spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobedarên Edaletê: Em ji bo Ocalan li vir in

Çalakgerên Nobeda Edaletê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di Nobeda Edaletê de ne, diyar kirin ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan li vir in.

Çalakgerên Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dane destpêkirin, li Wan, Amed, Êlih, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Îzmir, Stenbolê didome.

Amed

Nobeda Edaletê ya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê dane destpêkirin, 78 roj in didome. Malbatên girtiyan îro dîsa pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” nivîsandibû li xwe kirin. Meclisa Dayikên Aştiyê serdana nobetê kirin. Dayikên Aştiyê xwestin ku dengê girtiyên li girtîgehan bê bîhistin û diyar kirin ku aştiyê dixwazin. Komê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Çalakiya nobedê, bi çepik û tilîliyan berdewam kir.

Êlih

Li Êlihê, Nobeda Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiyê Rêxistina DBP’a bajêr, hatiye destpêkirin di roja 20’emîn de berdewam kir. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nava rojê de ji bo piştgiriyê serdana nobetê kirin. Kesên serdana nobedê kirin, bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û banga mezinkirina têkoşînê kirin. Di serdanê de “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berzkirin. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê çalakger ziyaret kirin. Çalakgeran dayik bi çepik û tilîliyan pêşwazî kirin. Reşahat Ada ya li vir axivî wiha got: “Divê dayik di demeke wiha de piştgiriyê bidin hev. Em jî bi vê armancê hatin piştgiriyê bidin dayikên li vir. Heta ku tecrîda li ser girtiyên siyasî were rakirin dê ev çalakî berdewam bike.”

Sulhiye Sarûhanê jî destnîşan kir ku dê ev çalakî serbikeve û tecrîd were rakirin û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Dayika Aştiyê Halîme Topûz jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan berdewam dike û got: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin. Ev çalakiya me bi salan bidome jî heta ku encam negire dê berdewam bike.

Meyase Akdag a di nobetê de cih digire jî dayikên ku hatine serdana wan silav kir. Akdag, ji bo rakirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir û bi bîr xist ku ji bo rewşeke neyînî li girtîgehên çênebe divê herkes berpirsyartiyê bigire ser xwe.

Îzmîr

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 24’an de berdewam kir. Nobeta li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê hate destpêkirin, li rêxistinên DEM Partiyê yên Konak û Menemenê hate domandin. Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek welatiyan serdana çalakiya nobetê ya li Taxa Çîmentepe ya navçeya Konakê tê girtin kirin. Di dema nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Jinên ku hatin serdanê destnîşan kirin ku divê polîtîkayên tecrîdê yên li ser Ocalna demildest bên bidawîkirin. Ji bilî jinan ciwanan jî eleqeyeke zêde nîşanî nobetê da û stran gotin û xwestin ku ji çalakiyê re bibin deng. Ji Komîsyona OHD’ê Fatma Demîr a serdana nobeta li navçeya Konakê berdewam dike kir, wiha got: “Em dibînin ku tecrîd ne tenê li girtîgehan belavî tevahiya jiyana me bûye. Em dixwazin diyar bikin ku em di vê xeta têkoşînê de bi dayikan re ne.”

Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Behiye Çelîk jî wiha got: “Divê herkes li dijî polîtîkayên tecrîdê bi hestiyar be. Ji bo ku hemû gel li Tirkiyeyê bêhn bigirin me dest bi vê çalakiyê kir. Heta ku polîtîkayên tecrîdê û çalakiya li girtîgehan bi dawî nebe dê çalakiya me bidome.”

Gelek kesan îro Nobeda Edaletê ya li navçeya DEM Partiyê ya Menemenê berdewam dike, ziyaret kirin. Zeyî Candemîr a li vir axivî, wiha got: “Girtî di serî de ji bo polîtîkayên tecrîdê ji bo rûmeta mirovahiyê di çalakiyê de ne. Divê ev çalakî tenê ji malbatên girtiyan re neyê hiştin, ev pirsgirêk ya me hemûyan e. Em ji ber vê yekê dixwazin her kurd ji girtîgehan re bibe deng. Em dayik naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Ji ber vê yekê dixwazin ku demildest pirsgirêk were çareserkirin.”

Çalakger û kesên nobed ziyaret kirin, di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berzkirin û peyama “Em ji bo birêz Abdullah Ocalan li vir in” dan.

Wan

Li Wanê Nobeta Edaletê ya Komeleya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a li avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daye destpêkirin, di roja 77’emîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Ebexê, şêniyên taxa Seyrantepeya navçeya Tûşbayê û xebatkarên çapemeniya azad, serdana nobetê kirin.

Di serdanê de nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin axivî. Aydin da zanîn ku ew ê her tim şopdarê Nobeta Edaletê bin û wiha got: “Em Nobeta Edaletê ya dayikan pîroz dikin. Em jî wek çapemeniya azad, piştgiriyê didin nobeta xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê dane destpêkirin. Bi sedan sal in ku em şahidiya êş û têkoşîna dayikan dikin. Di girtîgehan de hevalên me yên rojnamevan jî girtî ne. Bi vê boneyê em hêvî dikin ku demildest daxwazên girtiyan werin pêkanîn û hevalên me azad bibin.”

Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar destnîşan kir ku li gel xebatkarên çapemeniyê tim tên girtîn jî, her tim di qadê de xebatên xwe didomînin û wiha got: “Bi vê wesîleyê em ji çapemeniya azad re serkeftinê dixwazin. Her tim şert û mercên têkoşîna me ên zehmet dişopînin. Hatina we ji bo nobeta me bû kêfxweşî.”

Çalakî bi berzkirina diruşma “Bijî Berxwedana Zindanan” domiya.

Mêrdîn

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê di avahiyê DBP’a Mêrdînê de dane destpêkirin berdewam dike. Di nava rojê de gelek kesan serdana nobetê kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Kesên serdana nobetê kirine, tevî tembûrê stran gotin. Di nobeta Edaletê de bal kişandin ser zimanê dayikê û li ser depê alfabe û peyvên bi kurdî hatin nivîsandin.

Dayika Aştiyê Hacîre Karataş (62) a di têkoşîna azadiyê de du zarokên xwe winda kiriye, hemû têkoşerên têkoşîna azadiyê silav kir û wiha got: “Em wek Dayikên Aştiyê li vê derê nobetê digirin. Heya ku di canê me de dilopek xwînê bimîne, em ê xwedî li zarokên xwe derbikevin. Û em ê ji bo Serokatî û girtiyên xwe têbikoşin. Em naxwazîn girtiyên me di girtîgehê de şehîd bikevin. Em naxwazin gelê me were qetilkirin. Me êş kişand, bila kes nekişîne. Em azadî û aştiyê dixwazin.”