2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dlêr: Armanca serdana Fidan tasfiyekirina PKK’ê bû

Parêzer û siyasetmedar Rezan Shek Dler der barê serdana Wezîr Hakan Fidan de diyar kir ku armanca serdanê paqijkirina PKK’ê bû û got: “Xwest hikûmeta Iraqê li dijî PKK’ê derkeve. Lê hikûmetê ev red kir.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di 23’ê Tebaxê de hikûmeta Iraqê û di 24’ê Tebaxê de jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ziyaret kiribû. Hakan Fidan di serdana hikûmeta Iraqê de encam negirt û destvala vegeriya. Di serdena Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de jî soza hevkariya şerê li dijî PKK’ê girt. Têkildarî mijarê Parlamentera hikûmeta Iraqê ya berê, parêzer û siyasetmedar Rezan Shek Dler diyar kir ku Hakan Fidan bi şêweyek gişti  ji bo têkiliya van herdu hukumetan bi hevre hin baştir bibe çû serdana Iraqê û wiha got: “Bi taybeti hukumeta Iraqê li ser bûyerên ku ji aliyê Tirkiyayê ve li ser sînorên navçeyên herêma Kurdistanê, dibin sedema qetilkirina hemwelatiyan ev buyer hemu bi neyini bandurek mezin li ser hukumeta niha ya Îraqê hiştibû. Di serî de hevdîtina Fîdan û hikûmeta Iraqê li ser vê mijarê bû. Lê Hakan Fîdan behsa mijarek din kiribû. Ew jî mijara Haşdî Şabî bû ku Hakan Fîdan anîbû ziman. Hakan Fîdan diyar kiribû ku ev hêze beşeke girêdayî artêşa Îraqê ye û alîkariya PKK’ê dikin. Fidan anîbû ziman ku ev hêz çekan didin PKK’ê û bi wan silehan li ser sinor, li Tirkiyeyê û Sûriyeyê li dijî wan bikar tîne. Hakan Fîdan anîbû ziman ku heya niha PKK’e li Îraq’ê çalekiyên xwe berdewam dikin û li Bexdayê navendên xwe ava kirine. Lê hikûmeta Iraqê ev îdîayên Fidan û daxwazên Fidan tev red kirin. Fidan xwestibû ku bi tu awayî hukumeta Iraqê alikariya PKK’ê neke.”

Rezan Shak Dler, da zanîn ku mijarek din ji mijara Turkmenên Kerkukê  bû û wiha axivî:  “Fîdan xwestibû ku Turkmen bi heq û hiqûqên xwe li herêmê xwedî rol be. Mijarek din jî hikumeta Îraqê ji Hakan Fîdan xwestibû ku ava Dicle û Firat serbest berdin. Dîsa xwestibû ku hikûmeta Iraqê der barê boriyên petrolê de hevkariya hikumeta Herêma Kurdistanê ya li gel Tirkiyeyê bike. Xwestibû hikûmeta Iraqê bibe şirîkê deynê hikûmeta Başûr û dayîna betrolê ya Tirkiyeyê bidomîne.”

Serdana Fidan li ser PKK û Şengalê bû

Rezan Shak Diler bal kişand ser armanca serdana Hakan Fîdan û got: “Serdana Bexdayê bi gelemperî  li ser mijara PKK’ê û şengalê bû. Bi armanca PKK’ê têk bibin û lawaz bikin Iraq ziyaret kir.”

Dilêr, anî ziman ku mirov dikare bibêje ku dewleta Iraqê îsal ji aliye avê ve di nava zuhabunekê de ye û wiha axivî: “Tunebûna avê bandoreke neyînî li ser xaka Iraqê kiriye. Ava  Dicle û Firatê li ber çava ye. Her ku diçe zuha dibin. Li ser vê mijarê rawestiyan û xwestin alîkariya hev bikin.”

Dilêr, da zanîn ku newta Kerkukê  ji mijarek giring û sereke bû û wiha berdewam kir: “Di hevditina herdu dewletan de mijara xeta petrolê ya Kerkukê bû. Xwestin ku carek din Petrola Kerkukê di nava axa Tirkiye re derbas bibe. “

Di nava Tirkiye û PDK’ê de hevkarî zêde ye

Dilêr, li ser hevkariya di navbera Tirkiye û PDK’ê de jî rawestiya û wiha got: “Mirov dikare bibêje hevkariyeke zêde zêde di navbera PDK’ê û Tirkiyeyê de heye. Ev ji bo hikûmeta Iraq û Kurdistanê pirsgirêkek pir mezin e. Hakan xwest Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin baneyê PDK’ê de bi rêxistin bike. PDK dixwaze hikûmet di kontrola wê de be û neyê guhertin.  Tirkiye dixwaze hikûmeta Iraqê di aliyê PDK’ê bike. Sedema vê yekê parastina Tirkmenên li Iraqê ne. Beşek Tirkmenan li Hewlêrê ye û beşek jî li Kerkukê ye. Dixwazin PDK alîkariyê bide Tirkmenan. Tirkiye ji bo xwe li Iraq û bi taybetî li herêma Kurdistanê bi cih û hêz bikin, li ser navê  Tirkmenan her tim dixin rojev.”

Shak Dler diyar kir ku ew dizanin dewleta Tirkiyeyê her cara serdana Îraqê dike, bi hikûmetên berê re jî hevdîtin dikin û wiha dirêj kir: “Em dizanin ku serdanên berê jî li ser asta şexsî û asta hizbek siyasî dihatin kirin. Li ser esasê berjewendiyên xwe tenê bi hin aliyan re hevdîtin dikirin. Raste hikumeta Herêma Kurdistanê hikumetek e. Lê mijar bi taybeti bi hizbekê ve girêdayiye. Ew jî PDK ye. PDK li ser navê  herêmê tenê berjewendiyên malbatê diparêze. Em dizanin yek ji pirsgirêkên Herêma Kurdistanê girtina balefirgeha Silêmaniyê ye. Niha balafirgeh di dorpêçê de ye. Ev plana PDK’ê û Tirkiyeyê ye. Ji ber Silêmanî di kontrola YNK’ê de ye, PDK  dixwaze ev balafirgeh girtî be. Ev yek bi hevkariya Tirkiyeyê pêk tê. Ji ber ku ev herêm ji bîrdoziya PKK’ê hez dike û alîkariyê dide wan, dixwaze ambargo dîne ser wan. Tirkiye ji ber vê yekê dixwaze têkiliya xwe bi hikûmeta Iraqê, hikûmeta Başûr û bi taybetî bi PDK’ê re xurt bike. Armanca sereke lewazkirin û derxistina PKK’ê ye. Dixwazin PKK’ê ji herêmê vala bikin.”

Rezan Shak Dilêr, herî dawî da zanîn ku li gori tê ditin û encamên derdikevin heta zihnyeta li ser îxdidarê neyê guhertin û berjewendiyên hizbi an jî şexsi li pêş bin, dê guhertin pêk neyê û wiha bi dawî kir: “Bi taybetî guhertin li herêmê nayê çêkirin wê çawe guhertin li tevahî pêk bê.”