2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo qedexeya kurdî ketine pêşbirkê

Şanoger Bahoz Ozsunar têkildarî qedexeya  lîstika şano ya Qral û Travîs anî ziman ku walî, qeymeqam û midûrên dewletê li ser qedexeya kurdî ketine pêşbirgê.

Di hefteya 21’ê Sibatê Roja zimanê zikmakî ya cîhanê de pankart, dowîz, şano û xebatên kurdî dîsa tên qedexekirin. Herî dawî Qeymeqamê Navçeya Şîşlî şa Stenbolê Lîstina lîstika “Qral û Travîs” di 16’ê Sibatê de qedexe kir. Qeymeqamtiya Şîşliyê, bêyî hincetekê nîşan bidin, beriya saeteke lîstinê, qedexe kir. Heman lîstik berî niha di 11’ê sibatê de li Dîlokê, di 17’ê sibatê de jî li navçeya Panosa Agiriyê hatibû astengkirin.

Der barê qedexeya  şanoya Kurdî de Lîstikvan Bahoz Ozsunar bertekên xwe anî ziman û wiha got: Sedema van qedexeyan yekser zimanê Kurdî ye. Hevîrê lîstika me bi pirsgirêkên gel hatiye sitran û ev jî wan hêrs dike. Ev qedexe nîşan dide ku ew çawa ji heqîqetê direvin û naxwazin gel jî dengê me bibihîze.”

Lîstik bi gelek zimanan hatiye lîstin

Bahoz Ozsumar, destnîşan kir ku ji bo ew bibêjin ev qedexekirin ji ber naverokê ye, wê gavê divê naverokê bizanibin û wiha berdewam kir: “Ev ne turneya me ya ewil e. Çawa ku bihîstin bi sedan û bi hezaran temaşevanên Kurdî hene. Bêyî ku li gorî hiş û mantiq tev bigerin qedexe kirin. Madem ev qedexe ne ji ber naverokê bû, wê demê ji ber zimanê Kurdî ye. Ev qedexe jî rastî hefteya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî hat. Ev lîstikeke biyanî ye. Nivîskar Sam Bobrick ev lîstik nivîsandiye. Bi gelek zimanan hatiye lîstin. Herî kêm deh sal heye ku çend caran bi Tirkî jî hate lîstin. Walî ji aliyekî ve, qeymeqam ji aliyekî ve û midûr ji aliyekê ve qedexe dikin. Kes nizane karê kê çi ye. Lê her yek ji wan ketine pêşbirka ambargoyên Kurdî. Heke ev ne êrîşeke mexsûs be naxwa çi ye?”

Divê hunermend li dijî neheqiyan bibin yek

Lîstikvan û şanoger Bahoz Ozsunar, da zanîn ku ji bo azadiya ziman û fikirê ev bûyereke rezîl e û wiha pêde çû: “Qet azadiya Kurdan ne xema wan e. Kurd jî ne xema wan in. Her cara ku qedexe dikin, bi sedan temaşevanên me mexdûr dibin.Di ser de keda me jî dixwin. Heya niha di her lîstina me de bi hezaran temaşevan tên. Ne mimkun e ku em bibêjin evqas kes em temaşe kirin.  Lê zêdeyî hedê me gelek mirovan pîrozbahîya me kir û ji me re li çepikan dan. Turnaya me ya lîstikê hê jî didomin. Mala hemîyan ava. Gelê me bi taybetî jî di van rojên tarî de piştgiriyê ji me kêm nekir. Daxwaza me ew e ku her hunermendê kurd bi girseyî bicivin û li hemberî van neheqîyan bibin yek.”

Em mafdar in û ne bi tenê ne

Bahoz Ozsunar herî dawî anî ziman ku ew mafdar in û ev tişt got: “Em jî bi piştgiriya baro û  dadnasê xwe amadekariya vekirina dozê dikin. Ev bê hiqûqî, bi dîmen û raporan hatiye îspatbûn. Em mafdar in û ne bi tenê ne. Em ê tim û daîm li hemberî desthilatdaran li ber xwe bidin. Hêza me û besta me jî tenê gel e. Mala wan hezar carî ava. Em car din bejna xwe li ber gel ditewînin.”