4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doktor Jîjo 2 dê tirsa zarokan bibe!

Di Doktor Jîjo da Çûndina doktor bi sê merheleyan hatiye vegotin û her merheleyek bi armanceke xwe heye. Di merheleya yekem de zarok, doktor, hemşîre, muayenexane û amûrên muayeneyê yên sereke nas dike.

Pirtîka zarokan a bi navê Doktor Jîjo 2 ya nivîskar Sîya Sîtav ji Weşanxaneya Na’yê ve derket. Pirtûk bi zimanê kurdî ye û naveroka wê ji çîrokê heta wêneyan bi şêwra psîkolog û pedagok amade bûye. Bi taybetî ji hemû hesasiyetên zarokan ên li nexweşxaneyan, muayene û mudaxaleya doktoran a li nexweşiyê li ber çavan hatiye girtin.

Belê çûyîna zarokan a doktor hem ji bo zarokan hem jî ji bo malbatên wan meseleyeke dijwar e. Çimkî çûyîna doktor ji bo zarokan wekî travmayekê ye. Doktor Jîjo dixwaze vê travmayê mînîmalîze bike û di binhişê zarokê da çûyîna ser doktor normalîze bike. Zarokê ji fikra “kesê ku mirov dêşîne” dûr bixe û fikra “kesê ku mirov ji êşê xelas dike” pê bide hîskirin. Bi vê armancê Doktor Jîjo bi şêwirmendiya şêwirmendê psîkolojiyê hatiye amadekirin. Honandina metnê di çarçoveya pîvanên pedogojiyê de hatiye kirin.

Di Doktor Jîjo da Çûndina doktor bi sê merheleyan hatiye vegotin û her merheleyek bi armanceke xwe heye. Di merheleya yekem de zarok, doktor, hemşîre, muayenexane û amûrên muayeneyê yên sereke nas dike. Di merheleya duyem de zarok gaveka çûyîna doktor a komplekstir nas dike. Zarok rastî fîlm kişandin û xwîngirtinê tê û bi tirsa xwe ya li hemberî kişandina fîlmê û xwîngirtinê ra rû bi rû dimîne. Merheleya sêyem merheleya herî dijwar e ku îhtîmal e zarok pê re rû bi rû bimîne. Di vê merhelê de zarok emeliyatê dibihîze û  emeliyatê nas dike. Ev her sê merhele  gav bi gav di 3 rêzepirtûkan da tên zimên. Ji ber ku di rêzepirtûkê de hiyarerşiyek heye, xwendina wê jî bi rêzê bibe wê ji bo zarokan sûdewartir bibe.

Herdu pirtûkên ewil ên vê rêzepirtûkê li Weşanên Na’yê hatine çapkirin û hem li fuarên pirtûkan  hem jî li pirtûkfiroşan rastî eleqeyeke mezin jî tê. Pirtûka sêyem jî vê gavê ji bo çapê tê amadekirin.

Her çiqas armanca Doktor Jîjo şikandina pêşdarazî û tirsa zarokan a li hemberî doktoran be jî, hem nirxên edebî hem jî yên perwerde û pedagojiyê nehatiye piştguhkirin. Di vê çarçovê de zimanekî sade hatiye bikaranîn, xewn û xeyalên zarokê, tirs û kêfa zarokê, dinyaya zarokê carinan bi absurdiyan carinan jî bi nakokiyan bi afirîneriyeke xurt daye der.

Nivîskar di pêvajoya afirandina Doktor Jîjo de ji dinyaya keça xwe  gelekî sûd girtiye û çîrok li ser zarokên  derdora 4-6 salî jî ceribandiye û li gorî bertekên wan çîrok vehonandiye. Mirov dikare bibêje çîrok ji dinyaya zarokan hatiye lewma jî bala zarokan dikişîne û li ser zarokan bandoreke baş dike.