Li gorî ajansa Tesnîm a Îranê, Feysel Bin Ferhad dê di serdana xwe de bi rayedarên Îranê re bicive. Wezareta Karên Derve ya Îranê roja duşemê daxuyandibû ku dê wezîrê karên derve yê Siûdiyê Feysel Bin Fehan li ser vexwendina wezîrê karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan, demeke nêz serdana Îranê bike.
Berdevkê wezaretê Nasir Kenanî gotibû ku têkiliyên fermî yên Îran-Siûdiyê baş in û dan û standinên dawîn ên di navbera wezîrên karên derve yên herdu welatan de avaker bûn. Îranê di 7`ê Hezîranê de balyozxaneya xwe li Siûdiyê ji nû ve vekiribû.