6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêrêziya li dijî mirovahiyê!

Rojnamegerên kurd ji bo rastiyan derxin holê dixebitin û ji ber vê yekê her tim bi êrîş, zext û zordariya desthilatdaran re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî rojnamegerên kurd ên jin herî zêde bi êrîşan re rû bi rû dimînin.

Bi sedan rojnamegerên kurd ji ber nûçeyên çêkirine yan hatine kuştin an jî derbarê wan de doz hatine vekirin. Gelek rojnamegerên kurd ji ber rastî nivîsandine di girtîgehan de têne girtin. Ligel ewqas zext û zordariyê jî rojnamegerên dinyayê bi awayekî tê xwestin xwedî li rojnamegerên kurd dernakevin. Ev nêzîkatî rê li ber zêdebûna zext û zordariya li ser rojnamegerên kurd vedike. Mînaka vê ya li ber çavan girtina 16 rojnamegerên kurd e. Ligel vê jî rojnamegerên tu caran paşde gav navêjin, berovajî vê bêtir xwedî li rojnamegeriyê derdikevin.

Rojnamegerên jin di qada çapemeniyê de jî pêşengiyê dikin. Rojnamegerên jin ne tenê nûçeyan dişopînin, di heman demê de şahidiya nûçeyan jî dikin. Ev şahidî û wêrekiya wan ji hêla dewletê ve tê cezakirin, ji hêla gel ve tê xelatkirin. Ji van rojnamegeran yek jê jî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Eylem Akdag e. Rojnameger Akdag bi wêneya ‘Giraniya kîsekî’ xelata Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniyê wergirt. Akdag derbarê kişandina wêneyê û rewşa rojnamegeriya kurd de ji rojnameya me re axivî.

Akdag diyar kir ku Hakan Arslan di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Sûra Amedê de ku di 2’yê kanûna 2015’an de destpêkiribû, şehîd bûbû û got ku cenazeyê Hakan Arslan piştî 7 salan di hundirê kîsekî de li Edliyeya Amedê radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin. Akdag da zanin ku ji bo wergirtina cenaze bişopînin çûn ber edliyeyê û ev tişt anî ziman: “Dema me bihîst ku dê cenazeyê Hakan Arslan bê dayîn ez û hevalê xwe em çûn ber edliyeyê li benda Alî Riza Aslan sekinîn. Me texmîn ne dikir ku dê cenaze di hindûrê kîsekî de bê dayîn. Ji ber wî min tim telefonê Alî Riza Arslan dikir û jê re digot me ji bîr neke em li benda te ne. Di carekî de me dît ku Apê Alî Riza di destî wî de kîsekî ji derî edliyeyê de derket. Di wê demê de em matmayî man. Lê di aliyekî de jî tu karekî dikî bi wê refleksê min wêneyê wî kişand. Aslan bi serbilindî hat li ser peyarêyê bi awayekî herî nerm ji bo ku tehdê nebîne kîsê ku hestiyên kurê wî tê de bûn danî erdê. Cixare li ser cixareyê dikişand. Diyar bû ji ber êşa dilê xwe nizanibû çi bike. Di wir de ez neçarbûm ku bûyerê bipirsim. Çûm gel wî û min rewşa wî pirsî. Dema li min vegeriya hêsir ji çavên wî dibariyan kîsê ber xwe nîşan da û got ma ez çi bibêjim rewş ev e. Wê demê min êşa dilê Alî Riza Arslan heta movikên laşê xwe hîs kir. Di wê rewşê de jî polîsan tim wî bi telefonan aciz dikir û bi israr jê re digot kesê li serê xwe kom neke.”

Zilma vê dewletê ji bîr nabe

Akdag destnîşan kir ku ji bo vê dîmena dermirovahî ragihîne raya girştî ji wir veqetiyaye û wiha anî ziman: ”Nûçeya Hakan Arslan di demek kurt de deng veda. Bi vê nûçeyê re rastiya dewletê baştir hat dîtin. Piştî nûçeyê dema ku ez çûm mal wêneyê Alî Riza Arslan tim li ber çavê min bû. Dikim nakim nikarim wî wêneyê ku di encama zilma dewletê de derket holê ji bîr bikim. Roja li du wî min nûçeya Hêlîn Şen a ku li Sûrê hat kuştin û li dû wê jî nûçeya Ceylan Onkol çêbikira. Ez çûm min nêrîn ji malbata Şen girt. Malbatê li her derê malê wêneyê Hêlîn bi cih kiribû. Dema ez rabûm bavê Hêlîn Şen wêneyên di dema kuştina wê de hatibûn kişandin da min. Min taqet nekir kir li wêneyê wê binêrim. Dema kar qediya û ez ketim nav livînên xwe xew neket çavên min. Dema min çavên xwe vedikir min didît ku Hakan, Ceylan û Hêlîn li hemberî min rûniştine.”

Bêrêziya li dijî cenazeyê kurd

Akdag daxuyand ku li Kurdistanê çîroka her kuştinê dişibe hev û wiha dawî li axaftina xwe anî: ”Tişta ku li malbata Arslan hat kirin bêrêzî bû. Li ber wê edliyeya ‘edaletê’ bêrêzî li cenaze hat kirin. Bêrêzî di şexsê Hakan Arslan de bêrêzî li mirovahiyê hat kirin. Li tu derê cîhanê cenazeyê mirovekî weke ‘emaneteke edlî’ nehatiye dayîn. Ew wêneyê zilmê bi saya rojnamegeriya azad ket nav rûpelên dîrokê. Min navê ‘giraniya kîsekî’li wêneyê xwe kir. Rastiya wî wêneyê mixabin rastiya Kudistanê ye. Ev rastî barê çapemeniya azad giran dike. Lê em ê bi israr zilmên li Kurdistanê bi wêne, dîmen û nûçeyan radigihînin raya giştî.