Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku di rojên borî de du mamostayên olî yên bi navê Luqman Emînî û Îbrahîm Kerîmî yên ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ne, bi behaneya ku propaganda li dijî hikûmetê kirine û gel teşwîqê xwepêşandanê kirine, dadgeha Hemedanê cezayê girtîgehê li wan birî.
Li gor daxuyaniyê dadgehê 11 sal cezayê girtîgehê û du sal jî cezayê dûrxistina ji karê melatiyê li Mela Luqman Emînî biriye. Her wiha 12 sal cezayê girtîgehê û du sal jî dûrxistina ji karê melatiyê li mela Îbrahîm Kerîmî biriye.