2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG: Li Avaşîn û Zapê 14 leşker û li Xakurkê 28 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li Zap, Avaşîn û Xakurkê agahiyên nû da. Li gorî nûçeya ANF’ê çapemeniya HPG’ê destnîşan kir ku li gel artêşa tirk bê navber çekên kimyewî bikar tîne jî dîsa HPG çalakiyên mezin pêk tîne û di 2 rojên dawî de li Avaşîn Zap û Xakurkê 42 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan yên li Qadên Berxwedanê tarza şerê tîmên gerîlayên gerok û tarza şerê çeper û tunelan bi taktîkên xurt pêk tîne û wiha got: “Hêzên me hesabên dagirkeran pûç dikin û li Qadên Berxwedanê înisîyatîf di destê hêzên me de ye. Artêşa tirk a dagirker gelekî ditengije û li hemberî çeperên şer û tunelên gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta tirk her roj çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev êrişên bi çekên kîmyewî ne êrişên normal in û divê tu kes van êrişan tiştekî ji edetî nebînin. Divê vî sûcê şer normal neyê dîtin. Dewleta tirk a dagirker çi bi kar bîne wê nikaribe berxwedana dîrokî ya gerîla û îradeya fedaî ya Apoyî bişkîne. Di 17’ê Gulanê de 44 caran li hemberî çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Hêzên me li hemberî van êrişan li dagirkeran dane. Di çalakiyên hêzên me ya Avaşîn û Zapê de 14 dagirker hatine cezakirin, 6 dagirker hatine birîndarkirin û 3 dron hatine xistin.

HPG’ê li Xakurkê 28 leşker kuştin

Çapemeniya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên li Xakurkê jî eşkere kir. HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li herêma Xakurkê li dijî dagirkeran bi ruhê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê çalakiyên xurt lidar xistin û wih agot: “Di çalakiyand e ku bi giştî 28 dagirker hatin cezakirin, hevrêyên me Rustem, Lezgîn, Agît û Dijwar şehîd bûn.