20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘DMME’yê Tirkiye ceza kir’

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ku bi armanca kesên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîl bên cezakirin, her hefte çalakiyên şemiyê li dar dixin, di hefteya 888’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1’ê Nîsana 1996’an de dema ji Edîrneyê dihat Stenbolê hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.

Malbatê diyar kir ku Turkoglu ji bo malbatê bibîne ji Edîrneyê ket rêya Stenbolê û careke din agahî jê nehat girtin. Malbatê anî ziman ku hemû serlêdanê malbatê yên rayedarên bê encam mane û wiha got: “26 salin em li Talat digerin. Talat bi destê dewletê hat windakirin.”

 ‘Talat ji ber nasnameya siyasî winda kirin’

Malbatê anî ziman ku ew ê heta dawî lêgerîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Em tu carî wan terk nakin. Ev sûcê mirovahiyê nayê jibîrkirin. Talat Turkoglu ji ber nasnameya siyasî hat binçavkirin û windakirin. Ji bo em daxwazên xwe yên demokratik bînin ziman em li Qada Galatasarayê kom dibûn. Lê ev qad li me hatiye qedexekirin. Mafê me yê çalakiyê hatiye binpêkirin. Ji bo windayên me yên ji salên 1996’an heta niha hatine windakirin bên dîtin û kujer bên darizandin em ê her tim li qadan dengê xwe bînin ziman.”

Malbatê destnîşan kir ku bi hinceta dem boriye ser dosyayan tên girtin û wiha anî ziman: “Heta niha dosyayên ku bi encam bûne û kujer hatine darizandin tune ye. Di hefteya 888’an de em çalakiya xwe li dar dixin. Wekî malbata Turkoglu ji bo em mafê jiyanê biparêzin em li windayên xwe digerînin. Em ji bo hemû windayên xwe edaletê dixwazin. Çend sal derbas bibin bila bibin em ê her tim lêgerîna edaletê berdewam bikin. Ji bo kujer bên darizandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Emê destûr nedin ku rûmeta mirovan tune bibe.”

Parêzera malbatê Gulizar Tuncer jî anî ziman ku di salên 90’î de li herêmê mirov dihatin windakirin û înfazên bê daraz dihatin kirin û wiha got “Turkoglu beriya ku bê windakirin gelek caran hat binçavkirin. Hat girtin. Turkoglu bi taybet kirin hedef û winda kirin.”

‘DMME’yê Tirkiye mahkum kir’

Tuncer, anî ziman ku ji ber kujer nehatin darizandin lêgerîna xwe li derve berdewam kirin û wiha got: “Ji ber ku me ji hiqûqa Tirkiyeyê encam negirt, me serî li DMME’yê da. DMME’yê Tirkiye mahkum kir. Hiqûqa Tirkiyeyê bi hinceta dem boriye ser dosyayê girt. Eger dewlet erka xwe pêk bîne divê kujeran ronî bike û ceza bike. Dewletê dikarîbû ev erka xwe pêk anîbûya. Lê dewletê wekî yên din ser van dosyayan jî girt û dem di ser dosyayan re derbas kir.

Vê hefteyê Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Zeynep Yildiz daxuyanî da. Yildiz, anî ziman ku li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêş têkoşîna  bêcezakirinê mijara demboriyê ye û wiha got: “Di hiqûqa Navneteweyî de kesên ku di bin çavan de tên windakirin wekî sûcê mirovahiyê tê nasîn. Divê dem di ser sûcê mirovahiyê re derbas nebe. Lê li Tirkiyeyê ev yek ne wisa ye. Em ji bo Talat Turkoglu û windayên din edaletê dixwazin.

Turkoglu 45 salî bû. 4 caran hat binçavkirin. Gelek caran hat girtin. Di 29’ê Adara 1996’an de ji bo malbata xwe ziyaret bike ji Edîrneyê çû Stenbolê.Heta malê polîsan ew şopand. Di 1’ê Nîsana 1996’an de dema vegeriya mala xwe ya Stenbolê hat windakirin.”

Yildiz, anî ziman ku di sala 1997’an de endamê JÎTEM’ê Kasim Açik îtîraf kir ku Talat Turkoglu li nêzî Edîrneyê li Çadirkentê ji aliyê yekîneya polîs, leşker û îtîrafkaran ve hatiye binçavkirin. Açik, anîbû ziman ku Talat Turkoglu bi îşkenceyê qetil kirine û avêtine Çemê Merîçê. “