2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Binketina xwe qebûl kir

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li New Yorkê civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi tevlêbûna 193 dewletên endam pêk hat. Di vê civînê de gelek welatan hewl da ku ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe piştevaniyekê bi dest bixin. Yek ji van welatan jî Tirkiye bû. Şefê rejîma faşîst a tirk Erdogan di civînê de axivî û dîsa wek her car mijara wî ya sereke dijminahiya li dijî gelê kurd bû.

Şefê rejîma faşîst Erdogan di 77’emîn civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de têkçûna xwe ya li dijî PKK’ê îtîraf kir. Erdogan di mijara şerê Rûsya-Ukraya, şer û aloziyên li herêmên cuda yên cîhanê xwe wekî qasidê aştî û navbeynkar nîşan da. Lê dema mijar hat ser kurdan, careke din rûyê xwe yê qirêj û şerxwaz nîşan da. Bi şiyara “li cîhanê aştî, lê li dijî kurdan şer” tevgeriya.

Erdogan alîkariya leşkerî û aborî ya Amerîka, Îngilistan, Almanya û bi giştî welatên NATO û Ewropayê li dijî PKK’ê didin wan, têr nedît. Ji hemû endamên Neteweyên Yekbûyî xwest ku ji bo qedandina PKK’ê, piştgirî û alîkariya didin wan, zêde bikin. Erdogan hewl da dagirkeriya xwe ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewa nîşan bide û bi bahaneya koçberên Sûriyeyê jî zêdetir alîkariya aborî xwest.

Di rûniştina Neteweyên Yekbûyî ya 24’ê îlona 2019’an de şefê faşîst Erdogan bi nexşeyekê plana xwe ya dagirkeriyê aşkera kiribû. Dîsa bi heman şêweyî ji bo têkoşîna gelê kurd a li rojavayê Kurdistanê ji derveyî qanûnên siyaseta navneteweyî axivî.

Erdogan ê ku li her derê dibêje “me PKK’ê têk bir êdî nikare tiştekî bike” di axaftina xwe de got; “Bi deh-hezaran mîlîtanên wê hene, li her derê xwe bi rêxistin dike.” Girêdayî vê axaftinê du caran ji pêkhateya civînê di şerê li dijî PKK’ê de alîkarî xwest.

Tevî di pêşengiya NATO’yê de alîkariyeke xurt ji bo dewleta tirk tê dayîn jî diyare ku Erdogan ji vê alîkariyê ne qayîl e. Artêşa tirk bi vê alîkariyê ji 17’ê nîsanê ve li  Zap, Metîna û Avaşînê ji derveyî qanûnên navneteweyî tevdigere. Tevî ku hemû welatên cîhanê dizanin li vê herêmê dewleta tirk sûcê şer pêk tîne û ji derveyî zagonên navneteweyî tevdigere. Li dijî gerîla çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tîne. Tevî sûcên artêşa tirk ji aliyê saziyên serbixwe ve hatine teyîdkirin jî saziyên navneteweyî ji bo dewleta tirk di vê mijarê de nekeve ber lêpirsînekê çi ji destên wan tên dikin.

Bêguman ev bêdengî li dijî sûcên dewleta tirk ên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hene. Li ber çavê hêzên qaşo garantor dewleta tirk a dagirker rojane herêmên sivîl topbaran dike. Sivîlan qetil dike. Bi destê komên çete yên li herêmê ava kirine her cure qirêjiyê dike. Tevî ev hemû di raporên saziyên navneteweyî de hatine vegotin jî heta niha di van mijaran de li dewleta tirk tu doz nehatine vekirin.

Lê rejîma Erdogan vê weke alîkariyê nabîne û doza piştevaniyeke hê mezintir dike. Li gor wî bêdengiya li dijî kuştina zarokan, bombebarankirina gundiyan, revandina jin û zarokan, qetilkirina siyasetmedar û pêşengên civakê ne sûc in. Lewma bêdengiya li dijî van sûcan jî ji bo wî tiştekî îfade nake, lewma doza alîkariyeke hê xurttir dike.

Erdogan ku li dijî kurdan siyaseta yekperestî esas digire, ji bo beşa tirk a Qibrisê xwe wekî azadîxwaz û demokrat nîşan da û banga naskirina serxwebûna beşa tirk a Qibrisê kir.

Erdogan di çarçoveya bilindkirina nijadperestiyê de dijberiya Ermenistan û Yewnanistanê jî kir û hewl da endamên Neteweyên Yekbûyî li hemberî wan sor bike.

Bi piştevaniya hêzên navneteweyî dewleta tirk bi çavsoriyek mezin êrîşî gelên herêmê dike. Divê êdî ev hêz li dijî van sûcên dewleta tirk bêdeng nemînin. Ger bêdengiya li dijî van sûcên dewleta tirk wisa berdewam bike wê kaosa li herêmê heye kûrtir bibe. Jixwe tişta ku rejîma Erdogan dixwaze jî ev e. Êdî dem hatiya ku dewleta tirk ji ber van sûcên xwe di qada navneteweyî de bê darizandin.