12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji tîr û kevanê ber bi çekên kîmyewî ve

Nêçîrvanî, tîr û kevan, kuştin, şer, tunekirin û hwd. îro rûpelên dîrokê têkildarî destpêka şer û amûrên şer, qala gelek bûyeran dikin. Şer kengî û çima dest pê kir? Kîjan hincet bûne amûrên şer û sedemê vê yekê, çi bû? Mirovahiyê cara yekem bi armanca ku zikê xwe têr bike dest bi nêçirvaniyê kiribû. Dema mirov diçûn nêçîrê rim û şivek digirtin destê xwe. Bi alîkariya van amûrên xwezayî mirovan ji aliyekî ve pêdiviyên xwe yên rojane pêk dianîn ji aliyê din ve jî xwe ji şert û mercên xwezayê diparastin.

Li gorî agahiyan ev amûr 35 hezar sal beriya mîladê tenê bi armanca nêçirvaniyê û parastinê hatine şixulandin. Ji bilî vê yekê bi armanca kuştina mirovan yan jî bi armanceke din nehatine bikaranîn. Mijara nêçirvaniyê ya di dema paleolîtîkê de herî zêde li ser dîwarên şikeftan hatiye xêzkirin. Li gorî van wêneyên ku di gelek şikeftên Mezopotamya heta Fransayê hatine dîtin de, mirovan rim û şivik bi armanca ku miroveke din an jî hin kesên ji kabileyeke din bikûje, bi kar neanîne.

Dema em ji paleolîtîkê xwe berjêrî 18 hezar sal berê dikin amûrên weke tîr, kevan, berkanî, gurz û hwd derdikevin pêşberî me. Em dikarin bêjin ku bi îcadkirina tîr, kevan û amûrên weke berkaniyê teknolojiya çekan jî dest pê dike. Ji ber ku bi tîr û kevan terzê ji dûr ve êrişkirinê dest pê dike û bi vî awayî jî rîska mirinê kêmtir dibe.

Şerê di navbera mirovan de

Piştî kifşkirina agir, kifşa herî girîng tîr û kevan e. Bi vê îcadê êdî dîroka şerê di navbera mirovan de jî dest pê dike. Her çiqas dema îcatkirina tîr û kevanê bi awayekî şênber neyê zanîn jî li gorî texmînên arkeologan, beriya mîladê di derdora 18 hezar salan de hatine îcadkirin. Ev dirok li gor wêneyên li ser diwarên şikeftên li herêma Levant a Îspanyayê tê diyarkirin. Kevana ku heta roja me ya îro maye li Danîmarkayê hatiye dîtin û xwedî dîrokeke 5 hezar 800 salan e.
Tîr û kevan ji şivên ter dihatin çêkirin. Li gorî erdnigariyê û li gorî cureyên darên kevanek dihatin berhevkirin. Bi kîjan cureyên darê bihatana çêkirin jî şerta pêşî ew bû ku şiva wê qeyim, qayişokî û bikêrhatî be. Mirovan bi tîr û kevanê rê û rêbazên nêçirvaniyê û yên şer guherandin. Ji bo ku êdî çekek di destê wan de hebû û bi vê çekê ji aliyekî ve li ser ajalan û ji aliyê din ve jî li ser qabîleyên din dikarîbûn hikmê xwe bikin.
Êdî em dikarin bêjin ku dîroka hikumkirinê, weke malêxwedîtinê û helbet dîroka tundiyê jî bi îcata van amûran dest pê dike. Bi kifşkirina maden re şûr jî dibe amûreke şer û bi tîr û kevanê re êdî dibin çêkên şer ên li gorî dema xwe ya herî modern.

Wateya şer

Helbet destpêka şer, kuştin û tundiyê tenê mirov nikare bi îcada tîr, kevan û şûr ve girê bide. Destpêk bi aqilê ku cara yekem van amûran ji bo tundî, kuştin û tunekirinê bikartînîn de ye. Hişmendiya serdest êdî bi rê û rêbazên bidestxistinê hem fikran, hem amûran hem gelek qadên jiyanê dixe bin hikmê xwe. Tîr û kevan, berkanî û cureyên din jî dibin amûrên wî yên bivê nevê.

Bi hezaran salan tîr, kevan, şûr û agir dibin çekên ku şerên herî binavûdeng bi wan tên kirin. Ji kral Sargonan heta Firewnan ji wir jî heta desthilatdarên weke Îskenderê Mezin Împeratoryaya Makedonyayê ta Hindistanê her deveran têxe bin hikumraniya xwe.
Her ku diçe êdî li çar aliyê şaristaniyê şer, kuştin, bindestkirin û dagirkirin dibe hîmekî împeretorî ango dewletan û hemû rûpelên dîrokê bi destan û çîrokên şeran tên tijekirin. Dîroka şer dîroka desteserkirinê ye…, dîroka mulkiyeta taybet e, dîroka komkirinê ye, dîroka zilaman e…

Îcadkirina barûdê

Di serdema navîn de bi îcada barûdê qapasîteya şer êdî tê digehêje asteke bilind. Tê zanîn ku barûd li Çînê di salên 1000’î de tê îcadkirin. Her çiqas di serî de ji ber hêwîbûna barûdê zêde bandora wê di şer de tune be jî bi demê re dibe çeka herî qayîm a şer. Çîn ji dîrokê ve bi saya madeya barûdê weke hêzeke yekemîn navê xwe li dîroka çekan mohr dike.
Di sedsala 13’emîn de împeratoriyên ewrûpî jî êdî barûdê bi kar tînin û her diçe dîroka şer berfirehtir dibe. Êdî febrîqeyên çek û sîlehan ji Amerîka, Ewrûpa heta Asyayê û ji wir jî heta Rojhilata Navîn tên çêkirin û wek ‘endûstriya çekan’ tê binavkirin.
Di endûstriya çekan de roj bi roj şekl, şêwe û modela çekan dihat guhertin. Êdî ji ber ku bi tîr, kevan, şûr, agir kuştin hindik çêdibûn, hişmendiya şerxwaz berê xwe dide çekên qerase yên wekî tang, top û çekên kîmyewî. Di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de bi milyonan mirov bi van çekan hatin kuştin.

Ka em hinkî bala xwe bidin destpêk û armanca şerê ku ji dîroka Sumeriyan heta şerê cîhanê yê yekem û duyem û şerê çekên kîmyewî yên roja me ku di tevan de aqilê mêr, hişmendiya mêr û hestên mêr ên dagirkirinê hene, hişmendiya dewletê heye. Jinan biryara şerên tehakûmê, bindestkirinê heta niha nedane. Her çiqas mînakên berevajî tên xuyan weke Margaret Teatcher, Tansu Çîller hwd. hebin jî wan ji bo serdestiya mêr ev biryar dane.
Bi biryara vê hişmendiya serdest dîroka mirovahiyê ji tîr, kevan, berkanî, gurz, şûran çekên ku bi îcada barûdê hatin afirandin, çekên kimyewî derketiye holê.

Çekên kîmyewî

Ji Hîroşîma, Nagazakî heta Helepçeyê bi çekên kîmyewî bi mîlyonan mirov ji bo berjewendiyên dewletên navneteweyî û ji bo dagirkirinê hatin qetilkirin, komkujî pêk hatin. Di serê sedsala 21’emîn de jî hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe û ji bo serkeftina endûstriya çekan li Rojhilata Navîn ji Lîbyayê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Iraqê û bi taybetî li Kurdistanê ku bi peymana Syces-Pickotê kir çar parçe, şer her diçe kûrtir dikin. Di nav gelê kurd de bi çekên kîmyewî komkujiyan pêk tînin.