8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helbestvanê kurd Ferhad Merdê behsa êrîşê kir

Doh danê nîvro li nêzî bajarê Tirbespiyê yê rojavayê Kurdistanê wesayitek ji alî balafireke bê mirov a dewleta tirk ve hate hedefgirtin û di encamê de ajokarê wesayitê jiyana xwe ji dest daye û 2 kesên din jî giran birîndar bûn. Hate hînbûna ku yek ji wan kesên birîndar helbestvanê kurd Ferhad Merdê ye.

Li gorî çavkaniyên herêmî dema ku Ferhad Merdê û 2 hevalên xwe xwestine ku ji Qamişlo biçin Tirbespiyê da ku tev li pîrozbahiyên cejna gelê suryanî û aşûrî (Akîto) bibin, wesayita wan ji alî balafireke bê mirov ve hatiye hedefgirtin.

Doh êvarê li ser hesabê helbestvan Ferhad Merdê jî peyameke wiha hatiye belavkirin:”Hevalno helbestvanê me Ferhad Merdê di beşa lezgîn a nexweşxaneyekê de tê dermankirin, duayên xwe ji bo wî kêm nekin.”

Her wiha Helbestvan Hiseyin Hebeş jî li ser hesabê xwe yê Tweeterê peyameke wiha belav kiriye:” Balafireke dewleta tirk li Rojava êrîşî wesayita helbestvanê kurd ferhad Merdê kiriye.  Mdem tu kurdî, tu ji wan taluke û gefî, jiyana te di bin talukeyê de ye, tu zarok bî, mêr bî, jin bî , helbestkar bî, mamoste bî, xwendekar bî qet ferq nake, madem tu kurdî jiyana te di bin gefê de ye”.

Îro helbestvan Merdê ji ajansa ANHA’yê re axifî û wiha got:”Rewşa me başe, ez sersaxiyê ji malbata hevalê me yê ajokar re dixwazim. armanca van êrîşan ew e ku tevliheviyê li herêmî derxînin. Emê tucaran li hemberî zext û zordariyê serî netewînin û ji doza xwe venegerin”.

Merdê di dawiya axaftina xwe de spasiya her kesî ku lê pirsiyê kir û wiha axifî:” Ez spasiyên xwe ji bo her kesên ku bi her awayî pirsa min kir, dikim û dibêjim emê her û her tekoşîna xwe bidomînin û tu hêz nikare me ji bawerî û axa welatê me dûr bixe”.