7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dosyaya Garibe Gezer şandin AYM’ê

Garîbe Gezer li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê bi awayekî sîstematîk hatibû îşkencekirin û destdirêjî lê hatibû kirin. Piştî zextên li ser wê di 9’ê kanûna 2021’ê de di hucreya lê dima de jiyana xwe ji dest dabû. Garîbe berî jiyana xwe ji dest bide ji ber îşkenceyê û destdirêjiyê giliyê gardiyanan kiribû, lê derbarê wan de tu lêpirsîn nehatibû destpêkirin. Ji ber vê parêzerên Garîbe Gezer bi hinceta peywira xwe binpê kirine, îşkence û destdirêjî kirine giliyê peywirdarên girtîgehê û bi hinceta peywira xwe xirab kiriye jî giliyê bijîşk Îsmaîl U. kiribûn. Piştî vê lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Lêpirsîna hatibû destpêkirin bi biryara neşopandinê bi dawî bûbû û dosye hatibû girtin. Piştî vê parêzerên Garîbe Gezer parêzer Eren Keskîn, Jiyan Tosûn, Jiyan Kaya jî di 5’ê çileyê de serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kandirayê dabûn û îtiraz kiribûn.

Piştî dadgeriyê serlêdana parêzeran red kir, parêzeran bal kişandin ser xala 17, 40, 36 û 141 ên Qanûna Bingehîn û xala 3, 6 û 13’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan