spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balafirên şer ên tirk Akrê bombe kir: 2 pêşmerge mirin

Balafirên şer ên Tirkiyeyê şevê din gundê Kafiya ya navçeya Akrê ya Duhokê bombe kir. Di êrîşa hewayî de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk bi hevkariya malbata Barzanî û PDK’ê êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Dewleta tirk ji sala 2015’an û vir ve êrîşeke giran dibe ser xaka başûrê Kurdistanê. Ji wê demê heta niha herî kêm 152 sivîl kuştin, 228 sivîl jî birîndar kirin. Heta niha Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyanî nedaye û wekî her car bêdengiya xwe didomîne.

Dewleta tirk şevê din gundê Kafiya yê nehiya Dînartê ya navçeya Akrê ya Duhokê bombe kir. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 2 pêşmerge mirin, du kesên li gel wan bû jî agahî ji wan nayê wergirtin. Hate ragihandin ku pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane Arîf Taha (61) û Beşîr Omer Alî (68) in. Tê gotin 2 kesên din jî ji heman malbatê bi pêşmergeyan re bûn û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn. Li gorî agahiyan herdu pêşmerge dema ku li quntara Çiyayê Siyarê li nava bax û baxçeyên xwe dixebitîn hatine bombekirin.