9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ukraynayê zêdeyî milyonek kes koçber bûn

Di roja heyştemîn a şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê de, paytexta Ukraynayê Kievê bi carekê hatiye dorpêçkirin û bajarê Xersonê bi carekê ketiye bin kontrola Rûsyayê. Rûsyayê gelek bajarên din jî dorpêç kiriye.

Bi gurbûna şer û pevçûnan re hejmara koçberan û kesên di şer de tên kuştin jî zêde dibe. Di heft rojên borî de hejmara kesên ku ji Ukraynayê koçber bûne milyonek derbaskiriye.

Zêdeyî milyonek kes koçber bûne

Di vê çarçoveyê de nerazîbûnên saziyên navnetewî jî li dijî Rûsyayê zêde dibin, Komserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Kar û Barên Penaberan Filippo Grandi, bang li Rûsyayê kir ku şer rawestîne da ku bikaribin alîkariya bi milyonan gelê Ukraynayê bikin. Grandî got ku di encama koçberiya navxweyî de dibe ku hewcedariya 12 milyon mirov bi alîkariyê hebe.

DYA’yê jî bi daxuyaniyekê bang li Rûsyayê kir ku şer rawestîne û leşkerên xwe ji Ukraynayê vekişîne. Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Bilinken di vê der barê de wiha got: “ di nava vê heftiya şer de gelek kes hatine kuştin û wiha tê texmînkirin ku dê hejmara qurbaniyên vî şerî zêdetir bibe.” Bilinken her wiha artêşa Rûsyayê tewanbar kir ku ew binesaziya Ukraynayê dikin hedef, tevî ku ew ne hedefên leşkerî ne.

Gefa bikaranîna çekên nukleerî

Çend car e ku rayedarên bilind ên hikûmeta Rûsyayê di nava axaftinên xwe de behsa çekên nukleerî dikin. Ev yek jî nîşan dide ku Rûsyayê jî di rewşeke dijwar de ye û daneyên li ser wê bandoreke mezin li aboriya wê dike. Ji ber wê yekê ye ku rayedarên Rûsyayê gefan li welatên ku alîkariya çekan bi Ukraynayê re dikin, dixwin.

Hem serokê Rûsyayê Vlademir Putîn hem jî Wezîrê Karên Derve Sergey Lavruv di daxuyaniyên xwed e gef li welatên Yekitiya Ewropayê û hemû welatên ku alîkariya Ukraynayê dikin xwarin û gotin ku dê ew alîkariyên bi Ukraynayê re bê bersiv nemînin û dê Rûsyayê hesab ji wan welatan bixwaze.

Biryara Neteweyên Yekûyî

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî doh biryarek da dengdanê ku ‘ Divê Rûsyayê demildest dest ji şerê li dijî Ukraynayê berde’ . Ev biryar ji 193 dengan 141 dengê erê bidest xistibû û35 welatan welatan dengê xwe bikar neanîbû. Tenê 5 welat li dijî wê biryarê derketibûn ew jî ev in : Rûsya, Belarûsya, Sûriye, Koreya Bakur û Erîteryayê.

Hêjayî gotinê ye ku êrîşên Rûsyayê li dijî Ukraynayê di 24’ê sibata 2022’an de dest pê kir û 8 roj li paş xwe hiştin. Tevî ku welatên wekî Ingilîstan, Kanada, Japonya, DYA û gelek welatên Yekitiya Ewropayê  dane û ambargoyên dijwar li ser Rûsyayê ferz kirin lê vê yekê heta niha nikaribûye Rûsyayê ji biryara wê ya vegerîne.