3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diziya dahata Başûr û hejarkirina xelkê!

Nivîskarê rojnameya Welat Awyer Botan, di nivîsa xwe de bal kişand ser kiryarên PDK’ê yên diziya dahata Başûr.

Awyer Botan, bal kişand ser têkiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê jî û da zanîn ku Tirkiye bi peymanên petrolê dest û lingê PDK’ê girê dide.

Nivîsa Awyer Botan a bi sernavê “Diziya dahata Başûr û hejarkirina xelkê!” wiha ye:

Kiryarên PDK’ê wisa kiriye ku di navbera wê û partiyên kurdî û dîsa rêveberiya hikûmeta Navendî ya Iraqê de krîzên kûr rû bidin. Ev krîz û nakokî wisa dike ku teqîneke civakî pêk were. Yek ji sedemê esas ew e ku dahata petrolê ji bo kûderê tê mezaxtin e. Her wiha nedayîna bûdce û mûçeyên karmend û mamosteyan e.

Her ku krîz û alozî gur û geş dibin, dengê nerazîbûnê jî bilind dibe. Di van 2-3 salên dawî de xwepêşandanên girseyî û heta bi xwîn jî li başûrê Kurdistanê rû dan e. Di van xwepêşandanan de daxwaza heqdest û heqê xwe dikin. Her diçe pêşiya krîzên nedayîna mûçe, krîzên aborî û koçberiya ji welat zêdetir dibe. Van faktoran jî wisa kiriye ku PDK, partiyên kurd û hikûmeta navendî ya Iraqê bên pêşberî hev.

Ev li aliyekê têkiliyên PDK’ê ya bi hemû rengî ya li gel dewleta tirk a dagirker re rewş girantir kiriye. Dîsa peymanên li ser dahat û petrolê roj bi roj dest û lingê PDK’ê girê dide. Her ku dizî û gendeliya Binemala Barzaniyan yên li derveyî welat aşkere dibin, li ser çapemeniyê tê belavkirin, firotina gaza xwezayî û petrolê ya ji bo Tirkiyeyê, kir ku Dadgeha Federal li ser vê biryarek krîtîk bigire. Bi vê biryarê pêşiya firotina petrolê bêyî Iraqê bê girtin û petrolê bixe bin kontrolê de. Eger ev biryar bê erêkirin wê petrol bikeve bin kontrola Iraqê. Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar dike ku nayê zanîn bê ka dahata petrola başûrê Kurdistanê çiqas e, ji bo wê, demildest dixwaze biryara dadgehê bixin meryetê.

Mijar pir alî ye, gelek alî û têkiliyên siyasî li xwe digire. Bi kurtasî petrola başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê hatiye firotin, bi hevkariya PDK û TC’ê tê xistina piyasayê. Ev yek ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Tişteke wilo ye nayê nixûmandin. Ji xwe bi wê dahatê rojane bombe li ser xaka Kurdistanê dibarînin û xwezaya Kurdistanê wêran dikin. PDK 3 meh in ji bûdçeyê para Silêmaniyê neşandiye, dîsa pereyê ji bo hikûmeta navendî jî bê şandin, nehatiye şandin. Pereyê ji petrol û ji xezîneya Iraqê, pereyê ji aliyê hêzên koalîsyonê ve jî tê dayîn û dahata gumrikan nayê zanîn bi kûve diçe.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê daxuyaniyek dabû û gotibû ku ji dahata petrolê ji sedî 41 diçe xezîneyê, ji sedî 59’an jî diçe kargeha petrolê ew jî ya malbata Barzanî ye. Wezîrê Darayiyê Awat Şêx Cenap jî Barzanî derewandibû û gotibû ku tenê 350 milyon dolar hatiye dayîn. Cenap anîbû ziman ku dahata firotina petrol û dahata tê hemû di bin kontrola Mesrûr Bazanî de ye. Bi tu awayî Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê tev li vê yekê nabe.

Eger ku em pereyê ku ji bo Xezîneya Herêma Kurdistanê diçe bigirin dest ev hejmar derdikeve; ji Petrolê 350 milyon dolar, bûdçeya ji Iraqê tê girtin 136 milyon dolar e, bûçeya ku koalîsyon dide 52 milyon dolar e, dahata ji gumrikan tê girtin, nayê dayîn. Di 5 salên dawî de dahata ji petrolê tê her meh 350 milyon dolar e. Berî 5 salan bihayê varêlê petrolê 22 dolar bû, niha derdorî 111 dolaran e. Ev jî dide nîşandan ji sedî 500 nirxê petrolê zêde bûye. Lê ya ji bo xizîneyê tê veqetandin, qet nayê guherîn.

Li aliyê din parlementer Karwan Gezneyî diyar kir ku her mehê dahata ji petrola herêmê tê 900 milyon dolar e, ji vê jî 480 milyon dolar ji bo xezîneyê tê veguhestin, ya dimîne 420 milyon dolar bi kû ve diçe nayê zanîn. Her wiha Gezneyî anî ziman ku mehane mûçeyên li başûrê Kurdistanê bi giştî bê dayîn 638 milyon dolar e; ev yek bi dahata petrolê dikare bê dayîn bê ku tu pirsgirêk derkeve.

Dahateke baş ji deriyên sînor ên başûrê Kurdistanê bi welatên cîran re heye tê bi destxistin. Li ser vê serokê Komîsyona Darayî ya Parlementoya Herêmê Ziyad Cabbar jî destnîşan dike ku li herêmê bi qanûnî û ne qanûnî 20 deriyên gumrikê hene, dahata ji van gurmikan tên, ji bo xizîneyê nayê veguhestin. Her wiha anî ziman ku dahata ji van deriyan jî tê bidestxistin nayê zanîn. Her li ser dahata deriyan Midûrê Deriyê Sînor ê Îbraîm Xelîl (Xabûr) Seyît Ekrem jî anî ziman ku her şev du kes tên hemû dahata derî digirin. Li ser vê ji aliyê hêzên PDK’ê ve ji ber vê daxuyaniyê tê girtin. Li aliyê din serokê Koma Yekgirtû Îslamî ya Parlementoya Herêmê Şêrko Cewdet jî daxuyaniyek da û diyar kir ku dahata ji Deriyê Sînor ê Xabûr tê bidestxistin, ji 12 deriyên gumrikê yên tevahî Iraqê zêdetir e.

Dahata mehê ya herêmê 1,1 milyar dolar e, ev hejmar a fermî ye. Ya ne fermî nayê zanîn bê ka çiqas e. Dahata ji bo xezîneya herêmê tê şandin 538 milyon dolar e. Ya dimîne jî 562 milyon dolar jî diçe kûderê nayê zanîn.

Li ser vê rewşê û dahata ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dest dixe, Dadgeha Federal a Iraqê biryarek girt û li gorî biryarê wê başûrê Kurdistanê bê erêkirinê nikaribe petrolê bifiroşe.

Tê îdîakirin ku PDK ne yeksan dahatê li ser bajaran parve dike. Ji bo wê ye ku li Silêmaniyê heqdestê karmendan û mamosteyan nayê dayîn. Di çarçoveya biryara ji aliyê Wezareta Darayiyê ve hatî dayîn de, ji pereyê diçe xezîneyê ji sedî 57 ji bo Hewlêr-Dihok, ji sedî 43’ê jî bide Silêmaniyê. Hate diyarkirin ku Herêma Silêmaniyê parêzgeha Helebçeyê ji vê cuda digire dest, ji bo wê diyar dike ku biryar ne adil e. Tevî biryara heyî jî ji bûdceya sala 2021’ê ji sedî 62 ji bo Hewlêr-Dihok, ji sedî 38 jî ji bo Silêmaniyê hatiye şandin.

Li ser nerazîbûn û helwestên gel Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da û diyar kir ku sedemê nedayîna mûçe dahata ji Silêmaniyeyê ji bo xezîneyê nayê veguhestin. Li ser vê Parlementer Omer Gulpî jî diyar kir ku dahata ji Dihok û Hewlêr jî naçe xezîneyê.

Dema mirov li tabloya jor dinêre, dibîne ku mehê nêzî 2 milyon dolar ne hiqûqî dikeve destê Malbata Barzanî. Tu kes ne pirsa vê û ne jî lêpirsîn dike. Bi salan e ku ev rewş wiha dewam dike. PDK û şirketên li ser navê wan dizî û gendeliyê dikin. Dîmanên koçberên başûrê Kurdistanê ya sala borî li sînorê Polonya-Belerûs rewşa xelkê başûrê Kurdistanê û reva wan a ji welat nîşan dide.

Di vê dema dawî de bi hevkariya li gel Tirkiyeyê û êrîşên li ser xaka başûrê Kurdistanê rewşa herêmê û nokokiyên navxwe zêdetir kiriye. Ji bo vê divê ev rastiya PDK’ê û girgirên Barzaniyan bê zanîn û li gorî wê tevger bikin. Heta rastî neyê zanîn û aşkerekirin, helwestek rast û durist jî dernakeve. Ji bo wê çiqas mirov lê bikole û bigihêje rastiyê teqez helwest, kîn û nefreta mirov a li ber jî zêdetir û bi zanistî dibe. Heqîqet, dihêle ku rast nêzî mijarê bibin û tişta pêwîst bê kirin.

Çavkanî: