19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Almanyayê xwepêşandana “Em gaza rûsî dixwazin”

Bi sedan welatiyên Almanî roja Yekşemê li bajarê Lubmen li bakurê rojhilata Almanyayê xwepêşandan kirin û daxwaza vekirina boriya gaza xwezayî ya  “Nord Stream 2” kirin, ku gazê ji Rûsyayê tîne welatê wan.

Li gorî nûçeya Reutersê, xwepêşanderên Alman pankartên “Ne gaza Amerîka, gaza Nord Stream 2” hildan û ala Rûsyayê bilind kirin.

Li ser hin pankartên din jî xwepêşandêran wiha nivisandibû “Nord Stream 2 vekin” û “Hikûmet divê biçe.”

Komek jinên ukraynî li dijî vê xwenîşandanê derketin, hilkişiyan ser platformeke li pêş wê, li wir şer şermezar kirin, lê zû paşve hatin vegerandin.

Bajarê Lubmin ê Almanyayê pêwendiyeke mezin bi boriya gazê ya rûsî re heye, ew gaz piştî derbasbûna wê ji binê deryaya Baltîkê, digihê vî bajarê Almanyayê.