17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza tazmînatê li malbata endamê HPG’ê dikin

Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, doza tazmînatê li malbata Cîhan Kit ê endamê HPG'ê yê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, kir. Dayik Ferîde Kit got: "Bela xwe ne ji kurê min ne jî ji min vedikin."

Cîhan Kit (Mahîr Mûnzûr û Mehmet Çelîk (Aso Amed) di sala 2018’an de li bejahiya Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, doza tazmînatê li malbatên her du endamên HPG’ê kir. Lı gorî nûçeya nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag fermandariyê di dozê de diyar kiriye ku di dema operasyonê de zinar bi ser leşkeran de ketiye, leşker ji ber van zinaran birîndar bûne û tazmînat dane leşkerên birîndar. Fermandariyê, tazmînata ku dane leşkerên birîndar ji malbata Kitê HPG’î xwest. Di dozê de ji dê û bavên Kit bi awayekî cuda 15 hezar û 749 lîre tazmînat hatiye xwestin. Her wiha hatiye xwestin ku tazmînat ji 16’ê nîsana 2021’ê ve tevî faîzê bê dayîn. Doz li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 2’yan a Dêrsimê didome.

Kevir li lingê leşker ketiye!

Ferîde Kit, dayika Cîhan Kit, doza navborî wekî “zilm û neheqiyê” nirxand. Ferîde Kit ragihand ku ew jî demeke berê ji girtîgehê derketiye û pê hesiyaye ku ev doz li wan hatiye vekirin û wiha got: “Du meh berê, ewraqeke wiha hat girtîgehê. Gava min li ewraqê mêze kir, ez şaş mam. Hevalan ew xwned. Ji ber ku di dema şer de nigê leşkerekî li kevir ketiye, em dane ber dadgehê. Tevî me çend malbatên din jî hene. Doza tazmînata madî li van malbatan jî kirine. Dijmin be jî, divê ew dijmin hinekî birûmet be. Divê êşeke wiha bi dayikekê nedin kişandin. Bela xwe ne ji hestiyên kurê min ne jî ji min vedikin.”

‘Êşa herî mezin ev e’

Ferîde Kit ku got “Herhal li cîhanê êşa herî mezin ev e; tu radibî kurê min dikujî û bi ser de jî doza pereyan li min dikî” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pênaseya vê êşê tune ye. Lewma divê her kes di vî warî de hesas be. Min tim binçav dikim û dozê li min vedikin. Li her derê cîhanê şer çêbûye, lê tu dewletê ev qasî zilm nekiriye. Ez vê ferasetê bi tundî şermezar dikim. Feraseteke tewş e. Ez ê paş de gav neavêjim. Ez serbilind im û ez li pişta kurê xwe me. Ez ê li ber vê ferasetê di cî de nesekinim. Ez ê serî li rêyên qanûnî bidim. 5 sal in tim davêjin ser mala min. Belesebeb zarokên min girtin û ceza li wan birîn. Belesebeb ez girtim. Ez ji ber îtirafkarekî ku wî nas nakim di girtîgehê de mam.”