13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Jîna Emînî di roja 10’emîn de berdewam dike

Di roja 10’mîn a xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî kuştina ciwana kurd Jîna Emînî li gelek bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê berdeweam dikin. Di roja 10’mîn a nerazîbûnan de Meclisa Kordînasyona Sendîkaya Mamosteyên Îranê bang li mamoste û xwendekaran kir ku rojên duşem û çarşemê neçin dibistanan.

Her wiha sendîkayê bi daxuyaniyekê destwerdana li dijî xwepêşandêran, bikaranîna tundiyê û girtina xwepêşandêran ji alî hêzên dewletê ve şermezar kir.

Di xwepêşandanên roja 10’mîn li paytext Tehranê, bajarên başûr û rojavayê welat  de dirûşmeyên Na ji dewleta olî re derketin pêş.

Li gorî tora medyayê ya Îraninternational heta niha di xwepêşandanan de zêdeyî 40 kesî hatine kuştin û bi sedan kers hatine binçavkirin û girtin. Her wiha li gorî rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ku navenda wê li Osloyê ye heta roja 10’mîn a xwepêşandanan herî kêm 57 kes hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku çalakî û nerazîbûna gelê Îranê wiha mezin bûye ku mirov dikare navê serhildana Jîna Emînî lê bike. Jîna Emînî di 16 Îlonê de ji alî ‘polîsêçn Exlaqê’ ve hatibû binçavkirin û di bin çavan de hatibû kuştin. Ji wê rojê de heta roja îro her ku diçe nerazîbûna gel wekî lehiyeke bi hêrs li dijî hişmendiya dewleta Îranê diherike û tevî hemû tundiya hêzên dewletê ya li dijî xwpêşandêran her ku diçe mezintir dibe.