4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi mirina xwe jî Kurdistanê nade jibîrkirin

Rojnameger û zanayê kurd Mûsa Anter, di 20’ê îlona 1992’yan de li semta Seyrantepe ya Amedê, bi êrîşeke çekdarî ya ji aliyê kontrayên dewleta tirk ve hat kuştin. Di ser kuştina Anter re 30 sal derbas bû û kujerên wî ji aliyê daraza tirk ve nehatin ditîn û cezakirin. 37’emîn danişîna doza Anter rojek piştî ku bikeve ber demboriyê di 21’ê îlonê de li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin.

Weke ku dihat payîn piştî 30 salan di danişînê de biryara girtina doza Anter hat dayîn. Rojek berî ku ev doz bê girtin me Apê Mûsa li taxa Seyrantepe ya Amedê li cihê ku lê hatibû kuştin bi bîr anî. Weke her sal ji bo bîranînê me li saziyên xwe amadekariyên xwe kir û bi wêneyên hevalên Apê Mûsa yên şehîd re em derbasî cihê bîranînê bûn.

Rojbûna Mûsa Enter!

Li cihê bîranînê weke her çalakî û bernameyên li bakurê Kurdistanê polêsan me pêşwazî kir! Lê hema bibêje hemû niştecihên taxê jî ji çûçik û qupikan ve li derve bûn û piştî polêsan li benda hatine me bûn. Di vê navberê de komeke jin me nîşanî hev didin û ji hev re dibêjein, ‘Bi Xwedê ev ew in, vana her sal tên’. Piştre komeke zarok pêşiya me girtin û xêrhatina me kirin. Bi armanca ku hîn bibim ka dizanin em ji bo çi li taxa wan in, ji zarokê bi navê Ûsîf ê 5-6 salî ev pirs kir: “Ûsif ev polîs li vir çidikin?” Bêyî ku bikeve dûdiliyê Ûsiv ev bersiv da min: “Îro rojbûna Mûsa Enter e, ji bo wê hatine ji bo wê.”

Piştî vê bersiva Ûsif a em jê hîn bûn ku ji mezinan bigire heta zarokan her kes dizane em ji bo çi li taxa wan in, polîsan pêşiya me girtin û wêneyên şehîdên çapameniyê yên di destê me de kontrol kirin. Kuştina hevalên me yên rojnameger ji bo polisan ne xem e lê hilgirtina wêneyên wan xem û derdekî mezin e. Pirsên ku her sal ji ber hilgirtina van wêneyan ji me dikin careke din dubare kirin.

Mêvanê mala xwe

Di bîranînê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, rojnameger Huseyîn Aykol û siyasetmedarê kurd Îmam Taşçier axaftin kirin û balê kişandin ser mîrasa Apê Mûsa ya ji kurdan re hiştiye. Rojnameger Aykol ku bi salan bi Apê Mûsa re xebitîbû, bi gotinên biwate xîtabî girseyê kir; Ez nehatime vê derê ku nefreta li dijî kujerên Apê Mûsa vebêjim. Ez hatim vê derê ku deynê xwe yê ji bo Apê Mûsa bidim. Ka te em çawa hiştibûn em wisa nînin. Ji wê rojê heta niha me nêzî 50 rojname derxistin, radyoyên me çêbûn. Televîzyonên me hene ku ji bo hemû cîhanê weşanê dikin.

Ji ber ku em jî di saziyên ku Aykol qala wan kir de kar û xebatê dikin, bi van gotinên wî gelek serbilind bûn û bi vê serbilindiyê me berê xwe da gundê Apê Mûsa Sitîlîlê yê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê. Li gund ango li mala Apê Mûsa kurê wî Anter Anter me pêşwazî kir. Bawer im gelek kes dizanin lê dibe ku kesên nizanibin jî hebin, ji bo wan jî vê agahiyê bidim; Apê Mûsa li baxçeyê mala xwe mêvan e! Apê Mûsa li baxçeyê ku bi destê xwe çêkiriye hatiye veşartin.

Kêfxweşiya ji Xwebûnê

Her wiha mala ku Apê Mûsa bi destê xwe çêkiriye jî hê li ser piya ye û malbatê kiriye muze. Di muzeyê de ji amûrên ku şeva Apê Mûsa hatiye kuştin li ser derketine bigire heta gelek alavên ku rojane bi kar aniye hene. Tişta ku herî kêfa min anî jî hebûna rojnameya me Xwebûn a li muzeyê bû. Ji ber hevpeyvîna min a beriya 2 salan (2020) a bi kurê Mûsa Anter Dîcle Anter re rojnameya Xwebûnê jî di muzeyê de hatiye bicihkirin. Dema ku min ev dît gelek kêfxweş bûm û ji xwe re got, ‘Baş e ku şopdarê Apê Mûsa me û li ser rêça wî karên xwe yê rojnamegeriya bi kurdî dikim’.

Piştî ku me hinek bêhna xwe veda min destpêkê xwe gihand kurê Apê Mûsa Anter Anter. Piştre xwe gihand birayê wî Dîcle Anter. Herî dawî jî dayikeke temen mezin bala min kişand û min xwe gihand wê û pirsa wê kir. Navê dayikê Meyrema Enîştekîn bû. Temenê wê di seriya 80 salan de bû. Ez ê bêm sohbeta xwe ya pê re lê destpêkê dixwazim qala hevdîtinên xwe yên bi Anteran re bikim.

Daxwaza ji zarokên kurd

Anter Anter ku çend sal in li gund bi cih bûye û li nav baxçeyê bavê xwe ji xwe re mal lê kiriye, li ser pirsa min a der barê doza bavê xwe de ev tişt got: “Ne 30 sal 300 sal jî here em ê encama vê dozê qebûl nekin. Bi qasî ku ez dizanim kujerên bavê min Mehmet Agar û Tansû Çîler in; hikûmet in ne kes in.”

Ji bo bavê xwe û gelê kurd jî Anter ev tişt anîn ziman: “Dema ku kes nikaribû bi kurdî binivisîne bavê min bi kurdî dinivisand. Ji ber vê jî emrê xwe tev di hefsan de derbas kir. Evîndarê gel û welatê xwe bû. Ji gelê xwe gelek hez dikir. Em gelek di pêş de çûne. Zarokên me îro jehatî ne. Ne weke berê ne, natirsin. Ez ji zarokên kurd daxwaz dikim ku di nasnameya xwe de tavîz nedin.”

‘Wê kujerên bavê min efû bikin’

Dû vê daxwaza Anter a ji zarokên kurdan berî ku qerebalix çê bibe min xwe gihand birayê wî Dîcle Anter jî û pirsa doza bavê wî jê jî kir. Anter, got ku heke doza bavê wî bidine girtin wê kujerên bavê wî yên di nav wan de digerin wê li ber çavê wan efû bikin û ev bertek nîşan da: “Lê doza bavê min heta ku kujerên wî neyên cezakirin wê neyên girtin.”

Anter, ji bo rexneyên ku ji ber serdana wî ya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû lê tên kirin jî ev tişt gotin: “Kiliçdaroglû digot ku ew ê ji bo aştiya civakî û pêkanîna edalet û hiqûqê bixebite. Piştî van gotinên Kiliçdaroglû Navenda Giştî ya CHP’ê min vexwend. Li ser vê ez çûm CHP’ê û tişta di dilê min re derbas dibû ji Kiliçdaroglû re got. Min ji Kiliçdaroglû re got ku divê tu bingeha gotinên xwe bidî dagirtin. Ji bo vê jî divê ji dil û wêrek be.”

Mêvana Apê Mûsa

Piştî ku bi her du Anteran re axivîm, gelek mêvanê wan hatin; bi hatina mêvanan re merasîma bîranîna Apê Mûsa li ber gora wî hat kirin. Gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl li Apê Mûsa bûn mêvan. Lê tenê mêvanên Apê Mûsa ne siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl bûn. Yek ji van mêvanan heta ku min xwe gihandê ji ber temenê wê yê mezin gelek bala min dikişand.

Weke min li jor jî qala wê kiriye ev mêvan dayê Meyrema Enîştekîn bû. Li baxçeyê mala Apê Mûsa sekn û hedan nayê Enîştekîn. Geh diçe wî alî geh diçe vî alî. Li ber mala Apê Mûsa ango muzeyê min xwe gihandê û hal û xatirê pirsî. Serê ewil wê jî pirsa ji min kir. Piştî ku min got, ‘ez rojnameger im û ji Amedê hatime’. Hinek bêhna wê derket û xêrhatina min kir.

Daxwaza dayê Meyrema

Li ser pirsên min dayê Meyrema ev tişt gotin: “Ez ji Nîsêbînê ji bo Apê Mûsa hatime vir. Ji bo ku milet Kurdistanê ji bîr neke Apê Mûsa anîn li vir veşartin. Ez kurdeke hur im û naxwazin Kurdistanê ji bîr bikim. Ji ber vê min xwest bêm vir. Ma ez ne kurd bim wê kê kurd be. Me hefs û derdan gelek kişandiye.”

Dema ku min xatir jê xwest wê jî ji min xwest ku ez bidime pêşiya wê û herim gora Apê Mûsa û wêneyê wê yê bi nîşana zafere bikişînim. Min vê daxwaza wê qebûl kir û em çûn ber gora Apê Mûsa û weke ku wê xwest wêneyên wê kişand.

Bi kişandina wêneyên dayê Meyrema re dema me ya xatirxwestina ji Apê Mûsa jî hat. Berî ku roj biçe ava û xatirê xwe ji Apê Mûsa bixwaze me xatirê xwe jê xwest û ji bo ku roja din vegerên ser karê xwe yê ku li ser xeta wî dimeşînin ber bi Amedê ve ketin rê.