3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd çareser nabe

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di 27’ê Sibatê de 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Enqereyê bi hişyara “Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve!” pêk anî. Bi deh hezaran Kurdistanî beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de nûnerên KCD, HDK, TJA, HDP, SODAP, SYKP, TÎP, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û partiyên Tifaqa Kurdistanê amade bûn. Piştî kongreyê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji nûve bûn Hevserokên DBP’ê. Di kongreyê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, statuya gelê kurd, yekîtiya neteweya kurd û azadiya jinê peyamên girîng hatin dayîn.

Hevserokên DBP’ê di kongreyê de peyama “Heta gelê kurd di nav xwe de yekîtiya netewî ava neke ev metirsî û pirsgirêkên li her derên Kurdistanê li dar in nayên çareserkirin. Em ji hemû aliyên siyasî û nûnerên Kurdistanê re radigihînin ku em amade ne hemû berpirsyariya xwe ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê bigirin ser milê xwe.”

Hevserokên DBP’ê di kongreyê de bal kişandin ser statuya gelê kurd û peyama “Pirsgirêka kurdan a herî mezin pirsgirêka statuya gelê Kurd e. Ev daxwazên kurdan ancax bi makezagoneke wekhev û demokratîk pêk were. Em careke din tînin ziman ku pirsgirêka Kurd bêyî diyarkirina statatuya gelê kurd nayê çareserkirin.”

Hevserokên DBP’ê di kongreyê de li ser girîngiya xeta sêyemîn jî rawestiyan û ev peyam dan: “Niha jî em dibînin ku ji gelên Tirkiye û Kurdistanê re du xetên yekperest û neteweperest tên ferzkirin. Her du xetên desthilatdar jî li ser kedxwariyê û neyartiya gelê kurd ava bûne. DBP li dijî van her du rejîman hêza parastin û avakirina Rêya Sêyemîn e. Rêya Sêyemîn ne tifaqa hilbijartinê ye. Xeta stratejîk û dûrdirêj e, ne taktîkî ye! Rêya Sêyemîn nêrîneke jiyanê ye ku xwe dispêre ‘Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê’. Ne tenê xewn û xeyaleke polîtîk e, di eynî wextê de daxwaz û îradeya avakirina jiyaneke nû ya civakî, aborî, ekolojîk û zayendî ye.”

Hevserokên DBP’ê di kongreyê de li ser rewşa Ocalan û girtiyên siyasî jî rawestiyan û ev peyam parve kirin: “Bi hezaran kurdên ku li dijî îmha û înkarê derketine îro di zindanan de rehîn tên girtin. Ev pêkanîn astengiya herî giring e li hemberî çareserkirina Pirsgirêka Kurd. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan gava ewil ew e ku rê li pêşiya siyaseta demokratik were vekirin. Em wek DBP’ê bang dikin ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran da tê girtin û hemû girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan. Heta Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd çareser nabe.

Piştî  kongreyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî peyamên kongreyê û siberojê ji Rojnameya me Xwebûnê re axivî.

‘Kongre di rojên dîrokî de pêk hat’  

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz, anî ziman ku nêzî rojên 8’ê Adarê û Newrozê dibin û wiha got: “Ez ji niha de 8’ê Adarê û Newrozê li hemû gelê me pîroz dikim. 6’emîn Kongreya Asayî di demek dirokî ku pêşerojê diyar bike de pêk hat. Ji bo pêşxistina azadiyê, DBP’ê di demek pir girîng de kongreya xwe pêk anî. Ji ber ku 8’ê Adarê û Newroz li pêş me ye. DBP’ê di nava 2 mehan de xabatên kongreyê amade kir û kongre pêk anî. Me bi hişyariya ‘Bi rêxistinkirina civakê ber bi jyana azad ve’ kongreya xwe pêk anî. Piştî kongreya 5’emîn a 2019’an, me li Kurdistanê bajar bi bajar, kolan bi kolan xebatên rêxistinkirinê kir. Em li Kurdistanê bi jin, ciwan û gel re hatin cem hev. Piştî van hevdîtinan pêwistiya ku DBP xwe li bajarên Tirkiyeyê jî bi rêxistin bike derket holê. Pêwistî hat dîtin ku DBP xebatên xwe û rêxistinbûna xwe bêtir fireh bike. Piştî civîna Meclisa Partiyê biryar hat girtin ku DBP piştî kongreyê li gorî rol û mîsyona xwe wekî partiyek Kurdistanê li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bike. Me di şertên giran û dijwar de kongre pêk anî. Me kongre beriya 28’ê Sibatê, 2’ê Adarê û ku wekî darbeyê tên zanîn pêk anîn. Nêzî 5 sal in kongreyek wisa kurdewarî, wisa bi coş, bi biryar û peyamên xurt dête hatiye dayîn pek nehatibû. Di vê kongreyê de li dijî vê zilm û zordariyê bersîvek pir zelal hat dayîn.”

‘Beşdariya dayik, jin û ciwanan pir zêde bû’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz anî ziman ku xwest kongreya xwe li salonek mezin û fireh pêk bînin û wiha axivî: “Ji ber ku cih nedan me, me kongre di cihekî biçûk de pêk anî. Me dît ku nêzîkatî û feraseta pergalê nehatiye guhertin. Tevlêbûnek pir mezin hebû. Zêdetir dayik, jin û xortên ciwan beşdarî kongreyê bûn. Bi taybetî ji milê Tirkiyeyê ve tevlebûn zêde bûn. Çiqas zilm û zordariya li dijî gelê kurd zêde dibe, gelê kurd bêtir li vîn û partiya xwe xwedî derdikeve. Kurd li dijî êrîşên pergalê têkoşîna xwe mezintir dike.”

Aydenîz, bal kişand ser mijarên di kongreyê de derketin pêş û wiha berdewam kir: “Di kongreyê de peyamên ‘Gelê kurd dê li dijî êrîşên înkar û îmhaya vîna xwe têkoşîna xwe mezintir bike.  Li dijî hemû polîtîkayên kolonyalîst ên li dijî mafê xwe, dê li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê xurt bike û pêwiste yekîtiya neteweyî ava bike’ da. Di peyamên li kongreyê de derket holê ku hemû cîhan li dijî kurdan û ji bo dijminantiya kurdan dibin yek. Peyama ‘Tirkiye bi polîtîkayên tecrîd, înkar û qayûman tê rêvebirin. Ji ber dijminantiya gelê kurd polîtîkayên qeyûm û tecrîdê pêş dixin’ hat dayîn.

‘Heta Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd çareser nabe’

Hevseroka Giştî Salîha Aydenîz, anî ziman ku di peyamên kongreyê de hat gotin ku heta Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe pirsgirêka kurd çareser nabe û qeyranên heyî bi dawî nabin. Heta Ocalan azad nebe dê demokrasî li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş nekeve.

Aydenîz, da zanîn ku di kongreyê de hat destnîşan kirin ku ji ber tecrîdê îro qeyrana aborî, qeyrana siyasî, civakî li cîhanê Rojhilata Navîn û Kurdistanê peş dikeve. Ji bo vê qeyranê çareseriyek û modelek pêwist e. Yê vê çareserî u modelê pêş dixe jî birêz Ocalan e. Ji bo çareseriyê û bi dawîkirina qeyranan jî divê berî her tiştî Birêz Ocalan azad bibe. Tenê bi rakirina tecrîdê pirsgirêk çareser nabe. Divê Ocalan azad bibe. Heta bi awayekî fîzîkî Birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Dê li Tirkiye û Rojhilata Navîn peş nekeve. Hat gotin ku Ocalan ji bo hemû cîhanê çareseriyê pêşkêş dike û ji ber vê yekê divê tecrîd bê şikandin.”

Aydenîz, bibîr xist ku hat gotin her çend li dijî gelê kurd polîtîkayên înkar û dijminantiyê pêş bikevin jî gelê kurd dê her tim ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîna xwe mezin bike.

‘Peyamek zelal da Tirkiye û Rojhilata Navîn’

Aydenîz, diyar kir ku tevlêbûnek bi coş û bi biryar hebû û wiha lê zêde kir: “Gel, bi dirûşmeyên xwe peyamên xwe yên ji bo azadiya Ocalan, Yekîtiya neteweya kurd û azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê pir zelal anîn ziman. Gelê kurd di kongreya DBP’ê de peyama xwe ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn pir zelal aşkere kir.  Li dijî tundiya li ser jinê û pergala hevserokatiyê peyama azadiya jinê û parastina nirxan û pergala hevserokatiyê hat dayîn.  Dîsa peyam hat dayîn ku divê beri her tiştî kurd statuya xwe û nasnameya xwe bi dest bixin û ji bo vê yekê têkoşîn mezin bibe. Ji bo vê yekê divê hem gelê kurd û hem jî kedkarên Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê têkoşîna hevpar pêş bixin.”

‘Rengê Kurdistanê li Enqereyê derket holê’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, herî dawî wiha got: “Heta gelê kurd bi statu, nasname û rengê xwe azad nebe Tirkiye demokrasî pêk nayê. Ev jî girêdayî şikandina tecrîdê ye. Girêdayî azadiya Ocalan e.  Em ê li Kurdistanê û Tirkiyeyê DBP’ê ji nûve bi rêxistin bikin. Em ê li ser mijarên perwerdehî, yekîtiya neteweya kurd xebatê pêş bixin. Ji bo destkeftiyên jinan, pergala ekolojî û demokratîkbûna Tirkiyeyê biparêzin em ê xebatê bidin pêş xwe.”