7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya konferansa mezin a Partiya Çepên Kesk

Partiya Çepên Kesk encamnameya konferansa xwe ya mezin ku du rojan berdewam kir bi van gotinan aşkera kir: Ji bo em jiyana nû ya ku bingeha paradîgmaya me ye ava bikin, em ê bi hemû rêxistinên xwe yên navendî û xwecihî re, bi hemû pêkhateyên xwe re, bi hemû kesayetan re ji bo heyama nû bi bawerî û biryardarî dimeşin.”

Partiya Çepên Kesk di navbera 10-11’ê îlonê de li Navenda Kongreyê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê konferansa xwe ya mezin li dar xist. Di konferansê de li ser gelek mijaran nîqaş hatin kirin û der barê gelek mijaran de ji bo pêşerojê biryar hatin girtin. Encamnameya konferansê ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihangin. Di encamnameyê de ev nirxandin hat kirin: “Ji bo em jiyana nû ya ku bingeha paradîgmaya me ye ava bikin, em ê bi hemû rêxistinên xwe yên navendî û xwecihî re, bi hemû pêkhateyên xwe re, bi hemû kesayetan re ji bo heyama nû bi bawerî û biryardarî dimeşin. Rêya me Rêya Sêyemîn e.”

Bi tevahî encamnameya konferansê wiha ye:

“Di serî de em hemû rêhevalên xwe yên ku di nirxên me afirandine û di fikriyata me û têkoşîna me de kedeke mezin dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em hemû hevalên xwe yên dîlgirtî û yên li sirgûnê silav dikin.

Dema me konferansa xwe pêk anî li Fasê erdhej pêk hat, em êşa gelê Fasê parve dikin û cardin hemwelatiyên ku me di erdhejên Hatay û Maraşê de wenda kirin birêzdarî bi bîr tînin.

Beriya 4’emîn Kongreya me ya Mezin ya Asayî me di merheleyeke giring ya têkoşîna azadiyê de ku bi salan e em bi kedeke mezin bi rê ve dibin me Konferansa xwe ya Mezin pêk anî û di vê konferansê de delegasyona me nîqaş û nirxandinên berfireh û piralî kirin.

Me di konferansa xwe de ji aliyekî ve nexşerêya partiya xwe diyar kir û ji aliyê din ve jî gelek biryarên giring girtin ku bandoreke mezin li ser pêşeroj û dahatuya Tirkiyeyê bikin. Her wiha hemû biryarên ku di 4’emîn Konferansa me ya Jinan de hatibûn girtin di vê konferansê de hatin pejirandin.

Meşa ber bi azadiyê ve

Qeyranên aborî, siyasî û civakî ku li gelemperiya gerdûnê rû daye her ku diçe kurtir dibe. Li cîhanê di bin pêla nijadperestiyê, birdoziya rastgiriyê û otorîteriyê de hiqûq û peymanên hevpar tune tên hesibandin, hêzdarî dibe amûra hin derdoran û serwerî di destê hin derdoran de li hemberî gel tê bikaranîn. Ji aliyekî ve birdoziyên ku li hemberî vê pêşveçûnê derdikevin di nav mij û dûmanê de nediyar dibin ji aliye din ve tevgerên civakî û siyasî di nav lêgerîna rê û rêbazên nû yên têkoşînê de ye. Ev lêgerhin jî li çar aliyan digihije hemû mirovahiyê û bindestan.

Li Tirkiyeyê jî hilbijartinên ku di meha Gulanê de pêkhatin him di warê pêkhatinê û him jî di warên encanan de di bin vê atmosfera ku li cîhanê rû daye de pêk hat. Di sedsada komarê de gel di bin qeyran û qaosên piralî yên siyasî, aborî, civakî de ne. Yên ku bi planên têkçûnê derketin rê Tirkiyeyê ber bi hilweşîneke mezin ve dibin. Li gel vê yekê civaka Tirkiyeyê bi pêkhateyên xwe dinamîkên xwe di warê çareseriya van pirsgirêkan de xwediyên derfetên mezin û biryardayinek mezin in. Lewra yên ku gel û siyaseta Tirkiyeyê difikirin divê hay ji van sînor, hestiyarî û derfetên gel hebin.

Rêxistinkirina siyaseta çareseriyê

Siyaseta Tirkiyeyê û karekterê pergalê ji damezirandina dewletê heya niha 2 dinamikên sereke diyar dike; ya yekemîn pêwistiya domandina sermayeye ye ya dûyemîn jî pirsgirêka Kurd e. Di destpêka avakirina komarê heya 12’ê Îlonê pêş ketin û pêwistiyên kapîtalîzmê mijarên têkildar roleke sereke listîn. Pirsgirêka Kurd 40 salên dawî de û her wiha piştê şerê Korfezê, geşedanên li Başurê Kurdistanê û şerê navxweyî yê Suriyeyê de li Tirkiye û Rojhilata Navîn wekî mijareke sereke û diyarker derket pêş. Her wiha pêvajoya îro berhemê pergala bihiquqiyê k udi encama nijarperestî, yek perestî ku ji sala 2015’an vir ve li gelemperiyê cihanê derketiye holê ye. Ev pergal bi şirîkatiya îktidar û muxalefeta ku di tû warê esasî de îtiraz nake hatiye avakirin. Di serî de muxalefetê tu îtiraz li pergala qeyûman û mijara destnedayîna parlamenteran nekir û bi şirikê van yekan her wiha van yekan jî hemû derfetên demokrasiya temsilî ji holê rakir.

Yên ku di bingeha xwe de li dijî geşedanên faşîst ên otorîter nerazî ne em in. Em ê li dijî du blokên çîna hegemonîk siyaseta çareseriyê bi rêxistin bikin. Erka me ya lezgîn îro ew e ku em ji rejîma otorîter, faşîst rizgar bibin û Komara Demokratîk ava bikin. Di pêvajoya avakirinê de pirsgirêka herî bingehîn a ku divê bê çareserkirin pirsgirêka kurd e. Ji bo çareseriya pirsgirêkê li şûna polîtîkayên înkar, îmha û tunekirinê gavên çareseriya demokratîk û aştiyane bên avêtin. Em amade ne ku fikarên hemû beşên civakî çareser bikin û li gorî berjewendiyên hevpar ên gelên li Tirkiyeyê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane erka xwe pêk bînin. Em bi biryar in ku Rêya Sêyemîn ku siyaseta çareseriyê ye, siyaseta ku azadiya jiyan û nasnameyan mîsoger bikin, ava bikin û newekhevî û bêedaletiyê ji holê rake, ji bo siberoja gelê me bijardeyek giring e.

Em ê bi hev re azad bibin

Îro li Tirkiyê pirsa hebûn û wekheviya kurdan bûye mîna kaxezê turnosolê ya jiyana siyasî. Eşkere ye ku di vê mijarê de em di noqteyeke şikestineke dîrokî re derbas dibin. Di vê sedsalê de di encama têkoşîna azadiyê de ev diyarde ji sînorên Tirkiyeyê derketiye û bûye rewşeke ku gelên cîhanê eleqedar dike. Di serî de em ê li dijî tecrîda girankirî û di warê hemû têkoşîna mafê rwea ya kurdan de li dijî blokên desthilatdar û mûxalefetê yên ku dixwazin di pirsgirêka kurd bêçareseriyê mezin bikin, her bibin navnîşana çareseriya yekane.

Her ku tecrîd giran dibe, hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê girantir û kûrtir dibin. Di heyama pêşiya me de têkoşîna bi biryar a li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan, li ser eksena dirûşma i Kurdan re Azadî û ji bo Tirkiyeyê demokrasî, xeteke giring bû ku di konferansa me de bi xurtî binê wê hate xêzkirin. Em ê li her derê û di bin her şert û mercî de çareseriya têkoşîna kurdan a ji bo statu û mafan bi rêxistin bikin.

Li her derê têkoşîn

Doza Kobanê ya ku komplo ye û ku veguherî doza qetlîama hiqûqî û salonên ku hevalên me lê ders dan, hem giringiya xurtkirina siyaseta demokratîk û têkoşîna navneteweyî hem jî giringiya hevgirtina gelan rasterast nîşanî me da. Rastiya ku ev doz di heman demê de tolhildana şoreşa civakî ya li Rojava, destkeftiyên wê û jiyana nû ya hat afirandin e, giringiya hevgirtina navneteweyî ya ji bo Rojava careke din derxistiye holê.

Têkoşîna hevpar

Di serdema AKP’ê de bêkarî, bêewlehî û xwedîderketina li karker û kedkaran bû karaktera sereke ya pergalê. Desthilatdariya ku alîgiriya sermayeye dike ji bo şikandina berxwedana karkeran a birêxistinkirî bi şandina hêzên dewletê ku ji bo patronan şandiye ‘qadên xebatê yên aştiyane’ ji bo didomîne. Tevî vê yekê jî têkoşîna karkeran a ji bo bidestxistina mafên xwe her ku diçe mezin dibe. Ev desthilatdariya ku dijminatiya karkeran dike, bi mîlyonan kedkarên cemaweriyê di nava peymana kolektîf a bê grevê de bênefes dihêle û di muzakereyên kolektîf de pêşniyarên birçîbûn û sefaletê ferz dike. Têkoşîna çîn û gelên bindest li dijî şert û mercên ku tê ferzkirin, dadmendiya civakî yekane rê ye ji bo valakirina newekheviya aborî û krîza aborî ya her ku diçe zêde dibe. Bi têkoşîna ji bo vê rêyê em ê bi rêxistinên jinan re li dijî zext û îstîsmara ducarî ya li ser jinan li kargeh û malê zemîna kolektîfê xurt bikin. Bi têkoşîna vê rêyê re jî em ê bibin bersiveke bingehîn li dijî jiyana bikaranîna tiryakê, riziyayî û veqetîna ji jiyana civakî ku encamên rasterast ên xizaniyê û polîtîkayên şerê taybet in.

Bi hişmendiya ku her zilm û zordarî berxwedanê rewa û mafdar dike, em ê berjewendiyên karkeran ên li dijî sermaye, pêdiviyên civakî, edalet û wekheviyê li dijî çavbirçîtiya qezencê bidomînin. Di dema pêş de yek ji erkên sereke yên partiya me jî wê ew be ku daxwazên çîna karker û kedkaran bîne ba hev. Li dijî êrişên ku li ser wan tên kirin li ber xwe bide. Xeta têkoşînê ya ku bi daxwazan kedkaran û dînamîkên din bîne cem hev ava bike û viya bike têkoşîna civakî.

Îslama demokratîk û laîktiya azadîxwaz

Digel hilbijartinên dawî rejîma otorîter ji bo avakirina desthilatiya çandî û bîrdoziyî di qonaxeke nû de ye. Xurtkirina xeta İslamâ siyasî di nava hemû qadên dewlet û civakê de hîn zêdetir tê meşandin. Bi awayekî zelal tê dîtin ku di pergala perwerdehiyê de ji cil û bergan heta mufredatê cudahîkerî û zayendkerî hatiye zêdekirin.

Di vê serdemê de mudaxeleya dewletê ya li ser şêwaza jiyanê û baweriyan zêde dibe û dê he ku biçe zêdetir bibe. Li dijî vê yeke, em ê bi azadkirina piranî û cudatiya olî ji bin tasallûta dewletê azad bikin û serdemeke nûtir ku her bawermend bikare li gorî ola xwe bije, tu komên olî nikaribin li ser hevdu zextekê çêbike, ava bikin. Li dijî ev rejîma îstismarkera olê ku vê gavê bi rêvebiriya AKP-MHPê tê meşandin, di nava gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyê de xurtkirina têkoşînê ya İslama Demokratîk ji ber vê serdemê gelek girîng e. Divê tercîhên olî û şêwaza jiyanê ji bin sazkirina dewletên werin derxistin. Divê Dewlet di warê maf û azadiyê de ku ji aliyê mirovan ve hatiye tercîhkirin saz bike.

Weke xeteke sîyasî ya qebûlkirina û di nava jiyanê de cihgirtina laiktiya azadîxwaz ji bo pêşîgirtina zexta sîstematîk a li ser Elewiyan, kesên xwedî bawerî û nebawermend tekane rê ye. Çawa ku ev tê mehnaya dijiyatiya çêkirina zextê ya dewletê ku bi hemû amûrên xwe yên birdozî yên li ser bingeha bawerî – olî bi kar tîne, di heman demê de ev ji bo bidawîanîna mejiyê dewleta avaker e ku baweriya Sunnî îstîsmar dike, tekane qada têkoşînê ye.

Ji aliyê Bloka desthilatdar ve manipulekirina gel ku ola İslamê weke amûrek bikar tîne, bikaranîna teriqat û cemaatên nêzî xwe ku ji bo amûrên birdozî û aborî, weke heqîqetek hewcedariyeke têkoşîne li pêş me ye. Em ê bi hişmendiyyeke ku ji ber berpirsariya vê heqîqetê û ji ber ku esas girtina aliyên azadîxwaz ên nasnameyên bawerî ku li dijî zilmê berxwedan, di têkoşîna aştî û edaletê de zehf girîng e, birêxistin bibin.

Em ê li dijî desthilatê têbikoşin

Qeyrana av û hewayê ji bo hemû candaran xetere ye û gelek aliyê wê hene. Her ku diçe qeyrana av û hewayê dijwartir dibe, bi polîtîkayên pêşketinê yên ku li ser sermayeyê ava bûne va heyberên ekolojîk tên xerckirin, hevsengiya ekolojîk tê xerabkirin. Daristan, av, cureyên biyolojîk, qadên çandinî û heywandariyê tên talankirin û heywanên kedî tên kuştin.

Ev Desthilatdar dijminê daristan, av, îqlim û xwazayê ye. Çawa ku li erdnigariya Kurdistanê daristan ji hêzên ewlehiyê tên şewitandin, mudaxeleye gel jî tê astengkirin, şewata daristanan tê temaşekirin. Li hemberî gelê Kurd ku li Cudî, Gabar û Bedlîsê li daristanên xwe xwedî derdikevin; li hemberî gudiyên Akbelenê ku ji bo daristanên xwe nöbet digrin; li hemberî li Dîkmeceyê mexdurên erhejê ku dixwazin xaniyên xwe yên neşehitî û zeytûnên xwe biparêzin leşkerî û cenderme tên seferberkirin, hêzên ewlehiyê di bin kontrola sermayê de tevdigerin.

Me yek ji encamên polîtîkayên Desthilatê ku aliyê sermaye û dijminê xwazayê ye, di demekî nêz de, di yek ji kerasetên xwazayî ya mezintir erdehejê de dît. Ji ber Desthilatê ku keraseta xwazayî bû keraset civakî, bi deh hezaran hemwelatîyan jiyana xwe ji dest dan û bê xanî û war man.

Di serdema pêşiya me de ji bo ku xweza pêşkêşî sermayeye neye kirin, xweza hew wek çavkaniyekê neye ditîn û neye bikaranîn em ê têkoşînê mezintir bikin. Serdema nû serdema azadkirina xwezayê ye û jiyan dê bibe parçeyekî xwezayê. Em ê mafê dar û beran, şalûl û bilbilan, teyr û bazan, çem û robaran, mafê her zindîweran heta dawiyê biparêzin. Û em ê vê parastinê ji têkoşîna gelan a ji bo wekheviyê cuda nenirxînin.

Meşa ji bo azadiyê

Desthilata AKP-MHP’ê asta zayendperestiyê ya rejîma sedsalîn a Komarê gihand asta dijminahiya li jinan û yek bi yek destkeftiyên jinan desteser dikin. Desthilatê Peymana Stenbolê ya ku wek makezagona jinan bû ji holê rakir û desthilat berê xwe da pergala hevseroktiyê ku nûnertiya wekhev diparêze. Êrişên li dijî jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bênavber berdewam dikin û mafên jinên girtî yên siyasî tên binpêkirin. Ev pergala mêrane û kapîtalîst ya ku hemû çavkanî û budceya vî welatî ji bo şer û sermayeyê belav dike, xizaniya jinan kûrtir dike. Jinên ciwan di nav bêhêvîtiyê û nediyariyê de digindirin.

Têkoşîna jinan a bi hev re û birêxistinkirî, bi sedan sal in bi keda jinan ava bûye û ji bo parastin û xurtkirina destkeftiyên jinan tekane hêz e ku li ber faşîzmê astengî ye û rê nade faşîzmê. Jin, li dijî pergala mêrane, kapîtalîst, zayendperest, olperest û sermayeperest serhildana xwe dewam dikin. Ne tenê ji bo azadiya zayendiya civakî, ji bo kedê, ekolojiyê, tenduristiyê, aboriyê, têkoşîna mafan, hiqûq û edaletê jî têkoşîna xwe mezin dikin û ji bo van qadan xaçerêyek ava dikin.

Pergala kapîtalîst û patrîyarkal zimanekî neyarî bi kar tîne û ev zimanê neyarî jî li takekesên ku tercih û meyldariya zayenda xwe dikin cihêkariyê xurt dike. Ev ziman qirkirina jinan, taciz û destdirêjiyê teşwîq dike û rê li ber kuştina jinan vedike. Têkoşîna jinan dê li dijî tundiya mêran û tundiya mêtingeran xwe hîn zêdetir birêxsitin bike û polîtîkayên şerê taybet pûç derxe. Têkoşîna jinan dê pêşengiya veguherînê bike û jiyana nû dê bi hêza jinan pêk were.

Meclisa ma ya Jinan mîreteya jinên Kurd, mîreteya tevgera jinên sosyalîst, mîreteya femînîstan hildigire û bi armanca ku têkoşîna hevpar a jinan mezintir bike dixebite. Meclisa me parçeyekî bingehîn ê Rêya Sêyemîn e. Di serdema pêşiya me de berpirsyariya me ya siyasî ev e ku em ê bi taybetî bi jinên Rojavayî re û bi hemû jinên ku li temamê cîhanê ji bo mafên xwe li ber xwe didin em ê piştgirî û tevkariya hev bikin û têkoşîna jinan a enternasyonal xurttir û mezintir bikin.

Rexne-rexnedayîn

Her çend pirsgirêkên me yên wekî di xebatên partiyê de nekarîn bi civakê re têkiliyek têr û xurt ava bikin, navendîbûn, burokrasî, kêmasiyên bîrdozî û mejiyê serdestiya mêr di encama hilbijartinê de dest pê kiribin jî, em dizanin ku hemû pisgirkên bingehîn in. Di vî warî de encamên hilbijartinan derfetek bihêz da me ku em pirsgirêkên xwe yên bingehîn bi awayekî xurt binirxînin. Di pêvajoya jinûve avakirinê ya ku bi encamên hilbijartinê derketiye hole re rû bi rû bên de em xwe û siyaseta xwe ji nû ve ava dikin, biryardarî û hêviya me ya demokratîkirina pergala zordar, totalîter her ku diçe zêde dibe.

Di hevdîtinên ku me bi nêzî pêncî hezar kesî re pêk anî, me bi gelê xwe, rêxistinên sivîl, rêxistinên pîşeyî û mafnas û hema bêje hemû beşên civakê re behsa tiştên ku me bi dest xistine û heta niha nekeriye bikin. Me bi hev re mijarên wekî civaka rêxistinkirî, siyaseta tifaqê, pêvajoyên hilbijartina namzetan, herêmîkirina siyasetê, sendîkayên taktîkî û gelek tiştên din nirxand; me guh da rexneyên ku li me dihatin kirin û ji wan encamên giring derxistin. Dema ku me ev hemû nîqaş weke pêvajoyek jinûve avakirinê meşandin, di heman demê de der barê dubendî, kêmasî û tiştên ku me li derve hiştine, me ew kirin rexnegiriya xwe. Piştî van hevdîtinan, nîqaşên ku me di konferansa xwe de kirin û pêşniyarên biryarê yên ku me pêşkêşî kongreyê kiribûn; sozek aşkere diyar dike ku em ê berpirsyariya xwe ya dîrokî ya ji bo avakirina tifaqên demokratîk ên ku siyasetê civakî dike, bi rêvebirina pêvajoyên biryargirtinê yên zelal û vekirî bi cih bînin û nêzîkatiyek ku siyasetê ji herêmî heta navendê tevdigere ava bikin. Ev soz jî teqezkirina biryara me ya hevpar e ku bi gelê xwe re namzetên hilbijartinan diyar bikin. Di hilbijartinên herêmî yên ku dê di Adara 2024’an de bên kirin, rêya bersiveke tund a ji bo rerjîma ku hikûmetê bi binpêkirina qanûnên hilbijartinê û sindoqan bi awayekî neqanûnî û keyfî ava kiriye, vegerandina rêveberiyên herêmî ye ku bi namzetên bihêz û rast e. Ji bo partiya me ji bo têgihîştina demokrasiya rasterast û pêwîstiyên bernameya me ya siyasî, pêkanîna vê rêbazê ku dê hemû astan bigire, ji serokê taxê bigire heta namzetiya hevşaredariya bajêr, ji bo partiya me pir giring û jiyanî ye.

Rêya siyaseta me Rêya 3’yemîn e. Di dîrokê de her tim yên ku pergalê diparêzin, ên ku ji bo berjewendiyên xwe yên teng xwestine pergalê bixin bin guhertinên qismî û yên ku xwestin pergalê bi awayekî radîkal biguherînin çê bûne. Rêya 3’yemîn li dijî yên ku pergalê diparêzin, ango yên ku piştgirîya statukoyê dikin e; Di heman demê de, ew li dijî wan kesên ku dixwazin bi sererastkirinên şeklî yên di sîstemê de, û li dijî yên bi restorasyonparêzan re kar dikin e. Di vê serdema ku em ê bi avakirina pergaleke nû bersivê bidin pergala heyî, em ê bibin hêza avakirina jiyaneke nû.

Tifaqa herî berfireh

Piştî hilbijartinên Gulanê, rejîma otorîter ji bo xurtkirina xwe û avakirina hegemonyaya xwe ya çandî û bîrdozî gaveke din avêt. Em ji paradîgma û tecrubeyên têkoşîna xwe ya şoreşger-demokratîk dizanin ku serkeftina li dijî rejîma navendîparêz, yekperest, otorîter û mêtinger a sedsalî bi tifaqa herî berfireh a civakî-demokratîk û têkoşîna hevpar ve girêdayî ye. Yekane çareseriya li dijî desthilatdariya otorîter ku xizanî, gendelî, bêedaletî û zulm bi dijwarî dide jiyîn û her cure kedxwariyê li ser civakê kûr dike, hevpariya têkoşînê ya bi gelê Kurd, Tirk û hemû gelên Tirkiyeyê re û bi hemû bindest û çewsandiyan re ye. Li gel pêkhateyên partiya me, li ser asta navendî û herêmî berfirehkirin û xurtkirina qadên siyasî û civakî, ji bo bidestxistina demokrasî û azadiyê xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Dîrok di vê demê de erk û berpirsyariya berfirehkirina têkoşîna demokrasî, aştî û edaletê, têkoşîna hevpar a mûxalefeta civakî û hêzên demokrasiyê dide li ser milê me. Konferansa me di heman demê de bendeke girîng e ku bang li hemû hêzên şoreşger-demokratîk ên li heqîqet, edalet, aştî û azadiyê digerin dike ku vê berpirsyariya dîrokî bi cih bînin. Dem ew dem e ku em xeyalên xwe yên pêşerojê ku bi bendên li pêşiya jiyaneke wekhev û azad, bi her cure manîpulasyonên nasnameyên etnîkî û bawerî, bi nêzîkatiyên yekperest hatiye desteserkirin, di nava yekitiya gelan de veguherînin jiyaneke nû. Dem ew dem e ku bi karker, kedkar, jin, ciwan, xizan, astengdar, teqawît, yên bi biryarnameyên qanûnî ji kar hatin dûrxistin, zarok, hemû gel û baweriyan re; bi kurtasî, bi hemû nasnameyên bindest û çewsandî re em ê biguherînin û veguherînin. Em ê her cure reşbînî û hestên têkçûnê ji holê rakin û meşa xwe bidomînin. Di vê çerçoveyê de, hewldanên êrîşkar û valaderxistin ên li dijî stratejiya Tirkiyeyîbûnê ku ji bo me jêneger e, dê dîsa bi xwedîderketin û civakîkirina paradigmayê têk biçe. Bi hişmendiya ku li gorî paradîgmaya me, Tirkiyeyîbûn li dijî zîhniyeta yekperest îtîrazeke tund e, em bi biryar in ku li dijî şerê li hember gelên me polîtîkaya Tirkiyeyîbûnê bikin fersenda herî xurt a jiyana hevbeş.

Pêşengên guherînê

Di vê pêvajoya krîtîk de ku fikr û pratika avakirina demokrasiye evqas qels bûye berpirsyariyeke pir zede dikeve ser mile wan kesan ku azadî, aştî, demokrasi û wekheviyê dixwazin. Bi biryarên ku me di Konferansa xwe de girtin me careke din diyar kir ku berpirsyarî û peywira dîrokî ku dikeve ser mile me em ê pêk bînin. Soza me banga me ya têkoşîna hevpar dubare dike. Ev banga me her wiha dê di duyemîn sedsaliya Komarê de deriyên girtîgehan veke û hemû hevalên me yên siyasî, ronakbîr, siyasetmedar û muxalîf dê bigihîjin azadiya xwe.

Em bi hemû rêxistinên xwe yên herêmî û navendî re ji bo ku jiyana nû ava bikin bi biryardarî û baweriyeke mezin ber bi serdemeke nû diçin. Em ê di pêvajoya Kongreyê û hilbijartina herêmî de guherîna demokratik pêk bînin û li dijî rejîma qeyûman rêveberiyên demokratik ava bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.

Bi mîrateya ku me ji tecrubeyên xwe yên dîrokî re wergirtin em ê jiyana azad û wekhev ava bikin û em ê pêşengiya guherînê bikin.”