8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e’

Mehmet Ocalan, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û ev tişt got: “Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e.”

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li cem Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar 810 roj in tu agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir. Ji wê rojê ve hemû serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin û nayên bersivandin. Herî dawî hat hînkirin ku di 15’ê adarê de 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê û di 26’ê nîsanê de jî 6 mehan cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê PKK’ê hatiye birîn.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, der barê tecrîdê de ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Emrûllah Acar re axivî û bertek nîşanî polîtîkaya tecrîdê da. Ocalan, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê dem bi dem tê girankirin û carinan jî tê sistkirin û wiha axivî: “Li tu devera cîhanê girtiyekî ku mirov 27 mehan tu xeberê jê negire tune ye. Em nizanin ka sax e yan mirî ye. Tiştên li Îmraliyê diqewimin, kaxeza tûrnûsolê ya hiqûqê ye. Hiqûqa Îmraliyê, hiqûqa Tirkiyeyê ye. Di tu hiqûqê de navê vê yekê tune ye. Tenê di hiqûqa Tirkiyeyê de heye. Li Tirkiyeyê gelek tişt diguherin, wezîr diguherin, lê polîtîkaya tecrîdê naguhere.”

‘Sedema krîza aborî tecrîd e’

Ocalan, diyar kir ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û got ku sedema krîzên li Tirkiyeyê jî polîtîkaya tecrîdê ye. Ocalan destnîşan kir ku tecrîd di şexsê Ocalan de li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê pêkanîn û ev titş got: “Serok li Îmraliyê ye, lê tecrîd ji bo hemû gelan e. Îro ger fiyetê nan biha bibe, ev bandora tecrîdê ye. Sedema krîza aborî, polîtîkayên şer e û sedema şer jî tecrîd e. Bi tecrîdkirina serok re, kurd tên etcrîdkirin. Divê her kes bi vî çacî li tecrîdê mêze bike. Ger ev tecrîd bidome, dê krîz kûrtir bibe. Û piştî wextekê dê kes nikaribe ji bin rabe.”

‘Divê herkes bertek nîşan bide’

Ocalan, bi lêv kir ku di domandina tecrîdê de rola partiyên muxalefetê jî heye û bi bîr xist ku partiyên muxalefetê ji bo polîtîkayên detshilatê dengê xwe dernaxin. Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê tu kes tecrîdê qebûl neke û axaftina wiha domand: “Heke bixwazin sibe du sibe rastiyekê ava bikin, nexwe divê her kes bertekê nîşanî tecrîdê bide. Çareserî bi vî awayî nabe. Jixwe desthilat me dikuje. Lê bila muxalefet bes jê re bilîrîne. Em hêzeke mezin in. Em ne muhtacê desthilatê ne jî muxalefetê ne. 27 meh in tu xeber ji serok nayê girtin. Her kesî xwe kerr kiriye û çavên xwe girtine. Meseleya kurd û meseleyên li Rojhilata Navîn bi vî awayî nayên çareserkirin. tecrîd didome, divê her kes xwe bide ber lêpirsînê. Saziyên demokratîk divê xwe bidin ber lêpirsînê. Divê tu kes serê xwe bi rihetî daneyne ser balgiyê. Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e.”

Bangawazî

Di dawiya axaftina xwe de Ocalan, bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî û ev bang kir: “CPT jî şirîkê Tirkiyeyê ye. Banga me ji bo her kesî ye; bila her kes wezîfeya xwe ya mirovî bike. Em ji kesî sedeqeyê naxwazin. Ev bangawazî bi qasî ji bo saziyên navneteweyî be, ev qasî jî ji bo siyasetmedarên me ye jî. Ji bo şikandina tecrîdê hin saziyên navneteweyî têdikoşin. rêza me ji bo keda wan heye. Em ê hesab bipirsin. Ev mafê me yê demokratîk e. Ger em tecrîdê neşikînin, em ê her roj bimirin.”