spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî partiyên Rojhilat li cem Iraq û Îranê cih girt

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku li dijî partiyên Rojhilat ew girêdayî lihevkirina di navbera Iraq û Îranê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê duh bi balyozê Îranê yê Iraqê Mihemed Kazim El Sadiqî re civiya. Der barê civînê de serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê behsa peywendiyên Îranê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatine kirin. Her wiha behsa lihevkirina ewlekariyê ya di navber Iraq û Îranê de hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ku Herêma Kurdistanê girêdayî lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de ye û ev tişt gotiye: “Em tu carî rê nadin ji Herêma Kurdistanê ti metirsiyeke ewlehiyê ji Komara Îslamî ya Îranê re çêbibe.”

Hêjayî gotinê ye Îran û Iraqê di 19’ê adara 2023’yan de lihevkirinek dualî îmze kiribûn û Îranê ji Iraqê xwestibû ku hêzên rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin bên bêçekkirin û bixin di kampan de yan jî wan bişînin welatê sêyem.

Îranê weke xala lihevkirina bi Iraqê re roja 19’yê Îlona weke roja dawiyê ya lihevkirinê diyar kiribû. Ji bo bidawîbûna dema ji aliyê Îranê ve hatiye diyarkirin jî tenê 7 roj man e.