hîmên bingehîn ên têkoşîna serdema nû

Hîmên bingehîn ên têkoşîna serdema nû di danezanê de wiha hatin diyarkirin û aşkerakirin:

“*Têkoşîn li dijî tecrîdê

*Têkoşîn li dijî fam û feraseta mêr-dewlet û polîtîkayên tundiyê

* Têkoşîn li dijî siyaseta dagirkerî û mêtingeriyê

* Azadiya jinên girtî

* Şerê teybet ê li ser jinan

* Têkoşîna ekolojiyê di çarçoveya paradîgmaya me de

* Ekonomiya jinan a demokratîk, ekolojîk û komunal

* Xebata çand û zimanê zikmakî

* Akademiya azadiya jinan

* Der barê tora piştevaniya jinan a navneteweyî û tevgerên jinan ên Tirkiyeyê de

* Jinên ciwan“