spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bismilê du malbatan 9 kes ji hev kuştin

Li Bismilê du malbatan li ser erd bi çekan şerê hev kir û gelek kes ji hev kuştin.

Li gundê Şidada yê navçeya Bismilê ya Amedê du malbatan li ser erd li hev nekirin û bi çekan şerê hev ketin.Tê gotin ku di şer de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Piştî bihîstina bûyerê hejmareke zêde cendirme û tîmên tenduristiyê derbasî gund bûn. Cendirmeyan li nav gund tevdîrên tund girtin. Her wiha tîmên tenduristiyê jî cenaze û birîndaran rakirin nexweşxan eyên cuda yên Amedê.

Walîtiya Amedê jî der barê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand ku malbatan li ser 200 donim erd şer kirine û ev agahî dan: “Mixabin 8 welatiyên me canê xwe ji dest dan û 3 welatiyên me jî birîndar bûn. Welatiyên me yên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Tîmên me yên cendirme li herêmê tedbîrên pêwîst wergirtine.”

Piştî daxuyaniya walitiyê jî kesekî din jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyan derket 9’an.